Bûyêra Qilban (Uludere) û reskirina pelên dîrokê
Li Qilaban (Uludere) gundê Bobaskî balafirên Turkîyayê gundîyên bê guneh û belengaz kumberebaran kir û 35 kesên xort kust, bênc kes jî winda ne. Heker ev kumberebarankirin li Meydana Teksîmê li Istenbole, an jî li meydana Kizilayê li Enqerê bûya, an ev 35 gundî leskerê Turk bûna û ji alîyê PKK va bihatin gulebarankirin gelo tê medya Turk a ku her tim dijminîya Kurdan ges dike çî qîyemetî rakira?… Bi rastî texmînkirina tistek wiha mûyê sero meriv radike… Ez naxwazim tistek wiha xeyal bikim…
Medya Turk, her wek di bin simbêlê xwe da dikene û bi awayek dilxwesîyek vesartî û ne eskere, li ser vê bûyêrê disekine. Meriv nikare temamîya Medya Turk bavêje nav selikek û bêje tev di nav dilxwesîyek û sayîyek dane. Hin kes ji Medyayê xemgînin û bi awayek dilsozî li ser vê bûyêrê disekinin… Belê piranîya medya Turk dilxwes e û di bin sinbêlan da dikene…. Dilxwesîya xwe vedisêrê û wek dilxemên derewîn nêzî bûyêrê dibe…. Hinek jî bi eskeretî bê serm û heya dilxwesî û xwedî hekgirina dewletê tînin ziman… Gundîyên hatine qetilkirin ji esîrek korîcî ne û alîkarê dewletê ne, bi destûra dewletê diçon basûrê Kurdistan benzîn, mazot tanîn, debara xwe dikirin….
Gelo çima ev bûyêr çêbû?… Meriv dikare li ser gelek çaxan bisekine û wek daxwaza xwe bihûrîne (tehlîl) bike. Belê di bûyêrên girîng da pêwiste meriv bê teraf û bi awayek rast û durist bi sewkine…
Balafirajo bi kêfa xwe derek an kesek bimbebaran nakin… Ew ji cîyek ferman digrin û hereket dikin. Fermandarek wan heye… Ev fermandar jî bi kêfa xwe fermanan nade… Istihbarat distîne û li gorîya sitandina istibaratan ferman dide.
Li Turkîyayê kê istihbarat pêk tîne. Heker em teskîlatên biçûk di nav wezaretan da ku xusûsî istihbarat dikin nedin ber çavan ev sazûmanên mezin hene:
1. MIT,
2. Istihbarata eskerî (Sererkanîya eskerî), bi Turkî Genel Kurbay Baskanligi,
3. Qewetên Ewlekarîyê ( polos, cendirme)
Di vê bûyêrê da qewetên ewlekarîyê anî polos û cendirme nikarin istihbarat bikin,istihbarat ne di nav berpirsîyarîya wan da ye.. Dîsa em dikarin bêjin ku li vira berpirsîyarîya sazûmana istihbarata eskerî jî nakeve nav istihbarata kaçakçîtîyê û terorîzmê. Ew tim di warê eskerîyê da istihbarat dicivî ne…. Dema ev kar ne di nav karê berpirsîyarîya van herdu sazûmanan da be, li wê MIT bi tenê dimîne. Istihbarata vî karî di nav berpirsîyarîya karê MITê da ye. Pêwiste MITê istihbaratê dabe eskerîyê û balafiran bi istîhbarata MITê 35 gundîyên Kurt qetil kir.
Di vira da berpirsîyarîyek hukûmatê û sererkanîya eskerîyê heye ku li sûcdarê vê bûyêrê bigere û derxê holê, ceza bike.
Belê heta niha gelek tecrûbeyên me Kurdan hene… Gelek kesan Kurdan qetilkirine û ji alîyê dewletê va bûne qehreman.. Wek general Mustafa Muglali ku 33 Kurdên bê guneh da ber gulan û dewletê navê qisla li Muradîyê danî Qisla Mustafa Muglali(Mustafa Muglali Kislasi).
Dîsa Gökçek xanimê bi hezaran Kurd bi balafirê gulebarankir kust û dewletê navê balafirgeha Istenbolê a alîyê anadolê danî balafirgeha Sabîha Kögçe… Her wiha Tandosan bi hezaran Kurd kust malên wan kambax kir, dewletê navê meydanek li Enqerê danî meydana Tandogan… Gelek mînakên wek van hene… Pêwiste dewlet vê carê li ser vê bûyêrê bi dil û can bisekine, sûcdar eskere bike û navê wî li balafirgehek, li qisleyek, li meydanek an li kolanek neke…
Kê xelet istihbarat da ye, kê van gundîyên belengaz daye qetilkirin divê nemîne di bin cilikê da… MIT inkar jî bike, ev istihbarat dan wezîfa MITê ye…
Bêwiste Kurd jî bizanibin ku ew ji alîyê dewletê va her tim dijmin tên pejirandinç Ew her çiqas jî alîkarê dewletê bin, ji bo dewletê kar bikin dîsa jî Kurd in û ji alîyê dewletê va neyarê herî dijwar tên hebandin…
Di vira da du xal hene:
1.Bi qestî û bi zanebûn li van Kurdên belengaz dan wan kustin…
2. Bi xeleti li van Kurdên bê guneh dan wan gustin…
Çima bi kestî li wan dan… Dibe ku di nav eskerîyê da hêja jî ergenekoncî gelek in, deq û dolap kirin, ji bo hukûmatê ji çav derxin gundîyan terorist nirxandin û li wan dan…
Kesên ku ji bo istihbaratê di nav PKK de dixebitin hene… Dibe ev kes dijî hukûmatê bin û istihbaratek xelet dabin dewletê ku va ye PKK bi hesp û hêstiran di filan rê da tên ku bavêjin ser qereqolek… Berpirsîyarên ordîyê jî bi vê isthbaratê bawer kiribin û gundîyan gulebarandin kirin.
Dibe ku MITên nav PKK him ji dewletê ra MITîtî dikin û him jî ergenekoncî bin. Ji bo ku hukumetê di Turkîyê û di cîhanê da bê rûmet bikin xelet istihbarat dabin û generalan jî ferman dabe ku balafir li wan terorîstên ku ne terorîstin gundîne gulebaranbikin, balafirajo jî gundîyan gulebaran kirin..
Di medyayê da gelek rojnamevan diji serokê MITê Hakan Fidan di xebitin û serokatîya MITê layiqê wî nabînin. Serokê MITê insaneke ku ji serokwezîr Erdoxan ra gelek sadiq e. Dibe ku kesên dijî wî û dijî Erdoxan û hukûmeta Erdogan di vê bûyêrê da rolek aktîf listibin û istihbaratek xelet dabin… Ihtimalên istihbarata xeletdanê gelekin. Em dikarin van ihtimalan dirêjtir bikin..
MITê beyanatek da ku ewan di vî warî da istihbarat nedane serokerkanîya (Genelkurmay) eskerîyê. Istihbarat dan di nav berpirsîyarîya MITê ye. Madem ewan istihbarat nedaye gelo kîja zasûmana istihbaratê istihbarat daye generalan û kîjan general ferman daye ku balafir ji Amed rabûne û gundîyên bê guneh gulebarankirine, kustine?… Serokerkanîya eskerî jî beyanat dide ku seba çîya û erda asê istihbarata wan li wê hêlê li erdê tune… Kesên berpirsîyar dibêjin me istihbarat neda ye… Kesên gundîyan gulebaran dikin dibêjin li wê hêlê istihbarata me a li ser erdê tune… Base… Gelo kê istihbarat da ye?… Generalê fermandar istihbaratê ji ku sitandî ye?… Çewa bi serê xwe ferman da ye?… Ev bûyêr ne bûyerek xildim bildimê ye ku were bin cilikkirin…. Bûyerêk gelek girîng e û berpirsîyarîya hukûmetê gelek mezin e, pêwiste kesên istihbarat dane û ferman dane werin dîtin û cezakirin…
Di nav Kurdan da jî gelek kes hene ku li dijî zilma dewletê kar nakin, belê dijî serokwezîr Erdogan karek gelek giran dikin. Dewlet çî dike bila bike dibêjin Erdoxan kirî ye… Çiqas tistek xirab hebe dikin para Erdogan. Ev kes vî karê xwe bi zanebûn dikin û di nav Kurdên nezan da karê xwe bi esq û can fire dikin.
Kurxalek min heye. Neçoye dibistanê û seba seqetîyê eskerî jî nekirî ye.. Ez nexwes bûm. Telefon da got ‘Geçmîs be’. Min jê ra gon ma kurdîya geçmîs be tune ku tu bi Turkî dibêjî?..
Ji min ra got ‘Mala Erdoxan xirabibe.. Erdoxan Kurdîya me bi me daye jibîrkirin..’ Min jê ra got ma Erdoxanê belengaz çi kirî ye?.. Tu neçoyî dibistanê û te eskerîjî nekirî ye ku Erdoxan te bike Turk. Tu ji Erdoxan kaltirî jî.. Dema çaxê te û dibistanê Erdoxan hê nehatibû cîhanê.. Base te xwe bi xwe kirîye Turk, di vi ra da tu sûcê Erdoxan heye?… Keniya û bersiva min da got heval her sûcî dikin sitûyê Erdoxan. Bisekine ez jî sûcek bikim sitûyê wî… Tu dewa çî dikî?…..
Hin Kurdan gelê Kurd wisa hoyandin (sartlandirma) kirine ku çiqas sûcek hebe dikin sitûkura erdoxan. Ji kiryarên dewletê ne hayîdar in û Erdogan dewlet di hesibî nin…
Sala 1971’an ez li Dihê (Eruh) midûrê dibistana mecanî a hêle bûm. Nû tayîna min derketibû û bi qasî 4 heyv bû ku min li Dihê mudûrtîya dibistana mecanî a hêlê dikir.. Nas û dostekê minê her qenc bi navê Xelîl hebû. Xelîl qet dibistan nexwendibû, li eskerîyê fêrî xwendin û nivisandine bibû…. Kesên hêlê digotin ku Xelîl merivê MITê ye û ji bo MITê kar dike. Min bawer nedikir. Çewa dibe merivek cahil ji teskîlatek girîng ra kar bike û raporan bide?…
Rojek Xelil hat cem min. Kaxizek nivisand danî ser masa min. Di kaxiz da ev nivîs hebû: ‘DI ODA TE DA ALETÊ DENK GIRTINÊ HEYE.. JI KEREMA XWE RA EM DERKEVIN DERVA BIPEYÎVIN..’ Em derketin derva. Xelîl, lîsteyêk plaqa ereban derxist nîsanî min da.. Got ku MITê jibo qontrola min wî perpirsîyar kirî ye. Ev erebe di vî çar mehên davî da hatine dibistanê… Dixwaze bizanibe ev erebe ên kîne û ji kû hatine?..-
Min vê serpêhatîya xwe got ku ez bidim eskerekirin kesên çewa cahil di MITê da kar û xebat dikin li ser kiryarên kesên xwendavan raporan dinivisînin didin.. Gelo dewletê li ser istihbaratên kesên wek Xelilê cahil, balafirên xwe rakir, 35 gundîyên bê gunehê belangaz kust.. Ev kustî, esker, polos an korîcî bûna tê medya Turk ji wan ra bigota SEHÎT, hikayetan li ser, dê, bav, jin, zarokên wan bida gotin, nivisandin, di televizyonan da bida wesandin, dil û kezeba temasevan, guhdar û xwendevanan bidan peritandin… Belê ev 35 kes ne esker, polos an korîcî ne… Belkî hin kes ji wan korîcî ne bele korîcîyê ku ji alîyê balafirên dewletê va hatine kusti nin… Esker û polos jî huneh in, xwedi zarok, jin, mal, dê û bav in… Xem yek e, êsa kezep sewitandine yek e… Belê medya Turk ji kustina esker û polosan ra êsê bi reg û deng dike, di xemilî ne û ji tim êsan cûda dike…
Heke kesek, polêsek, li meydana Kizilayê kûçikek bikusta tê herkes, medya qiyamet rakiran. Dewletê tê hema vî kesê kuçikkuj bikra girtîxanê. Heker li Teqsîmê saredarîyê, derman bida 20 kuçikan an ji bi tifinga 20 kûçikan bikustan dîsa tê medyayê û insanan li Turkîyayê qiyamet derxistan… Xwendevanên hêja demek xeyal bikin û li meydana Teqsîmê kûçikan bidin kumberekirin… Ev xeyalên we qiyamet li serê we radike… Wisa xuya dike ku qîmeta 35 kurdan li ba dewletê wek qîmeta kûçikan jî tune…
Di vê bûyêrê da hin kesan li qaymeqamê Qilaban(Uludere) xistin. Qaymeqam bê sûc û bê guneh e… Ew kes gelek çewtî kirin.. Ma di berikbarandina li ser gundîyan da çî xetayê qaymeqam heye?.. Ma qaymeqam ferman daye?… Ma qaymeqam istihbarat da ye?.. Pêwiste herkes bizanibe çi dike….
Ev bûyêr ne bûyerek sivik û hêsa ye… Divê dewleta Turk izrê xwe ji wan gundîyan, ji tim Kurdan, ji cîhanê, ji insanetîyê bixwaz e, tezmînatek bide gundîyan û sûdaran bibîne bide cezakirin… Dewletek nikare ji bin barê van bêgunehan derkev e… Tê dewlet di bin vî barî da bi perçiqe û pelên dîroka xwe her tim res qetran bike…
Kazim Özdemir