PSKê serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê kir

18ê Tebax a 2013
Îro li Hewlêrê, sandeya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, serdana Polîtburoya Partiya Komunîst a Kurdistanê kir.
Dengê Azad/Hewlêr
Sandeya PSKê ku ji Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek, Nunerê PSKê yê li Hewlêrê Ararat Jînwar ve pêkhatibû, îro serdana Polîtburoya Partiya Komunîst a Kurdistanê kir û ji aliyê Endamê Polîtburoya Partiya Komunîst a Kurdistanê û Wezîrê Rewsenbîrî û Lawan Dr. Kawe Mehmûd, Endamê Serkirdayetiyê Mihyedîn Hesen û endamên Mekteba Pêwendiya Navendiyê Hewta Resûl û Omîd Mihemed Salih ve bi germî hatin pêswazîkirin.
Aliyan di hevdîtinê de li ser Kongreya Neteweyî a Kurd gûftugo kirin û destnîsan kirin ku di kongreya neteweyî de ne tenê gelê Kurd, divê hemû pêkhate û gelên ku li Kurdistanê dijîn, besdarbin û kongre bibe kongreya wan jî û amadekariyekî rêkûpêk û bas bête kirin daku aliyek xwe li ser kongreya neteweyî nesepîne.
Di hevdîtinê de herwisa bîrûbaweriya herdu alî li ser naverok û prensîbên kongreya neteweyî a Kurd yek bû.
Dengê Kurdistan


