Beyana HAK-PARê li ser êrisa teroristî li Hewlêrê

JI BO RAYA GISTI
Her wek tê zanîn ku roja 19.11.2014 yan li paytextê Kurdistana Basûr Hewlêrê, seyareyek bombebarkirî ji alîyê terorîstek ve hatîye peqandin u li encama vê peqanê de,mixabin ku, du kesên hêza ewlekarîyê u du kes jî, ji nistevanan hatine kustin, her wiha gelek kes ji birîndar bune.
Li gor agahîyan,terörist bi mebesta berhewakirina avahîya wileyeta Hewlêrê xwsetîye ku nêzîk bibe lê hêzên ewlekarîyê,pêsî lê girtine. Terorist,div ê demede seyera bombebarkirî peqandîye.Bi vê peqînê re, gelek avahi u seyare sewitîne u xesara maddi gelek zedeye.
Partîya me, HAKPAR / Partîya Maf u azadîyan,vê tevgera ku ji mirovatîyê bêpare, bi tundî sermezar dike.
Em dizanin ku ev tevgera terorist rast u rast dixwaze ku yekîtiya Kurdan têk bibe. Ev tevger ji bo çehvtirsandina gele Kurdistanê ye.
Lê, tu hêzêk nikare pêsî li yekîtîya gelê Kurd bigre.
Gelê Kurdistanê, wê bi dilsozî van leyîstikan pûç derîne.
Em bi dilgermi sersaxî didin hemu Kurdistanîyan.Hîvîdarin ku kesê birîndar, rojek zutir bigêjin tensaxîya xwe.
Bijî yekîtîya gelê Kurd,Bimrin dijminê azadî u mirovatîyê.
21.11.2014
A.Latif EPÖZDEMIR
Cîgire Serokê Gistî
Partîya Maf û Azadîyan
Dengê Kurdistan