Çalakbûn Serkeftine..
Di jiyanê de divê ku meriv li berxwe bide û meriv çalak be. Heger meriv çalak be serkeftin jî rehet û hesantir dibe. Pistî ku meriv hatîye vê cîhana xwes, delal û sêrîn divê ku meriv bi her hawayî li ber xwe bide, ji bo jiyanek xwes azad û delal bibîne.
Di jiyanê de û li gor zanyara divê meriv heftê de, pênc roja kar û xebat bike. Heftê heyîst saeta kar bike, heyist saeta jî raweste û heyist saeta jî razê. Rojên xweye vala jî programekê amade bike ji bo meriv betal nemîne ku vala bên meriv hebe dagre.
Berberîya gund û asîran de, divê ku meriv li ber xwe bide, serî ji malbatên zordestîyê dikin û asîrên ku zulmê dikin û êrîskarin serê xwe meriv li ber wan nizm neke heger te serî nizm kir tu bi ser nakevî.
Di sîyasetê de jî ku meriv çalak û li berxw bide bi serdikeve. Divê ku bî û bawrîyên xwe ye sîyasî de jî bi îstiqrar be, meriv li her têlê nexe, rîya rast û durist çîye wê ji xwere bike babet û hedef. Kar û barê sîyasî û bi teybetî jî, ji bo azadîya gelê xwe û xaka xwe divê ku meriv xeteke rast û durist bimesîne û rêverîyeke ku bawerîya meriva lê bê bi dû. Sîyaset ne ji bo rojikê û mehikê û salikê ye. Meriv dikare di sîyaseta rast û durist de biêse.
Lê rojek wê rastîyê û duristbûna wê bê, nêzîk nedûr heger bêhna meriv fireh be, weke ku dibêjin bav û kalên me ‘xwedîyê sebrê dibe melekê Misrê’ gotine. Meriv li ber xwe bide di jiyanê de, lê hemû tist jî kare weke meriv nebe, jiyan wiloye. Lê divê ku meriv li ber xwe bide rojik wê bê wê sîyaseta meriv ya rast wê bi ser keve.
Di van hilbijartinên herêmî yên saredarîyan de, Partîya Maf û Azadîyan di eslê xwede gîha hedefa xweye ku pêre rabûbû. Dost û havalên partîyê bi tevayî bi erkên xweye netewî û millî madî û manewî hem yên hundurê welat û hem jî yên dervî welat pî berî kar û xebatên partîya xwe bûn, mala hemûyan ava.
Bêguman, dil dixwest ku saredarîyên mezin û yên biçûk bi dest xîne. Lê dil xwest û gotin nabe weke hev. Partîya Maf û Azadîyan di bawerîya min de dengeke bas anîye dîsa, û li gelek herêman teskîlatên damzrandîye, ev jî cîhê serbilindahîyê û emeka hemû dost biraderane mala wan ava.
Hilbijartinê de, madî û manewî gelek girînge û bi teybetî jî madî serekeye, îca bi alîkarîya dost û hevalan bi tixûbeke pir kêm, dîsa jî xebatên gelek bas û hêja hatin kirin. Mesele di bin serokatîya serokê gistî yê HAK-PARê Kemal Burkay û serkirdahîya partîyê de, deh rojan li herêma Kurdistanê û hinik bajarên anatolîyê gerîyan. Di hilbijartina de bajar û bajarokên ku teskîlatên partîyê lê hebûn propaxanda xwe kirin, hemû kesên ku pî berî konvoyên HAK-PARê û madî manewî bûne her hebin.
Îca raya min ev e, di sîyaseta rast û durist de û bi dil, bi teybetî jî serkirdaya sîyasî ku durist be, wê rojik bê ku ew sîyaseta rast durist bi serkeve . Tenê divê ku meriv li berxwe bide û ji bîr û bawerîyên xwe ye durist dûr nekeve. Herdem serê sîyaseta ku mefaata gel têde tune bike, rastîyê ji gel re bêje.
Partîya Maf û Azadîyan kevnesopîyek xweye dîrokî heye, ava partîyê diherike, hêdî hêdî, lê rojik wê bê ne dure, ava partîyê wê bibe çemê firatê û çemê dîcle wê tukes xwe li ber negre, heger em bi sebir bin.
Ji min re duristbûn û rastî girînge, ji bo min duristbûn serekeye . Ez bawerîyê wextê bînim, zû bi zû ji dev heval û rêberîya xwe neqerim, ez ê erka xweye hevrêtîyê, netewîbûnê li gor hêz û quweta xwe û zanebûna pêk bînim. Heger ku bawerîya min ji rêvebrîyekê û bawerîyekê biskê ez ê tucarî pêre kar nekim. Îca ji bo azadîyê çalakbûn dibe serkrftin, dibe azadî û dibe wek hevî. Herbijî sîyaseta rast û durist, 2014-04-01 Nîsan.