HAK-PAR: Divê hemu rewsenbîr u zanîyarên welêt pistgirîya Rêzdar Kadri Yildirim bikin!

JI ÇAPEMENI U RAYA GISTI RE
Her wekî ku tê zanîn, roja sêsem a 18 Sermawez a sala 2014 an, li ser talîmata Serdozgerê Komarê ya Mêrdînê, bi sedema lêpirsînek ku ji mêj ve hatibû vekirin, çend karmendên zanîngeha Artukluyê hatin derdest kirin.
Ev buyer di çapemenîyan de bi sîweyek nelirê u bêbinyad ,hat wesandin.Çapemenîyan dîyarkirin ku goya di operasyona gendelîkarîyê de, navê Prof. Dr. Kadri Yildirim jî derketîye pês.
Rêveberê Enstîtuya Zimanê Zindî li Zanîngeya Artukluyê Prof. Dr. Kadri Yildirim ku ji aliyê raya gistî gelek ji nêz ve tê nasîn, di van çar salên dawî de bi xebatên ku kirine, ji aliyê raya gistî ve hatiye pesindayîn. Lê pir mixabin di nûçeyên ku di çapemeniyê de cih girtine Rêzdar Kadri Yildirim, wek ku ketibe nav gendeliya îhaleyê hatiye nisan kirin.
Em ne bawerin ku ev tist rast be. Bi raya me rêzdar Yildirim zaniyarek bijare u destpake u ew teklî karê kirêt nabe.Lewra em van nuçeyên çapemenîyan a xirapgo durî sirust u exlaq u etîkê dibinin.Ev kesên ku bi vî siklî Kadri Yildirim resbaran dikin,ew ji xebat u sêwaza wî nerihet u bêzarin.Ew beramber bi enstituya ziman u edebyeta Kurdi ne xwesbînin.
Helbet lazime ku civak ji hemu kiretî,gendelî u karubarên nelirê were paqij kirin.Civatek paqij daxwazîya hemu kesên dilpake.Lê ev yek divê bi rê u sêwazek rasteqîn were mesandin.Bi buxtan u reskirinê karwanê paqijîyê namese,edlahî pêk nayê.
Ez li ser navê xwe u partiya me, HAKPAR/ Partîya Maf u Azadîyan, van kiryarên ku mebesta wan reskirin u bêsiyanetkirina Kadri Yildirim e, sermezar dikim.
Lazime rojek zutir ev mesele were zelal kirin.
Divê ev leyistik were puç kirin, qedir u sîyaneta Kadriil Yildirim were parastin.
Divê hemu rewsenbîr u zanîyarên welêt pistgirîya Rêzdar Kadri Yildirim bikin..
Kadri Yildirim bêkes nîne.
20.11.2014
A.Latif EPÖZDEMIR
Cîgirê Serokê HAK-PARê
Dengê Kurdistan