Berjewendîya DYA
Kurd li Rohelata Navîn wakû milet dijên.Welatê kurdan, li Kurdistanê bin erd û ser erdê’ çavkanîyên dewlemendî zêde hene. Bo vê setemê cîranê kurdan û welatin kolîdar(emperyalîz) tim tilîyên xwe ji Kurdistanê dûr nexistine. Dujminên kurdan Kurdistan kirine zevîyê mînan. Ji ber ku Kurdistan welatekî dewlemend e. Kurdistan par kirine û gor dilê xwe çavkanîyên dewlemendî sopandine.Di vê rewsê da Kurd jî li welatê xwe da, bi dilê xwe nejîyan e.
Sukir xwedê;niha li Kurdistana Basûr Kurd azadin. Wa jî bo parên Kurdistanê din bûye hêvî û nimûne. Bi teybetî van salên dawîyê da ABD û Ingilîz,bo berjewendîn xwe alîkarî ya Kurdistana Basûr kirin. Dema belê wan welatan alîkarîya Sedam Huseyîn jî dikirin û welatê me disopan din.
Li belê êdî ABD û Ingilîz jî dîzanin ku bi rêya belê nikanin mîna belê Kurdistanê bisopînin.Bo vê setemê ABD û Ingilîzan li Kurdistana Basûr formîla federasyonê dane pêsîya xwe. Giranîya formîla federasyoê jî dane ser milê kurdin Basûr. Xuya dike ku ABD û Ingilîz, formîla federasyonê bo tirkan jî dixwezin. Ji ber ku ew naxwazin ku,bi tirkan ra tikilîyên xwe qut bikin. Tirk dostên wan ên belê ne û ji Kurdistanê jî naxwazin dûr bikevin. Bawarîya ABD û Ingilîzan bi ereban tune.Va jî setemek mezin e.
Ez bawar dikim ku DYA û Ingilîzan dixwazin ku Kurdistana mezin bi tirkan ra bibe Kurdistana federal.Bi teybetî tirk formîla federasyon ra ne amedene. Va jî bo kurdan û ABD ê ra astenge.
Ez bi xwe dil sayî dixwazim ku Kurdistana mezin bi tirkan ra bibe Kurdistana federal. Gelo çima?
_ Di vê dema da rewsa Kurdistana biserxwe tûne.
_ Bo kurdan ya helê girîng mafên xwe yên netewe girtin e.
_ Par bûna Kurdistanê li holê radibe û dibe yek par.
_ Kurd bi tirkan ra dikanin bibin endamê Ewropa.
_ Zimanê kurdî xwe zû komdike û dibe zimanê binge.
_ Piranîya kurdan zimanê tirkî dizanin û gelek Kurd li Tirkiye yê dijin.
Lê belê tirk dixwazin ku hemû deman kurdan bixapînin. Serokwezîrê Tirkiyeyê û serokê AKP- ê Recep Tayyip Erdogan di civîna grupa partiya xwe ya li parlamentoyê de wiha got:’ Dibe ku zimanê kurdî bibe zimanê bijare.’Va gotinê Tayyip Erdogan kenê ber gîrîyê ye’ ABD û Ingilîzan hemû rê li ber Erdogan qut kirine.Tayyip Erdogan jî dizane ku qet rêk ber Erdogan nemaye. Bike tizan neke tizan gerê bide heqê guzan.
Kurd dixwazin ku li Kurdistana Bakur hemû perwerde bi zimanê kurdî be û zimanê tirkî jî wekû zimanê bijare bê fêr kirin. Dema ku Kurd,bi hevra pas doza xwe dûr nekevin,ABD û Ingilîz jî ji tirkan Kurdistana federal dixwazin. Ji ber ku berjewandîya DYA û Ingilîzan di Kurdistana federal da ye û bawarîya wan bi birêz Mesut Barzanî heye.