Berhema Hevkarî û Pîstgîriyê: Kobanî Azad Bû

Nuçeyên dawî behsa hendê dikin, ku Servanên YPG û Heza Pêsmergeyên Kurdistana Basur, temamiya bajarê Kobaniyê ji terorîstên DAIS paqij kîrîne.
Azad kirina Kobanî berê her tistê berhema hevkarî û hevxebata hêzên Kurdîstanî û pistgirî alîkariya nevnetewî ye.
Azad kirina Kobanî carekî dînê nîsan da, ku ji bona serketina tevgera azadiya Kurdistanê hevkariya hêzên Kurdistanî û pistigiriya navnetewî mercên serekî ne.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan ji azad kirina Kobanî ji aliyên hezên Kurdistanî ve dilxwes e û ji berxwedana Kobanî serbilind e.
Partiya sosyalîst a Kurdistan carekî dînê serxwesiya xwe pêskesê malbat û heval û hogîrên sehîdên berxwedana Kobanî dike.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan daxwaz ji hêzên Kurdistana Basurêrojava dike, ku serketina Kobaniyê bas bixwinin û hewleka pirtir bidin ji bona cî be cî kirina xalên Peymana Dihokê.
Serketîna Kobanî li hemu gelê Kurdistan pîroz be.
26 Kanuna Duwem 2015
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Dengê Kurdistan