Barzanî planê ingilîz, DYA, Iraq, Îran û Tirkiyê puç derxist
Beriya her tisti heta pirsa basûrê Kurdistanê çareser nebe wê Kerkûk her pirsgirêk be. Weke tê zanîn di vê hefta borî de alaya artêsa Iraqê a bi navê ‘alaya zêrîn’ û milîsê ku sîa bi navê ‘Hesdî el Sabî ‘ ku bi ser Îranê ve ne êrîs anîn ser bajarên Kurdistanê Kerkûk, Singal, Xaneqîn û Tuzxurmatû û be ku astengî ji wan re derkeve derbasî nav van bajarên Kurdistanê bûn. Gelo çima li hember vê êrîsa artêsa Iraqê û Hesdî el Sabî li ser Kurdistanê, DYA û hêzên hevpeymanê bê deng man? Ji bo pirs bas bê fam kirin em ne li demek dirêj li van sapatên dawî tenê binêrin emê bighin hinek encaman. Weke tê zanin beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê DYA û welatên rojava ji kurdan xwestin referandûmê nekin, serokatiya Herêma Kurdistanê bi serokatiya birêz Mesud Barzanî ev pêsniyara Brîtanya û DYA red kir û referandûm çêkir û bi ya min rast kir. Pistî referandûmê Iraq, Îran û Tirkiyê gef li kurdan xwarin, kurd bi ambargoyê tehdît kirin. Ingilîzan bi DYA, Iraq, Îran û Tirkiyê re projeyek amade kirin û ji kurda re pêskes kirin. Ku kurd ji van herêmên ku lazim e li gor madeye 140î bêne çareser kirin vekisin hudûdên xwe yên beriya 2014an.
Pistî çend guftûgoyan civîna pêsin li Dokan çêbû hemû alî ketin vê civînê. Di vê civînê de birêz Barzanî vekirî dijberiya xwe li hember vê projeya ingilîz diyar kir û da fam kirin ku ew bi tu awayî vê projeyê qebul nakin. Pasê careke din berpirsê DYA Mc Gurk bi birêz Barzanî re civiya xwest wî qanii bike birêz Barzanî cardin dijberiya xwe da diyar kirin ku bi tu awayî vê projê qebûl nakin. Pistî ingilîzan fam kir birêz Barzanî projeya wan qebûl nake, ji vir û sûn de ingilîz bi DYA, Iraq, Îran û Tirkiyê re dest bi projeyeke nû kirin. Projeya wan ev bû ku bi hinek aliyên kurd re bi dizî li hev bikin ku bê astengî artêsa Iraqê û Hesdî el Sabî derbasî nav van bajarên kurd bibin.
Ingilîza vê rola ku hinek aliyên kurd qanii bikin da Îranê. Berpirsên Îranê bi hinek aliyên nav Yekîtiya Nistimanî Kurdistan re bi taybetî bi berpirsê asayîsa YNKê re bi dizî li hev kirin. Ku vê projeya Ingilîza bibin serî û ev proje divê hefta borî de pêk hat artêsa Iraqê bi Hesdî el Sabî re derbasî nav Kerkûkê û bajarên kurdan yên din bûn dema derbas bûn hêzên pêsmerge yên bi ser YNKê de bûn xwe dan alî û rê ji artêsa Iraq û Hesdî el Sabî re vebû bê asteng ketin nava Kerkûkê û bajarên din. Hêjayî gotinêye li nava Kerkûkê zêdeyî 10 hezar pêsmergeyê yekîtî û dor 2000 pêsmergeyê Partî hebûn.
Pirsek di cih de heye dibên çima pêsmergê PDK ser ne kirin? Biya min yek ji armanca vê projeya ingilîzan ku kurd serê hev bikin. Durbîna birêz Barzanî ev konetiya vê projê dît û fam kir ku pêsmergê Partî ser bikin wê ew û pêsmergê Yekîtî hev bikujin ji ber wê jî pêsmergê PDK ser nekirin. Em dikarin bêjin emrwakî li ser pêsmergê Partî ferz bû ya hûn ser nekin an jî hûn ser bikin hûnê serê pêsmergê Yekîtî bikin. Bi ya min li vir jî birêz Barzanî helwesteke milî û durbîn wergirt ku plana ingilîzan neçe serî. Li vir pirsek dikare bê kirin çawa ingilîz, DYA, Iraq, Îran û Tirkiyê dikarin li ser kurdan li hev bikin? Li vir her yek ji van dewletan li hember kurdan hesabekî wan hebû. Iraq, Îran û Tirkiyê hesabê wan esasî rê li ber avakirina dewleteke kurd bigirin.
Ingilîz û DYA çend hesabên wan bi hev re hene:
1- DAIS niha xelas dibe, ji bo ingilîz û DYA hinekî ku li sûna DAISê herêma rojhilata nêzîk û navîn tevlihev bikin lazim e ji bo projeya xwe ya rojhilata nêzîk û navîn bibin serî di vir de hesabê ingilîz û DYA li ser kurdan bû ku kurd rolek weha bilizîn. Bes birêz Barzanî pir askereye wê rolek weha negire ser xwe û rolek weha ku berjewendiyên milî yên kurdan nebe nelîze ji ber wê birêz Barzanî ji projeya Brîtanya û DYA re asteng bû xwestin bi vê projeya Kerkûkê Barzanî zeîf bikin da dev ji siyasetê berde.
2- Nehêlin nufûsa Rûsya li herêma rojhilata nêzîk û navîn fireh bibe.
3- Ingilîz ji zemanê Împaratoriya Osmanî hesab û planên wan yên li ser Kerkûkê bi serkevin.
Hêjayî gotinê ye ku beriya 2014an hemû petrola Kerkûkê di destê sîrketên Brîtanya yên weke BP û yên din debûn. Pistî Kerkûk kete destê kurdan ji dest ingilîzan derket. Niha diyare dîsa dikeve destê ingilîzan.
Ev çend roja Mesud Barzanî ji raya gistî ya Kurdistanê re napeyive sebebê wê ew e ku weke ingilîz dixwazin nayê hesabê wî weke ew dixwaze ji ber zora ingilîzan û DYA li ser wî nikare hêjaye kurd bi karibin wî fam bikin. Barzanî planê ingilîz, DYA, Iraq, Îran û Tirkiyê ku li ser kurdan li hev kiribûn puç derxist. Li herêmê niha hevalbendî û balansên nû çê dibin. Ev projeya ne di berjewendiyên Rûsya û Îsrailê de bû her weha ne di berjewendiyên Misir û Siûdiyê de bû. Heger DYA û Îran bibin hevalbend ne xerîbe dema ku niha Îsraîl û Siûdî xwe nêzî Rûsya dikin û Rûsya niha dixebite karta kurd ji destê DYA derxe. Kurd divê xwe ji guhertina re hazir bikin. Nêzîk ev krîza niha heye derbas dibe
çavkanî: Basnews-27-10-2017
Doç. Dr. Ekrem Önen