Li Hewlêrê 9emîn Pêsangeha Pîrtûkan destpêkir

Îro, 9emîn Pêsangeha Navdewletî ya Pîrtûkan, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate vekirin. Pêsangeh dê 10 roj dom bike.
Dengê Azad/Hewlêr
Pêsangeha ku li jêr çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi besdariya 250 navendên wesanxane û rewsenbîrî ku wesanxaneyên Kurdistan, Tirkiyê û gelek welatên Ereb û her wiha amadebûna hejmareke zêdeyê kesayetiyên siyasî û rewsenbîrî û konsol û xelkên biyanî hate vekirin.
Li rêûresma vekirina pêsangehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotarek bi zimanê Erebî ji bo mêhvanan û amadebûyan pêskês kir. Serok Barzanî li gotara xwe de ji bilî bi xêrhatina mêhvanan destxwesiyê li birêveber û amadekarên pêsangehê kir û ragihand ev pêsangeh û amadebûna vê hejmara zêdeyê rewsenbîran hêza bawerî û hêviyeke zêdetir bi me dibexsê. Xweshaliya xwe jî nîsanda ku pêsangeh li gor salên berê pêsketîtir û rêkxistîtir e.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkisand li ser wê yekê ku rewsenbîrî bingeha binyatnana jiyane û ew gelê çekê çandî li dest de heye dikarê pasaroja xwe ava bike û xwesdiviya xelkê Kurdistanê jî ji bo pertûk û pêswaziya xelkê Kurdistanê jî li vê pêsangehê bi belgeyek zanî ji bo rêzgirtina wan ya li rewsenbîr û çand û qelem. Serok Barzanî eve jî xisterû ku cihê sanaziyê ye ku azadî taybetî li cem hemû xelkê parastiye û belge jî eweye ku li vê pêsangehê da azadiyekî tevahî heye li çapemeniyê û dûre li çavdêrî û sansorê. Serok Barzanî hewlên navenda El Meda û Fexrî Kerîmî li amadesazî û peywendiya li gel kesayetî û navendên çandî yên ji bo rêkxistina vê pêsangehê bi bilind nirxand.
Pêwîste bê gotin, wekî her sal Wesanxenaye DENG jî bi pîrtûkên curbecur besdarî vê pêsangehê bûye.
Dengê Kurdistan