Nivîsar

Biratiya Tirkan

Yusuf Budak
Bi rastî ez ji çekuya „biratî’ bêzar bûme. Biratî di malbatekê de ji dêy,bav û biran dibe. Em Kurd nabin birayên tirkan. Ji ber ku em kurdin û ew tirkin. Welatê me kurdan Kurdistan e û welatê wan Tirkiye ye. zimanê me kurdî ye û zimanê wan jî tirkî ye.
Gelo em Kurd çawa birayê tirkan in? Bo vê yekê em Kurd nabin birayê tirkan û nikanin di çerçeva biratiyê de jî bi hevra bijîn. Bi teybetî Tirk zordest û xûnxwer in. Dîroka tirkan qirêj e. Kurd naxwazin ku bi vê dîroka qirêj va jî bijîn.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî li Amedê besdarî kongreya rêxistina partiya xwe bû û qala bratiya kurdan û tirkan kir. Bav û kalên Erdogan (Osmanîyan) hemû deman Kurd bi vê çekuya biratiyê xapandine. Niha jî Recep Tayyip Erdogan qala mafên mirovatîyê an jî qala wekhevbûna kurdan û tirkan nake. Gotinê bav û kalên xwe dubare dike û wiha got:’ AKP ê TRT-6 û li hinek zaningehan de besên zimanê kurdî vekirîye. Rewsa aborî ya herêmê jî bas bûye û tenê hinek kêmasîyên biçûk mane. ‘Gelo’ kêmasîyên biçûk’ gotin ne rûresî ye?
Recep Tayyip Erdogan dixwaze ku kurdan bixapîne û bi dem derbazbûnê kurdan asîmîle bike. Lê belê Kurd bi derewên wî bawer nakin û dizanin ku çi mafên kurdan hene. Mafên kurdan wekhevî ye û Kurd ne birayên tirka nin. Bi teybetî daxwazeka kurdan perwerdeya bi zimanê kurdî ye. Erdogan xwe nêzîkî wê daxwazê nake û dibêje: ‘Tirkî zimanê fermî ye û perwerde bûn jî tenê bi tirkî be.’
Ango va gotina jî rewsa ne biratîya kurdan û tirkan derdixine holê. Kurdan hemû deman ji dest tirkan kisandine. Recep Tayyip Erdogan biçe û yekê din jî bê rews nahê guhartin. Ji tirkan dostên kurdan hene. Lê belê hêjmarên wan kêm in û ew bi xwe jî bin zilmên tirkan da ne.
Bi raya min, ya helê bas waye ku gelê Kurd yekitîya xwe çêbike û bi tirkan ra jî xwe girê nede. Ji ber ku dostanîya tirkan mina dostî û biratiya Osmanîyan e. Gereke Kurd bi çavê cirantîyê li tirkan binêrin. Di zagona tirkan de Kurdistan qedexe ye. Gelê Kurd Kurdistana xwe ya azad û zimanê kurdî ê xwasik dixwaze. Ziman û welatê herkesî jê re pîroz e…

Balkêş e ?
Close
Back to top button