Barzanî: Em naxwazin Rojavayê Kurdistanê bê valakirin

Hewlêr (Basnews): Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku wê hejmara zêde ya Kurdan ji Rojavayê Kurdistanê mijareke hesas e û naxwaze bê valakirin û Kurd têde nemînin. Barzanî wiha dibêje: ”Mana Kurdan li Rojava pêwist e daku doz û mafên wan ên neteweyî nekevin jêr metirsiyê.”
Barzanî îro derbarê hatina wê hejmara zêde ya Kurdên Rojava de bo Herêma Kurdistanê daxwiyaniyeke nivîskî da û got: ”Wek hemû aliyek agahdar in di çend mehên borî de û ji destpêka raperîna Sûriyê ve bi deh hezaran xwîsk û birayên me yên Kurd ji Rojava hatine Herêma Kurdistanê û di kampan de bicîh bûne. Mixabin civaka navdewletî jî wek pêwist berê xwe nedaye wan penaberan ku hewara xwe gihandine Herêma Kurdistanê.”
Serok Barzanî wiha dibêje: ”Di van çend rojên borî de jî ji ber wan pirsgirêkên ku li Rojavayê Kurdistanê hene hejmareke zêde ya Kurdên Rojava berÊ xwe dane Herêma Kurdistanê. Di vê derbarê de dixwazim spasiya aliyên peywendîdar ên hikûmeta Kurdistanê bikim ku hevkariya wan penaberan kirine û ew veguhestine nav Herêma Kurdistanê. Ligel van hemûyan jî hatine wê hejmara zêde ya xwîsk û birayên me yên Kurd ji Rojava mijareke hesas e û em naxwazin Rojava bê valakirin û Kurd têde nemînin. Herwiha mana Kurdan li Rojava pêwist e daku doz û mafên wan ên neteweyî nekevin jêr metirsiyê.”
Barzanî axaftina xwe wiha diqedîne: ”Wek erkekî neteweyî û însanî divê em hemû alî li vê xemê bifikirin û daxwazê ji wan kes û aliyan dikim ku siyana wan heye û herwiha daxwazê ji hemû xelkê Kurdistanê dikim ku hevkariya hikûmeta herêmê bikin bo alîkarî û bicîhkirina wan xwîsk û birayên me yên ezîz ku ji ber zilm û kavilkariyê hewara xwe gihandine Herêma Kurdistanê. Daxwazê ji civaka navdewletî û rêxistinêb cîhanî yên mirovdost dikim ku hevkariya van penaberan bikin. Ji ber hewandin û temînkirina pêdiviyên jiyanê bo wê hejmara zêde ya penaberan barekî giran e li ser hikûmeta herêmê û divê civaka navdewletî jî bi erkê xwe rabe.”
http://kur.bas-news.net
Dengê Kurdistan