Nûçe

Bi Nivîskar Riza Çolpan ra Hevpeyvînek

Xwendewanên heja min wê car jî hevpeyvînek bi kirîvê xwe, welatparez, nivîskar Riza Çolpan ra kir, min pirs kir wî dur û dirêj ser jîyana xwe û kar û xebatê û hesrata xwe me agahtar kir. Ew hevpeyvînê da bawerdikim hûn jî derheqê birêz Çolpan da bir tistên balkes bixwînin. Heta niha 23 pirtûke xwe birêz Çolpan çapbûne.

Necla Çamlibel

N Ç: Birêz Riza Çolpan tu dikaribî bi kurtî xwe ji me ra bidî nasandin?

R Ç: Belê, çawa ku hûn jî dizanin navê min Riza Çolpan e. Ez li herêma Dersim, di gundê ku navê xwe Kûpik, girêdayîyê liwa Moxindîyê, qeza Mêzgirê ye. Di Payîza sala 1935’an da hatime cîhan. Du navê malbata me heye. Li hêla herêma qeza Depê, -ku îro navê wê bajarokê, Romê kirîye Karakoçan- ji malbata me ra ‘Mala Guran’ dibêjin, ku çîroka vî navê malbatê, min di herdu çapên bîranînên xwe da -bi Tirkî û Kurdî- dûr û dirêj nivîsîye. Li hêla herêma Mezgirê, bi taybetî li hêla ‘Newala Karê’ jî, ji malbata me ra ‘Mala Alê Memê Sivan’ dibêjin. Ji ber ku bapîrê min sêwî maye, dûra bûye sivanê Gêdûk Axayê esîra Îzol, gundê nav Mastan, dûra jî bûye colegê Serokê esîra Bamasûr, Seîd Bertalê gundê Lodek. Ev çîrok jî gelek dirêj e.

N Ç: Ji kerema xwe tu dikaribî ji me ra hinek qal û behsa zarokatîya xwe bikî?

R Ç: ‘Belê, li gor gotina dîya min a dilovan, bavê min û ew zeryana ku pistî min di zikê dayîka min da derdixîne û navika min jêdike, lasê min jî bi xwê dike, ango pîrik Ana Senema dilovan, ez berî tevkustina Dersima xopan, hatime vê cîhana derewîn. Bi taybetî dîya min ji min ra: ‘Wext Payîz bû, bavê te li tev Kekê te Husên çûbûn li Bargê ‘navê cîyekîye- çilo dibirîyan, ez jî çûbûm zevîya Mêrga Seîd min pembû kom
dikir. Yekcar êsek ket zikê min, ez bi lez dagerîyam malê, jinên cîranan li dor min kom bûn, pistî jan û êsek giran tu hatî vê cîhanê, Ana Senem navika te jêkir, mizgîn ji bavê te Alî ra sand.

Bavê te gelek dilsa bû, ji Ana Senem ra fîstanek kirîya jibo mizgîna wê. Sê sev jî keç û xortên gund di malê da jibo te kêf kirin, ketin govendê,dîlanî destpêbû; wan kilam û stran gotin, leyîstin, li min payan, hemû cîranan cur be cur xwarin, ango Sîr, Zerfet, Keske, Qawût, kilorên bi rûnî, nanê tawê anîn, ta ku ez rabim ser lingan. Navê te jî Ana Xanim, jina Seîd Bektas, ku ew xuska Sah Husên Begê Pilemorîyê bû. Wê navê lavê xwe yê mirî da te. Navê lawê wê Riza bû, lê hêj du salinî bû, bi nexwesîya sorikan ve mir. Di ses mehîna te da diranên te derketin, me jibo adet û toreyên gel danîyê diranan keland, li tev kakil û kuncîyan belav kir. Îcar pistî ku tu li ser lingan ketî, kilora lingên te Derwêsê kurê xalê bavê te, lawê Husênê Awês û Gulmistefa yê Hesê, Kekê Bavo û çend xortên din revandin. Pistî wê rojê êdî her sev tu di pasila Ana Xanim da radizîyayî diketî xewê. Wê tu kiribûyî dewsa kurê xwe. Diçû ku, wê tu li tev xwe dibirî digerandî, jana cîgerê bi hebûna te ji xwe ra pîçekî sivik dikir. Ango wê çend zarokên xwe wenda kiribû, kesîba Xwedê bî mabû. Ango mêrê wî Seîd Bektasê dilovan, pistî serê Sêx Seîd Efendî, çûbû Mezira Gazê, mala xalê min Husên Axayê Îzolî, ku ew Mezire, mezira gundê Qelesqelan, girêdayîyê qeza Depê ye.

Sevekî li wir Yado, Serdarê leskerên Sêx Seîd Efendî, qol davêje ser Mezira Gazê, gelek kesan dikuje, ji wan kustîyan yek jî Seîd Bektas bû. Ango çûbû mêvandarîya xalanên min. Li vê herêma me jî, ji Seîd Bektas ra ‘Çapanoxlû’ digotin. Çira ‘Çapanoxlû’ digotin ez nizanim.

Tu dizanî em him di xanîyê Seîd Bektas da rûdinin û him jî em colegên wî ne, ji jina wî Ana Xanim ra merebatîyê dikin. Kurê Seîd Bektas, ê mezin, ango nixurî Muslim li vî gundî, li tev pismamê xwe Bavoyê Kekê, Îmamê Seîd kustin herdu revîyan çûn. Muslim çû Baybûrtê li gundê nav Lîpana li wir zewicî, Bavo jî sê zarokên xwe û jina xwe ya ciwan Ana Senem cîhîst, ew jî çû qeza Têrcanê li gundê Mixare yê, li vir bi
jinek bî ra zewicî, niha li vir e. Sê zarok û Ana Senem jî di stuyê bavê te da man, ku tu bi xwe jî dibînî. Yado jî gor ku digotin, di serê kevkujîya Sêx Seîd Efendî da Serokê esîra me Mele Ûsif û Necîb Axayê Oxîyê, Serokê esîra Sadîyan ji dewleta Romê ra alîkarî dikin, heta gelek kesên van herdu esîran, pistî têkçûyîna ser, çûbûn talana
kustîyan. Yado jî jibo tol standinê qol avêtîbû ser Mezira Gazê. Apê te Husên di wê demê da hevalê Yado bû, wî navê Yado da kurê xwe yê biçûk, ango pismamê te Yado. Pismamê te Yado ji te 5-6 sal mezintir e.

Tu wexta ku êdî li ser lingan ketî, te destpêka mesandinê kir mesîyayî, nizam te li ku, li devê kê bihîstibû, te her dem bi xwe bi xwe ra ‘Derdo-derdo’ digot, wekî dengbêjekî distrand. Jibo wê derdo-derdo ya te, Ana Xanim ji me ra: ‘Dê di vî ‘Derdo-derdo’ gotina Rizê minê pizêz da tistekî vesartî heye. Ez hêvî dikim ji gelê me
Dersimîyan ra tevkustinek wekî tevkustina Filan û ê serê Sêx Seîd Efendî nebe’ got, lê bi rastî pirr dem derbas nabû, tevkujîya Dersim destpê bû, pistî zilm û zorek barbarî û kustina bi deh hezaran ve, tejî ew kilama xwe ya ‘Derdo-derdo’ ji bîrkir; me carek dî di devê te da nebihîst.

Belê, jibo vê gotina dîya min, bavê min û Ana Senem, ez bawer im, ez di Payîza sala 1935’an da hatime cîhan, lê li pistî tevkustina Dersimê, Rom bi fîllî dikeve Dersimê, ên ku nehatine kustin wana jibo hemwelatîya xwe qeyd dike, ku qeyda min jî dinivîsîne 18-2-1938, ku ev sedî sed ne rast e. Ango çawa ku min ji te ra got, ez di Payîza sala 1935’an da hatime cîhan, îro jî temena min bûye 81. Ango kal û
kokimekî 81 salî.

Niha ez dagerim werim ser gelsa zaroktîya xwe. Zaroktîya min çawa debas bûye.

Zaroktîya min di nav kesîbî û belengazîyê da derbas bû. Ez di zaroktîya xwe da lawikekî por kejik bûm. Wexta ku êdî ez bûm sivanê kar, berx û golikan, salên min bûn ses, heft, dîya min û bavê min, bi diwa porê min birîyan, jêkirin, ez bûm lawikekî por pûlik. Dîya min heya çardeh (14) salîna min ew porê min kiribû kîsekî cawê sipî
vesartibû, dûra çi kir nizanim.

Qet di bîra min da naçe, bi cawê sipî tenê li ser lasê min fîstanekî min hebû, dîya min nizanim wê li ku destmalek ewrîsim, reng kesk standibû, ew li ser navpîla hûçikê fîstanê min, ê çepê da dûritibû, min jî ew destmala xwe ya kesk pirr hez dikir û pê wê dilsa dibûm.

Ez bawer im di sala 1941-42 bû. Nexwesîya xurîyan, sorikan, nîrkutik û jana zirav wekî çorek giran ketibûn nav gelê me, mirin dipijiqandin. Li milê dî birçîbûn, li tev wan nexwesîyên erjeng, ji gelê me ra bûbûn Ezraîl. Bi wan nexwesîyan di gundê me yê 52 xane da 27 zarok, xort, jin û mêr mirin; hin kes jî bi çavan kor bûn. Li gundê Qurqurikê ku 75 xanê bû, li wir jî 92 kes mirin, ku êdî saxan nedikaribûn goran
bikolin, meyîtan çal bikin. Min jî nexwesîya xurîyan li tev hemû xusk û birayên xwe bi sivikî derbas kir em nemirin. Qet ji bîrnakim. Di wê nexwesîyê da dîya min lepik kiribûn destê min, ku ez xwe nexurînim, rûyê xwe bi derneyîn nekim. Di kêleka min da rûdinist, bi paçekî ve vizik li ser rûyê min diqewitan û dûr dixist.

Belê, ez di zaroktîya xwe da lawikekî gelek jêhat, bi his, di gund da mînak bûm. Bavê min di wê herêma me da rêçberekî bijar, di wî warî da kesekî bi nav û deng bû. Cotê ku wî diajot, zevîyên ku wî avdida,kesekî ev karana wekî wî nedikir. Ew jibo çandinîyê pispor û mamosteyê hemû gundîyan bû. Ez jî bûbûm sagirtê wî. Ji ber vê yekê jî
gundîyan:’Çira Xwedê kurekî wekî Rizê ne da me’ digotin. Ango ez di gundê xwe da lawikekî mînak bûm. Di wan salan da min das diçinîya, cot diajot, çilo dibirîya; ango wekî xortekî 17-18 salî.

Di Payîza sala 1946’an da ez lawikekî yanzdeh salî bûm. Di demek wer da ez dizî çûm dibistana gundê nav Sîlk, min xwe qeyd kir; lê haya dîya min ji vê gelsê ra hebû. Wê jî pirr dixwast ku ez bixwînim, ya bibim karmendekî dewlata Tirk, yan jî mamosteyê dibistanan. Jixwe heya wê roj û wê salê, tenê du dibistan li gundê me nêzik bûn.

Yek, dibistana gundê Moxindîyê -Romê ew gund kiribû liwa, ango nahîye, niha nav wî gundî danîye ‘Darîkent’ ku garis li ser wî erdî sîn nabe. Li wir him leskergehek û him jî dibistanekî çêkiribû, kurê Axakî gundê Çarsancaqê, ku navê gund ‘Qêçîyan’ bû, kiribû Serkar, ango Midûr. Min cara yekem kurtikê sîsik, taxima cilên nûjen li ser lasê wî, qirawetek rengîn jî di stuyê wî da dîtibû, ku wan cil û kincan gelek bala min kisandibûn ser xwe. Belê ew kurtikê sîsik, taxima kinc û cilên nûjen û qiraweta rengîn ketibûn xewnê minê sevan. Min her sev di xewnên xwe da ew kurtikê sipî, taxima cil û qiraweta rengîn didît, di rojan da jî, ew di demcameyên min da bûn- dibistana duwem jî li Sîlkê çêkiribû. Sîlk bêtir li gundê me nêzik bû û nêzike jî.

Belê, ez bi dizîyê bav û Kekê xwe çûbûm dibistana Sîlkê, min xwe qeyd kiri bû, lê ez ne diçûm dibistanê. Ji ber ku nediwêrîyam ji bav û Kekê xwe ra bibêjim. -Kekê minê dilovan Husên, bi bavê em bira bûn. Dîya wî mirî bû, dûra pistî 15-20 salî bavê min ji dîya min ra dizewice- Ji ber ku Kekê min û bavê min ne dixwastin ez herim dibistana dijmin. Qet ji bîrnakim, di rojek meha çirîya pêsin, pistî nîvroj, du zeftîye, ango du cendermeyên Romê, li tev Serbexo, ango muxtarê gund hatin pês derîyê me, gazî bavê min kirin, ji bavê min ra: ‘Alî, we lawê xwe Riza birîye qeyd kirîye, lê we ew nesandîye dibistanê’ gotin, bavê min sasû metal bû. Ji ber ku hayê wî li wê gelsa qeyda mina dibistanê tunebû, ev yek. A duwem jî wî kalê reben qet peyvek Tirkî nedizanibû, ku biaxife. Gundê ku qeyda me li wir bû, gundê nav Lodek, Serbexo jî -Heya vê rojê jî qeyda min û sê zarokên min li ser wî gundî ye- Heyderê Qiçik, ango Haydar Akagunduz, bapîrê Husên Alî Akagunduzê dilovan bû. Wî gotinên cenderman ji bavê min ra çat û pat werdigerande Kurdî. Cenderman ji bavê min ra: ‘Divê tu lawê xwe bisînî dibistanê. Eger ku naxwazî, ev zagon û fermana dewletê ye, divê tu 150 panginot diraf bidî dewletê’ gotin, bavê minê kesîb û belengazê Xwedê li ku 150 panginot diraf bidîtana û bidana dewleta Roma Res.

Dirêj nekim, bavê min bê havil ma ez sandim dibistanê, lê bê lênûsk, pênûs û pirtûk. Wî û Kekê min bi têra dilên xwe li min xistin, ez bi qencî kutam. Dûra dîya min bi parçekî cawê malê, ango cawê sipî ji min ra çeltek dûrit, nanekî nîv ce û genim kir çelteyê min ez sandim dibistana gundê nav Sîlk. Zarok û xortên 5 gundan dihatin dibistana Sîlkê. Xortên 19-20 salî li tev hemsalên min û ji min biçûktir di pola yekem da dixwendin û wexta ku ew pîçekî fêre zimanê Tirkî dibûn dewleta har ew xortana yekser disand leskerîyê. Hejmara hemû sagirtên 5 gundan, nêzî 250 kesan bû. Mamosteyê me yê yekem, gundîyekî Berrêz Kemal Bûrkay, Sukrî Can bû. Sukrî Can Fêrmend, ango Egîtmen bû. Roja ku ez li tev hemû sagirtan ketim hundur ode ya polê, min qet peyvikek bi zimanê Tirk nedizanibû. Wexta ku mamoste Sukrî Can di derîyê oda polê da kete hundur, hemû sagirt wekî gogek lastîk hilfirîyan ser lingan, ez jî li tev wan, îcar mamoste Sukrî Can: ‘Gunaydin çocuklar’ ango ‘Zarokino roja we ronî’ got, hemûyan bi hevra ‘Sax ol’ ango ‘Tu saxbe’ gotin, vêca mamoste destpêka sonda neteweyî, ango sonda nijadperestî û fasîst kir ‘Ez Tirk im, jîr im, jêhat im, hebûna min pêskêse welatê min be’ got, sagirtan jî ew sopand, lê min qet tistek ji wan gotinan fam nekir, dûra hêdî-hêdî ez jî fêr bûm, bûn sagirtekî bijar û jîr. Pistî çend mehan êdî ez bi qencî fêre zimanê Tirkî bûm, mamoste Sukrî Can ez kirim xefîye, ango casê gundê min Kûpik. Li gor daxwazîya mamoste, sagirtên gund, eger ku li gund, di nav xwe da ji hevra bi Kurdî qise kirin, divîyabû rojtira dî min ew rewsa ji mamoste ra bigotana, mamoste jî ew bi qencî bikutana. Lê bereket mala me ji navenda gund dûr bû, min hevalên xwe nedidîtin, ku ez wê daxwazîya mamoste bînim cî. Pistî sê meh, dewletê mamoste Sukrî Can sand gundekî dî, vêca di dewsa wî da bavê Kemal Burkay, mamosteyê dilovan Riza Burkay hat, lê ew jî pirr nesekinî, pistî demek kurt ew jî sandin cîyekî dî, vêca dîsa gundîyekî Kemal Burkay, nav Xidir Yesîltepe hat bû mamosteyê me. Xidir Yesîltepe di dibistana mamostan, a Akçedaxê nû kuta kiribû dewletê ew sandibûn gundê Sîlkê. Ango dewleta zalim û dagirkar, Kurd bi destê Kurdan dida pisavtin. Ango helandin û asîmîlekirin. Mamoste Xidir Yesîltepe ciwan xortekî gelek xudan otorîter û dîsîplîn, xudan dengekî xwesik bû. Wî sirusta Romê ‘Netirse, venamire ev berbangana’ gelek-gelek xwes distira û ji me ra jî ji dil qal û behsa rindîya karê dewletê û Mistê kor dikir, ew zalim û qetîlkarê gelê xwe dibir li ser çîyayê Everest, Agirî û Cûdî datîna; dikir zanyar, fîlozof, mêrxwasekî wekî Rustemê Zal. Digot ‘Mistefa Kemal, di tunebûnê da welatek û gehlek, ango xelkekî nû afirand.

Belê wî usa pesna dijminê gelê xwe dida û heftê da carek jî sehêt, ango qontrola risk, nûtik û sipîhyan hebû. Ev daxwazî û fermana mamoste Xidir bû, lê sagirtê ku di cilên wî da sipîh û nûtik tunebana, tunebû. Jixwe di bin çengê me gelek sagirtan da sipîh û nûtikan hêlîn çekiribûn. Ji ber ku gel pêrîsan, reben, bê derman û bê diraf mabû.
Por me hemû sagirtan jî bi cawbirê, ango bi meqesê, wekî bizin û mîyan hatibû birandin. Nan tunebû ku gel bixwarina. Rewsa jîyanê gelek xirab û erjeng bû. Ku heye eger hêzek wekî gotina gel Xwedê, ji kesî nede temasekirin.

Belê, ji babetê dûrnekevim. Wexta ku mamoste Xidir di bin çengê yekî da sipîh, yan jî nûtikek didît, wî ew nûtik, yan jî sipîh ji sagirt dida xwarin. Ango bi zorê. Mamoste Xidir mirovekî usa bû.

Min heya pola sêyem li gundê Sîlkê xwend. Bê guman û bê derew, ez di nav hemû sagirtan da satirteki herî jîr û bijar bûm. Pistî qedandina pola sêyem, di sala 1949’an da dibistanek dî, gelek nêzî gundê me, gundê nav ‘Qurqurik’ di taxa nav ‘Zênan’ da çêbû, min pola çarem û pêncem di wê dibistanê da xwend. Di wê dibistanê da em sagirtên sê gundan hebûn. Kûpik, Lodek û Qurqurik. Li wir di destpêkê da sê mamoste yê me hebûn. Yek: Haydar Akbayîrê gundê Golanê, endamê esîra Babamansûr. Ji wî ra ‘Xidir’ jî digotin. Ê duwem, Mistefa Sahîn. Ew jî endamekî esîra Xiran, ji gundê Mezira Resê bû. Ê sêyem nav ‘Kaya’ lê bi rastî mamostekî bijar, xwesmêrekî delal bû. -bibûrîn xuskê pasnavê wî di hisê min da nemaye. Ji ber ku ew bi zû sandin cîyekî dî. Ew bi eslê xwe ve File, ango Ermenîyekî herêma Çarsancaqê bû- Dirêj nekim, min heya pola pêcem di dibistana gundê nav ‘Qurqurik’ da xwend. Di hemû pênc sal xwendina min da, xalê minê dilovan, Ezîzê Qîya yê Îsê Alê, -ku ew gundîyekî gundê nav ‘Rîçik’ e- ji min ra alîkarî dikir. Kurê wî yê mezin Keko yê dilovan, ji min mezintir bû. Wî di dibistana Moxindîyê da, heya pola pêncemîn xwendîbû û biruntî, ango dîploma standibû, xalê min pirtûkên wî didan min, min bi pirtûkên kurxalê xwe ve dixwend. Dîsa bê derew ez di pola çarem û pencemîn da jî sagirtekî bijar û jîr bûm. Di dersên dîrokê da qet kesek ji min ra nediket lecê. Tenê matematîka hevalekî ji min bastir bû, ku ew jî Mamoste Mistefa Sahîn di mala wî da dima, -ango bi kirê- wî ji wî ra alîkarî dikir. Navê wî hevalî ‘Îmam Aydin’ bû, me ji wî ra: ‘Îmamê lawê Rizê Hesikê’ digot. Bi rastî Îmam hevalekî minê hêja, jîr, jêhat û bi his bû; di zikê dem û wextê da ketibû bankek dewletê, li wir bûbû Serkar, ango Midûr. Min bihîst çend sal berê ew jî mirîye çûye heqîya xwe. Axa wî zêde, rama xweza li ser axa wî be.

Belê, sal 1951, di mehan da jî, meha Avrêlê, ango Nîsanê bû. Mamoste Haydar Akbayîr ji me hemû sagirtan, jibo wêneyê biruntîyê 50 quris xwast. Dibistan jî di yekê meha Gulanê da diket betlanê, derî heya meha Îlonê dihat dadan. Ango divîyabû me di berî yekê Gulanê da biruntîya xwe bistandana. Di wê dem û çaxê da sermîyanê malê jî Kekê min Husên bû, lê Kekê min ji min hesûdî dikir, her roj hincetek, manek derdixist, ez didam ber kulm û sîmaqan. Ango bûbû dijminê min. Ji min ra: ‘Tu wexta ku li tev min li ser sifrê rûdinî, kêvçî dikî nav xwarinê, ez wer pejn dikim ku tu bi kêvçî çavên min derdixînî dixwê’ digot. Car-car jî li hember çavên min li bavê min û dîya min dixist. Ji ber ku di wê demê da bavê min gelek kal bûbû û him jî nedixwast ku ji wî ra ser bikê. Min wexta ku ji Kekê xwe Husên 50 quris diraf xwast, ew yekser li cinan ket, rabû hemû pirtûkên min li hember çavên min û dîya min û bavê min, kir sobê hemû sewitand. Bi sewitandina pirtûkan jî têr nebû, vêca dest avit porê min, xwast ku serê min di derîyê sobê da bike hundur agirê sobê bisewitîne, dîya min û bavê min, li tev jina wî, bûka mina delal, nav Kûbar ez bi zorê li dest wî rizgar kirim. Çer ku wan ez di testê wî da rizgar kirim, ez bi bez revîyam, min bazda der, çûm ji wî rizgar bûm.

Qet ji bîrnakim, di rojan da roja Sêsem, 13’yê Avrêlê; ango Nîsanê bû. Di seva wê rojê da, ez di mala Ana Senem da mam, rojtira dî, ez li tev kurê Ana Senem, -ku bavê min ew xwedî kiribû, li tev xusk û Kekê wî Keko. Keko hêj xwes e, salên wî ji 100’î derbas bûne- Îmamê dilovan, çûm gundê Gultan, mala Xaltîya wî û zavayê wî Tosê Cafê Sarê. Di wê demê da kur-xaltîyê Îmamê Ezîz jî dixwast kargeran bibe Edenê, jibo kulbeya pembû. Di wan salanda ew kesên ku karger dibirin Edenê, ji wan
ra ‘Elcî’ digotin.

Dirêj nekim Ezîz nexwast min jî li tev xwe û êrxatê bibe. Ji ber ku wî ez zarok didîtim. Bi rastî jî ez li gor hemsalên xwe gelek jar,bêhêz dihatim xuyakirin, lê di rastîyê da ez wekî dîtina Kek Ezîz nebûn. Gelek jîr û jêhat bûm. Her çiqas ku Ezîz ji min ra: ‘Te li tev xwe nabim, tu hêj zarokî’ got jî, lê bavê wî Ap Tosinê dilovan ‘Divê tu Rizê min li tev xwe bibî, Rizê min wekî sêr e, ew te sermezar nake’ got û rojtîra dî em nêzî 40 kes gundîyên Rîçik, Gultan, Teman, Goman û Cosikê rêketin, çûn li gundê Macîran -Niha navê wî gundî Kovancîyan e bûye qeza,- li kamyonekî siwar bûn, çûn Xarpitê, rojtîra dî dîsa li kamyonekî siwar bûn pistî 24 seatan me xwe gîhand Edenê, taxa ‘Kuru Korprîyê, li pês derîyê xanekî da peya bûn, di wê xanê da qase heftekî man, dûra em çûn bajarokê ku jê ra ‘Karahîsalî’ dibêjin, li wir du hefte, di rêyâ resayî da xebitîyan, pasê em dagerîyan Edenê, di gundan da me destpêka kulbekirina pembû kir. Min heya dûwahîya sala 1952’yan, di navbera gundê xwe û Edenê da tesî rist, çûm û hatim. Bavê minê dilovan, di 14’yê meha Avrêlê, sala 1953’yan da mir çû heqîya xwe. Di wê demê, heya Avrêla sala 1954’an min li cem Kekê xwe Husên debar kir, lê Kekê min cîhan ji min ra tarî, jîyan jî ji min ra kir jehr; êdî ez bêgav mam ku derkevim û derketim jî; vêca jî min yekser berê xwe da Stenbola xewnan. Di meha Gulanê da min Stenbol, Qasimpasa, kûçe yê nav ‘Gulxane’ jimar pazdeh, ji xwe ra kir cî û war. Ew cî avahîya çayxanek Mistefa yê Xolxolî -îro jî dewleta Romê Xolxol kirîye bajerok, nav jî danîye Yayladere. Berê gundekî qeza Gêxîyê bû- bû, cîyê min jî jêrzemîna binê nerdigana wê avahîyê bû, li ser kaxizê torbeyên çîmento da bê nîvîn û lihêf radizîyam diketim xewê. Di destpêkê da ez li wir mam û min di cure cure karan da min kar kir, xebitîyam. Pasê ketim karxana seravê. Di sala 1955’an, di bûyera 6-7 Îlonê da bi awerte ya leskerî , seat yanzdehê sevê da hatim girtin, qasî pênc mehan di girtîxana leskergeha Selîmîye û leskergeha Qonaxa Sîrkecî yê da mam, dûra min fîrar kir derketim çûm Bûrsa yê, di liwa nav Tirilîye, di mala Husên Doxanê ku di tevkustina Dersimê da ew nefî kiribûn, sandibûn wir, bûm mêvan. Ez qasî ses mehan di wê malê da mam, dûra dîsa dagerîyam Stenbolê, vêca jî ez di qilabên sevan li Beyoxlîyê, gazîno û asxanan da bûm komî, bûm garson min kar kir. Di 16’yê Çirîya pêsin, 1959’an da ez bûm leskerê behrê, ango Bahrîye. Min sê sal ji dewleta Romê ra leskerî kir, pistî teskere girtinê, vêca min berê xwe da girava nav Qibris, li Îskenderûnê kestîyê siwar bûm, di 22 yê Çilêyê pêsin da li îstîngeha Larnaka yê peya bûm, lingê min ketin ser resayîya wê giravê.

Belê, kesên ku dixwazin bi tevahî di warê jîyana min da serwext û agadar bibin, ew dikaribin bîranînên min peyda bikin û bixwînin. Bes û çapa yekem, bi zara dayîka min, ango bi zarava Kurmancî ‘Jan û Jîyan, Serhatî û Bîranînên Min’ Wesanên Veng.. Çapa bi zimanê Tirkî ‘Coxrafyasinî Arayan Irmak, Jan û Jîyan’ Wesanên Doz. Ango ‘Çemê Ku Li Erdnîgarîya Xwe Digere, Jan û Jîyan.

N Ç: Ez usa dizanim ku canabê te perwerdeya bilind nedîtîye, di zanîngehan da jî te nexwendîye, lê tu helbestan û cur be cur pirtûkan dinivîsînî. Tu çawa bûyî nivîskar?

R Ç: Belê, min ji te xuska xwe ra got. Bi rastî min di dibistanên bilind da nexwendîye. Tenê pênc sal çûme dibistana dijmin, ango min dibistana pêsin xwendîyê, lê mixabin îplome nebûye nesîbê min. Bi kurtasî ez mirovekî bê biruntî me. Min perwerde ya xwendinê bi xwe bi xwe dîtîye. Li milê dî bi sedan kes, li welatên cur be cur bûne
mamosteyê min. Ez di gelek konferans, semîner, panel û civînên ramyarî, ango sîyasî da besdar bûme. Bûme nasê gelek-gelek Zanyar, Bîrewer, Rewsenbîr, Hozan, Nivîskar, Ramyardar, ango Sîyasetmedar, Serok û rêvebirên gelek partî û rêxistinên sivîl. Min perwerde û zanîna xwe ji van kesan standîye. Heya roja îro, ez li çar kîswerên cîhan gerîyame, min gelek welat ditîne, ez bûme nasê gelek gelan, çand û zimanan. Bi sedan di malan da bûme mêvan, mazûbanê van malan jî ji min ra bûne mamoste. Ango bê derew, dîsa heya roja îro min 2000’î zêtir cur be cur pirtûk, bi sedan kovar, quncên nivîskarên rojnaman, ango nivîsên wan xwendîye; ewana hemû ji min ra bûne mamoste.

Di warê helbest nivîsîn û nivîsandina hin tistên din, ev xem û daxwazî di zaroktîya min da destpêbûye. Ango ez di zaroktîya xwe da bengî û evîndarê xwendin û zanînê bûm. Min çîrok pirr hez dikirin. Di sevê demên zivîstanan da, qet rojekî mala me bê mêvan nedima. Gelek çîrokbêj, dengbêj dihatin mala me, bi rojan dibûn mêvanê me û ji me ra stran û çîrok digotin. Çi ku di devê wan da derdiket, yekser min hemû jiber dikir û di mêjîyê xwe da qeyd dikir. Li milê dî, pistî ku ez ji xwendinê hatim dûrxistin, vêca ez bûm nasê hin hozan, nivîskar û hin pirtûkên cur be cur. Wekî helbestên Koroxlu, Serê Kele ya bi xwîn î, ê Ereb Alî yê zalim; helbestên evînîyê. Wekî ê Kerem û Aslîxanê, Mecnûn û Leyla, Garîp û Sahsenem, Tahîr û Zuhre, Sîrîn û Ferhad. Li pistî van vêca ez di pirtûka ‘Bektasiligin Içyüzü’ ango ‘Hundur Rûyê Bektasîbûyînê’ da bûm nasê hin hozanê me Elewîyan û Bektasîyan. Wekî Sah Hatayî, Pîr Sultan, Nesêmî, Kazak Abdal hwd. Min di 14-15 salîna xwe da bi Tirkî hin helbest nivîsandin, lê bi amatorî, ku hêj jî ne sedî sed profesyonelî. Wexta ku ez çûm Stenbolê, li wir jî ez bûm nasê çend rojnameyên Tirkî. Wekî Hürrîyet, Mîllîyet, Yenî Sabah, Gunaydin hwd. Pasê bûm nasê romanên Maykhamber, ên polêsî. Bûm nasê pirtûkên Kerîme Nadîr, Esad Mahmut Karakût, Muazzez Tahsîn Berkant, Ferîde Celal, Fîkret Ferîdûn Es û hin kes, hozan û nivîskarên din.

Ji bîrnekim, cara ewil, ez di sala 1977’an, di vî welatî da bûm nasê tîp û Alfebe, rojname, kovar û pirtûkên Kurdî. Ev rojname, kovar û pirtûk ji min ra bûn sewq û tava rojê, îcar di bin wê sewq û tava rojê da lesê min germ bû, hisê min jî bala xwe da ser zimên, ez bêtir fêrê zimanê dayîka xwe bûm, hatim gîhîstim vê rojê.

Belê kîriv min usa destpêka xwendina pirtûkan kir, lê ez xwe nivîskar û hozan nahesibînim, tenê hest û pejnên xwe dirijînim ser kaxiza sipî re dikim. Ango bi dirafên xwe, xwe didim xwendinê. Lê eger ku yek ji min ra: ‘Riza Çolpan, tu nivîskarî, min pirtûkên te xwendin û gelek kêfxwes bûm, kêfa min ji helbest û nivîsên te ra hat’ bibêje, helbet ez jî kêfxwes dibim, lê dîsa jî ez xwe hozan û nivîskar nahesibînim.
Ez sivanekî Kurd û Kurdistan im, bilûrvan im. Xwezî ez bibûma bilûrvan…

N Ç: Te heya roja îro çend pirtûk nivîsand? Naveroka van pirtûkên te çinin?

R Ç: Xuskê, min heya roja îro 23 pirtûk nivîsîne. Ji van yek, ku nivîsandina mina yekemîn e, naveroka wê rexne li ser PKK yê. Ev pirtuk bi daktîlo hatibû nivîsîn. Ji ber ku di wê demê da hêj kompîtor ne wekî roja îro bû. Bi amatorî hatîye nivîsîn. A duwem ‘Çîrokên Gelî’. Nezî 500 rûpel e, di nav wesanên Dozê da çap bû. Navereka çîrokan, çawa ku hûn jî dizanin bûyerên cur be cur in, ku bûne çîrok. Sê pirtûkê min jî roman in. Naveroka van hersîyan, bûyerên cur be cur in. Yek jîyana naxirvanê gundê me Ap Xidir û tevkustina Dersimê ye.

A duwem jî jîyana hevalekî minê xortanîyê Nadîr Yesîlkir e. Hevalê min Nadîrê dilovan xortekî Ixdir î bû. Wî kurê xwe bi sed panginotî firot endazyarekî, ango muhendîsekî Amêrîka. Naveroka romanê jîyana Nadîr û sedema firotna kurê wî ye. Min navê pirtûkê jî danîye ‘Nado Kurê Xwe Firot’. Romana mina sêyem jî ‘Serhatîyên Rustem û Namerdîya Namerdan’e. Ev roman jî parek ji jîyana min e. Mêrxwasê romanê Rustem ez bi xwe me. Pirtûkek min jî nav ‘Destana Evîna Seîd Mistefê û Axcîhanê’. Ev berhevok e. Ev destana evînê, wekî destana Mem û Zîna Zêdan e, li herêma me bi nav û deng e. Li gor naveroka vê evînê, Seîd Mistefa mirovekî xudan kiramet e. Du gurên har ji kerîya pezê yekî File ra dike sivan, File dibe Elewî û talibê wî. Navê File Mîrekê Mêrê ye. Ev destana evînê wekî stran û çîroka Memê Alan, bi gotin û bi awaz tê vegotîn. Pirtûk nêzî 80 rûpel e. Bavê min colegê nevîyê Seîd Mistefê, Seîd Bektas bû. Min di destpêka vê hevpeyvînê da ji te ra qal û behsa navê Seîd Bektas û kurê wî Muslim û jina wî Ana Xanim kir.

Pirtûkek min jî bi hin nivîsê minên ku di rojname û sîteyên Kurdan da hatine wesandin, bi wan çap bûye. Navê vê pirtûkê ‘Avusturalya’dan Kürdistan’a Gelen Ses’. Bi Kurdî ‘Dengek Ji Awistûralya Tê Kurdistanê’. Ev dîsa di nav wesanên Dozê da çap bûye, ku ev pirtûk bi du zimanan hatîye nivîsîn. Bi Kurdî û Tirkî. Yek jî bi tevahî bi zimanê Tirkî hatîye nivîsîn. Naveroka vê pirtûkê jî, ji bersîv-dayîna nameyê minên ku, min ji hin nivîskarê rojnameyên Tirk ra sandîye, ên fasîst û nijadperest, ji wan pêk tê. Navê pirtûkê jî ‘Avusturalya’da Kürd Sesî’. Ango ‘Li Awistûralya Dengê Kurd’. Wesanên Veng.

Belê, pirtûkê minên mayîn jî hemû helbest in. Naveroka helbestan cure cure ne. Piranî jibo rewsa me Kurdan, jibo neheqîya çînayetî û cîhanî ne. Ango rexne li hin tistan digirim, keviran davêm hin kes û rêxistinan, pesna hin kesan û tistan didim. Naveroka yekî tevkujîya Helebcê ye. Yê yeka dî, dîroka Kurdistanê ye. Ango bi kurtasî naveroka helbestan ev in, usa ne. Niha ez ji te ra hebesta xwe ya dûwahî, a ku min çendek berê nivîsîye binivîsînim. Navê helbestê jî ‘Dev Ji Îslamê
Berde Tu Heval’. Helbest ev e:

Xwedêyê min Roj e, ez nas nakim Xwedêyekî dî
Ew ji min ra nan û av e, oksîjen, hewa, tav û sî

Ew e min û we dijîne, dide jîn û gîyanê
Ew e dilan sa dike li vê dinê û cîhanê

Ew ku nebe tune dibe her zindî, jîn û jîyan
Ew ku nebe tarî û res e, zulmat e ev cîhan

Ne dijî mirov, ne nebat û ne jî ajal
Ne he dibe qesr û qonax û ne jî kozik û mal

Nebêjin hûn kî ye ew û kî yê afrandêrê wê?
Ew ku nebe her tuneye xusk û bira, bav û dê

Ew ev e felsefe ya Kurdê qedîm Zerdestê Kal
Riza dibêje ‘Dev ji Îslamê berde tu heval

Dê tu bijî wekî mirov, kamran, dilsa, bextewar
Dê tu ji bîrbikî gîrî û sîn, derd, kul û hewar.

N.Ç: Bawerdikim ew helbesta te nû hatiyê nivîsandin!

Belê, min ev helbest di roja 16 meha Tîrmêh 2016 da nivîsî.

N Ç: Ez dizanim bermalîya te xelkê Qibrisê ye. Wa, çawa hev naskir û zewicîn?

R Ç: Axxxxx xuskê, kîriva mina delal. Ev gels gelek dirêj e. Min ev gelsa dûr û dirêj di bîranînên xwe da nivîsîyê, lê bi kurtî ez ji xuska xwe ra hin tistan bibêjim. Ez wexta ku di sanzdehê meha Çirîya pêsin, 1959 bûm leskerê Romê di bêrika min da tenê 22 panginot dirafê Tirk hebû. Dîya min

a dilovan, li tev pênc kurên xwe, ango birayên min di malê da tenê mabûn. Ew kesê ku ji min ra namek binivîsandina tunebû. Pistî heft meh leskerîya min, îcar cûnta ya 27’ê Gulanê, 1960’da sîyan girt dest xwe, Cemal Gursel bu Serokkomar. Di wê demê da ez li Anadolu-kawaxîyê, di tabûra çarem da dimam, dûra Serdarê tabûrê ez sandim Mala Artêsê, ango Orduevîya Sarîyerê. Ji ber ku min qursa kamarotîyê, ango garsonîyê, li mîrliwa ya Îskenderûnê, bi asta yekem -di azmûnê da min sedî da sed not girtibû- qurs qedandibû. Li wir ez Sef garson bûm. Ji malbata hemû hevalan, ji hevalan ra name dihatin, lê kesên ku ji min ra name bisandana tunebûn. Hemû birayê minên biçûk diraf nedidîtin ku ji min ra namekî poste bikin, bisînin. Ji ber vê yekê name ji min ra nedihatin, lê nehatina nameyan jibo min, bala westîyarvan hevalê minê Anqara î Alper Dînçer kisandibû. Alper bi eslêxwe ve Tatar bû, heya pola sêyem dibistana bilind, ango Lîse xwendibû, lê biruntî ne standibû. Alper ji wejê gelek hez dikir, jibo gelek tistan û evînîyî helbest dinivîsand, ji min ra dixwend, min jî ji wî ra helbesên xwe dixwend. Di vî warî da em ji hev gelek nêzik bûn, me hevdu hez dikir. Rojekî Alper ji min ra: ‘Riza ji te ra qet name nayên kuro çira, ma kesekî te tuneye? got, min wexta ku rewsa xwe ji
Alper ra got, îcar Alper gelek kesirî, xemgîn bû, dûra jî ji min ra: Kuro ez ji keçikek Qibrisî ra didim-distînim. Pistî teskere-girtinê ez dixwazim herim ji wê keçikê ra bizewicim. Were em nav û navnîsana te ji rojnama nav ‘Nacak’ ra bisînin, min jî usa kir. Ew rojname, rojname ya Raûf Denktas e, dê di wê da nav û navnîsana te derkeve û ji te ra bi dehan keçik naman binivîsîn û bisînin. Tu vî karî ji hevalê xwe Alper ra bihêle, ez name yê bi navê te disînim’ got, çû yekser namek nivîsand anî li min temasê kir. Alper di wê name yê da usa nivîsîbû:

‘Ji edîtorê rojname ya Nacak ra. Ezbenî ez dixwazim xusk û birayê xwe yên Tirkên Qibrisê nas bikim û ji wan ra bibim heval. Ku pêkan e ji kerema xwe vî nav û navnîsana min di rûpelên rojname ya xwe da biwesînin. Silavên Tirkperwerîyê, Guwerte Teymen, Riza Çalpay. ‘Di leskerîyê da pasnavê min usa bi sasî nivîsandibûn-

Belê, her çiqas ku min ji Alper tika kir, ‘Dev ji vê gelsê berde, min neke Teymen, ez naxwazim ji kesên nenas ra bidim bistînim’ got jî, lê Alper qet guh neda min name wekî daxwazîya xwe sand; pistî sê heftan ji min ra 114 kesan name sand. Ji van 113 keç bûn, yek jî xwendevanekî dibistana navçe, nav jî Mehmet Alî Acar bû, ku ew jî evîndar û hewesê pûlên naman bû. Ew jî hin li ser lingan e, dijî wekî min, li Lefkosa.

Di destpêkê da min bersîv da hemû keçikan û ji wan ra: ‘Ez ne Serbaz, ango Sûbay Teymen im, leskerekî artêsa dewleta Tirkîyê me’ got, di wê rojê suva, tenê çar keçik û Mehmet Alî Acar ma. Dûra ji wan çar keçan duduyan jî peywendîyên xwe qut kirin. tenê ma bermalîya mina îro, a 54 salî, yek jî keçikek Magosa î û nav Emîne Husên. Min ji Emînê ra 17 metro name nivîsand û sand. Qet ji bîrnakim Serbaz Necatî yê Trabzonî ew name ya min di dolava min da dît, ji min ra: ‘Kuro li Amêrîka xortekî ji evîndara xwe ra 31 metro name nivîsîye, bûye sampîyonê cîhanê, tu jî dê bibî sampîyonê duwem’ got û em kenîyan.

Belê, çîrok dirêje, dûra min dev jî Emînê jî berda, pistî qedandina leskerî, ango teskere girtinê, ez çûm Qibrisê, di roja 28’ê Çileyê pêsin da zewicîyam. Lê tu were li bextê min binêre, ez çûm Qibrisê ji keçek Tirk ra zewicîyam, lê eslê keçikê derket Kurd. Ka gotinek Tirkan heye ‘Kiz dîye aldim, kadin çiktî’ Ango ‘Min keç girt, lê jin derket’. Ez bawer im bersîva vê pirsê êdî bes e. Lewra çîrok dirêj e, jixwe me
dirêj jî kir.

N Ç: Kîriv Kurdistan kuderê ye, Awustûralya kuderê. Tu çawa çûyî Awustûralya, jîyana xerîbîyê çawa derbas dikî?

R Ç: Çeqûçê sîyarbûna mina civakî, roja ku min lingên xwe avit ser axa Qibrisê li serê min ket. Ew roj bû roja sîyarbûna mina civakî. Wexta ku ez di 28’ê Sîbata sala 1965’an, li tev xanima xwe Refa û du keçên xwe Încî û Hayalê vegerîyam Stenbolê, çûm Qasimpasa, di taxa Serokkomar, ê îro Recep Tayyîp Erdoxan, Kuçuk Pîyalê di kûçe ya nav Resne da cîwar bûm, dûra li wir ketim nav refê çepên Tirkîyê. Bi taybetî bûm nasê Partîya Karger A Tirkîyê. TÎP. Bi taybetî di rojname ya nav ‘Aksam’ di quncê Tas da Çetîn Altanê dilovan dinivîsand. Nivîsên wî ji min ra wekî sîretên bav û dîya mina dilovan bûn. Nivîsên wî ez disuyam, dikirin xençer û sûr. Ji ber vê yekê jî ez bûbûm xortekî têkoser, lê xortekî anarsîst û nezan. Yekser bûbûm Komînîst, dijî Xwedê û olan, lê dîsa Komînîstekî nezan; zire zop. Min birûsk dikisandin ser xwe. Ji ber wê yekê jî hin hevalan ji min ra: ‘Kuro tu were guhdare me bike, ya devê xwe dade, girêde, ji kar û barê xwe yê malbatî ra mijûl be, yan jî li vî welatî derkev here Awropa û cîyekî dî, berê ku tu neyê kustin’ gotin, lê min nedikaribû devê xwe dadim.

Pasê min biryar stand, di sanzdehê meha Çirîya pêsim, 1966’an da, ez û bermalîya min, em bi pêkve çûn Almanya bajarê Hambûrg. Xanima min wekî karger, bi qontrat çû karxanekî, ez jî bi tûrîstî çûm, lê karê me li wîr li gor dilê me rêva nêçû, pistî çar meh ez dagerîyam Stenbolê, du meh suva jî xanima min dagerîya. Gelsa me ya Almanya jî gelek dirêj e, naxwazim betir dirêj bikim.

Gelsa hatina mina Awistûralya jî, gelek dirêj e. Ez di roja nozdehyê meha Çileyê pasin, 1970 da bi tenê, bi serê xwe, bi dirafên xwe ve hatim Awistûralya, li bajarê Sydney cîwar bûm, bûm kirêkarê camêrekî Qibrisî, nav Sefer. Wî camêrî ji min ra gelek alîkarî kir, pistî sê rojan min kar dît û destpêka kar kir. Di destpêka hatina min da ez wekî mêvan, wekî tûrîst bûm. Dûra min serî li wezereta koçeberan xist bûm koçebar. Çer ku koçebarîya min hat pejirandin, vêca jî min daxwazîya xanima xwe û sê zarokên xwe kir, form tijî kir da wezaretê, pistî heft meh, ango di sêzdeh yê meha Tîrmeh, 1970 da xanima min û sê zarokên min jî dewletê beles, bê diraf anî vî welatî. Ango ew roj, ev roj, ez û zarokên xwe li vî welatî dijîn; lê xerîbî jibo min wekî jana dirêsê ye. Çawa ku dibêjin ‘Bilbil kirine qefesa zêrîn, wê gotîye ‘Ax welat, ax welat’. Ê min jî usa ye. Her roj ‘Ax welat, ax welat’ dibêjim, lê welat him pirr dûr e û him jî di bin lingên zalim û barbaran da dinale.

Belê, di vî welatî da jî ez bêdeng û bê kar û barên rêxistînî nemam. Di destpêkê da bûm endamê Partîya Komînîst. Dûra bûm endamê Partîya Kargerên Awistûralya. Di sala 1974’an da, min û hin hevalan, di mala mina 33 Villîers St, Merryland da ‘Komela Kedkarên Tirkîyê Li Awistûralya’ damezrand. Ez bûm pêsekarê yekem. Ez û hin Kurd heval, em li tev çepên Tirk me kar kir, dûra me dît ku Tirk dev ji nijadperestîya xwe bernadin. Ji ber vê yekê jî min ji hemû hevalan ra:’Divê em li tev Tirkan kar nekin. Ji ber ku hemû nijadperest in. Divê em jibo rizgarîya gelê xwe kar bikin û bi cihê rêz bibin’ got û em ji Tirkan veqetîyan, me derê komelê dada, lê wan nekarî carek dî wî karî bikin, ji bilî fasîstên xwe.

Di wê rojê suva ez ketim nav kar û barê Kurdayetîyê. Min ‘Komela Kurdên Awistûralya’ li tev gelek hevalên Kurd, di roja 29-1-1979’an da damezrand, hemû hevalan xwast ku ez bibim Serok, lê min nepejirand, ev kara da Sahîn Bekir, ez jî bûm sekreter. Pistî sê sal jibo hin kar û barên Sahîn, ez ji komelê dûrketim, Sahîn Komel ji hevalên Apo î yan
ra cîhist, Komel kete destê wan. Pistî salekî dîsa min û hin hevalên çar parçeyên Kurdistanê me Komelek dî, nav ‘Komela Demokrat!k A Kurdên Awistûraya’ damezrand, zavayê min Mahmut Onay -ew kurê pismamê min e- bû Serok, me karê xwe heya sala 1990’î bi serkeftî mesand; pasê pistî serê Kendavê bi hezaran Kurdên Basûrê hatin, me Komel da dest wan, lê wan kar û bar nemesand, bûn du parçe. Yekîtî û KDP. Heya roja îro jî rews usa ye.

Di sala 1984’an da ez çûm Melbûrne yê, min li wir jî ‘Komela Kurdên Vîktorya’ damezrand, lê pistî du salan ew Komel jî ket destê Apo î yan. Niha di vî welatî da du komelên ber bi çav hene, ev herdu jî di dest alîgirên Ocalan da ne. Dûwahî çawa dibe nizanim. Salê min jî êdî bûn 81, bi hêz gelek sist bûme, axirî çawa dibe nizanim.

N Ç: Pirsa mina davîyê ev e: Tu Kurdistanê û cîhanê çawa dibînî?

R Ç: Welleh ez ne sîrovekarê ramyarîya cîhanê me, lê li gor bawerîya min cîhan di nav rewsek dijwar da derbas dibe. Bi taybetî rewsa Rojhilata Navîn, rewsa Ola Îslamê û sûrkêsên wê DAÎS bûne bela serê mirovatîya cîhan. Dîsa li gor bawerîya min, heya ku Ola Îslamê usa bimîne, pirtûka Îslamê Quran bi qencî di ber çavan da derbas nebe, bi
tevahî neye guhartin, hemû gelên cîhan ji seran û terorîstên vê olê rizgar nabin. Divê êdî hemû Ol ji holê rabin. Ol morfîn in, amrazê ser û pevçûnan in. Ku heye Xwedê, hevceyê nimêj, rojî û gorî, gostê ajalan nîn e. Divê êdî di dewsa pirtûkên Olî da Makezagonên demokratîk û mirovahî cî bigirin; ser û pevçûn li holê rabin, mirov bibin bira û hezkirîyên hev. Ango ez cîhanek usa dixwazim û demcam dikim. Dûwahîya
cîhana îro çawa dibe, ez nizanim, rews li ber çavan e. Rewsa Kurd û Kurdistanê jî, girêdayîyê yekîtîya Kurdan û daxwazîya wana realîst, ji giregirên cîhan ra. Lê li gor bawerîya min li pês daxwazîyek Kurdperwerî û Kurdistanek Serbixwe, Rizgarîya gelê Kurd, PKK, Goran û YNK asteng tên xuyakirin. Bi taybetî jî PKK. Ez ne Xwedê bawer im, lê ku heye Xwedê his bide Serperîstên PKK û ên din. Wekî dî ez çi bibêjim
xuska mina delal.

N Ç: Gotina te ya herî dûwahî jibo kurê me Aryan çî ye?

R Ç: Ez kîrivê Aryan im. Her çiqas ku ew di hembêza min da sunet nebûye jî, lê ez kîrivê wî me û me îqrar daye hev. Hêvî dikim Aryan sedî sed bibe wekî bavê xwe, bibe Kurdperwerekî zana, jîr û jêhat, xudan ar-namûs, nav û deng; ku ev jî bi xwendinê û perwerdeyek rêkûpêk ve dibe. Dîsa hêvî dikim Aryanê delal van gotinên min ji bîrneke, bike guhar, di guhê xwe da dardabike, li tev gotin û sîretên te dayîka wî û bavê wî berrêz Kek Yilmaz. Ango daxwazîyên min ji wî ra ev in. Hêvî dikim Aryan qase zimanê Almanî, fêre zimanê xwe yê zikmakî jî bibê, di pêserojên xwe da pirtûkên Almanî wergerînê zimanê dayîk û bavê xwe, ên bi Kurdî jî wergerîne zimanê Almanî, gelê xwe û

wêje ya gelê xwe ji gelê Almanî bide nasandin. Bi a Yezdanê dilovan. Ji we û wî ra temenek dirêj, tendurîstîyek bas ji Xizirê Gewra daxwaz dikim. Min gelek dirêj kir bibexsîne. Silav û rêz. Bimînin di xwesîyê da.

N.Ç: Sipas dikim, saxî silametî jibo te û kiriva xwe daxwazdikim.

Tebax.2016

Dengê Kurdistan

Back to top button