Nûçe

Bûyera Dalya Muslim û rastî

Wezîrê Karê Hubdir yê Herêma Kurdistanê van angastan red dike, ku birazya berdevkê PYD Salih Müslim ji alîyê wan va radestî Tirkîyê hatîye kirin û dibêje, ‘Gist sazîyên deshilatdar yên Herêma Kurdistanê ji bo lêkololina vê babetê anade ne.”

Wezaretê di daxwîyanîya xwe da got: “Me pêwistî dît, ku em di derbarê kesayetîya bi navê Dalya Mahmut Müslim ya ku qaso ji alîyê Herêma Kurdistanê va radestî Tirkîyê hatîye kirin, raya gistî agadar bikin. Ev gotegotana û îdîana ji rastîyê dûr in, herusan jî, ji bo ku ser rastîyan bêne girtinê wek agahîyên derew têne belav kirinê.”

Di berdewamiya daxwîyanîya çapemenîyê da, da zanîn ku:
“Dalya Mahmut Müslüm ya ku bi navê ” Vîyan Servan” tê nasîn, ji pistî ji YPJ dûr ketîye, gel Selam Ramazan yê ku bi navê vesartî “Tolhildan” di nava YPG da bû, têkilîyeke evîndarî danîye û herduyan tevayî biryara reva xwe kirine. Ji bûyerê jî tê fehm kirinê, ku kesê bi navê Selam Ramazan di 09 Tirmeh 2020 an da bi daxwazîya xwe va biryara çûna Tirkîyê girtîye. Dalya Mahmut Müslüm ji dû wî ra, bi rîyên misextî/qaçax ra çûye Tirkîyê li Mersin teslîm bûye. Qet bi xêweyekî têkilîya Herêma Kurdistanê bi vê babetê va tûne.” Ji xêncî vê jî Wezareta Karê Hundir yê Kurdistanê anî ser zimên ku:
“Heya ku PKK û medya nêzîkî wan, bi van îdîa û dijberîyan va rojevê mijûl dikin, divê ji xwe bipirsin, gelo mîrov çima ji nava refên we direvin û bo ku xwe ji bandora we rizgar dikin, rîyên qaçax jî didin ber çavan?
Tevaya sazîyên rayedar yên Herêma Kurdistanê ji bo lêkolîna vê babetê amade ne. Herêma Kurdistanê hertim wek hêwirgeheke aram û ewledar bimîne. Van agahîyên bêbinî û derew helwesta me ya di vê derbarê da naguhêre.”
Gorî agahîyên gîhîstine dest, birazya Salih Müslim Dalya Mahmud Müslüm di 15 Tirmeh 2020 an da danê nîvro li Gerinendetî ya Ewlehîyê ya bi Terorê ra Tekosinê ya Mersin, teslîm bûye.
Gorî Ajansa Anadolîyê, ji bo teslîmbûna Dalya Mahmût Müslüm (21) ya bi navê kod Vîyan Servan, karê qanehkirinê hatîye mesandin.
Ajansa Agahîyan ya Demirören jî daye zanîn, ku Dalaya Mahmut Müslüm “Ducanî ye’ hevalê wê jî teslîmî Tirkîyê bûye.
Dalya Mahmut Müslüm ê di ifada xwe da gotîye, ku “ew di 14 salîya xwe da, ji alîyê bavê wê va di 2013 an da radestî rêxistinê hatîye kirin.
Wisan tê xwîya ku, hinek dixwazin bi van agahîyên derewîn va Hukumata Kurdistanê res kikin. Ji ber vê jî çavkanîyên agahî û nûçeyên PYD/PKK ji xeberên objektif belavkirinê dûr in. Ev helwesta wan hinekî dîsa pêneewle dike.

Nivîsîngeha ragehandin û çapemenîyê ya
Partîya Maf û Azadîyan
HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button