69. salvegera Komara Kurdistanê li Kopenhagê hat pîroz kirin

Bi pêwana 69. salvegera Komara Kurdistanê li Mahabadê, Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) di roja 24.01.2015’an de li bajarê Kopenhagê merasimek pîrozbahîyê lidarxist.
Merasim li taxa Albertslund’ê bi rê ve çû ji seat 18.00’an heta derengî sevê berdewam kir. Di merasimê de gelek partî û rêxistinên kurdî besdar bûn û li ser Komara Kurdistanê axaftin kirin.
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî bi grûbek endam û sempatîzan besdarî merasimê bûn û axaftinek pêskês kirin.
PSK’ê di axaftina xwe de pîrozbahîyek germ li 69. salvegera Komara Kurdistanê kir û kar û berxwedana Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, rola nemir Qazî Mihemed û nemir Mele Mustafa Berzanî bilind nirxand û bal kisand ser wê yekê ku bi damezirandina Komara Kurdistanê re hestên netewî li tevaye Kurdistanê bêtir ges û bilind bûn û gelê kurd ji bo azadî û rizgarîya Kurdistanê dest bi tekosînên mezin kirin. Bi taybetî pêskeftinên li Basûrê Kurdistanê wek berhema vî tovê azadî û rizgarîya ku hetabû belav kirin hat destnîsan kirin.
Wek ku tê zanîn Komara Kurdistanê di bin reberîya nemir pêsawa Qazî Mihemed de û bi parêzvanîya nemir Mele Mustafa Berzanî di roja 22. Cileya Pasîn a sala 1946’an de li bajarê Mahabadê hatibû îlan kirin, lê mixabin Komara Kurdistanê tenê 11 mehan karîbû li ser lingan bimînê, ango di roja 17.12.1946’an de komar hat ruxandin.
Pistî ku Amerîka, Îngîltere û Sovyet û hwd. di 2. Serê Cihanê de Nazîalmanya têk birin û peyman li gel hev girêdan, Sovyet cêsên xwe ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê pas de kisand. Ev yek jî bû sedem ku Rejima Îranê êrîsên giran bibê ser Komara Kurdistanê û wê birûxînê. Pêsewa Qazî Mihemed û çendîn rêhevalên wî jî di roja 31.03.1947’an de li Meydana Çarçira hatin bidarvekirin û canê xwe ji bo welat û gelê xwe feda kirin.
Yilmaz Yildiz
Kopenhag
Dengê Kurdistan