Nûçe

Çalakî ji bo rojavayê Kurdistanê

Partîyên Kurdistanîyên her çar perçên Kurdistanê di 31.08.2013`an da li Swiss li bajarê Cenevrê li pês avahîya Neteweyên Yekbûyî li dijê serê li Surî û li dijê rejîma Besar Esad çalakîyek pêk anîn.

Çalakî ji alîyê KDP, YNK, KDPÎ, KOMELA, PSK, KKP, HIZBÎ SUÎ, PYKS, HSK û YDKS ve hate organîze kirin. Di 17.08.2013`an da partîyên Kurdistanî li zürich`ê civîyabûn û di civînê da biryar hate girtin ku di 31.08.13`an da li pês bînaya Netewên Yekbûyî ji bo balkisandina li ser rewsa Kurdên rojavayê Kurdistanê. Herweha biryar hate girtin ku tenya bi ala Kurdistanê û bi peyamekî hevbes çalakî bê li darxistin.

PYD jî besdarê vê civînê bûbûn û wan ji van sertan qebul kir, lê PYD got ku ew ala Kurdistanê nanasin ji ber vê jî ewê ala ku li Rojavayê Kurdistanê wan çêkirine ewê bi xwe ra bînin. Ev daxwaza wan jî ji alîyê partîyên ku tevlî civînê bûbûn hate qebûl kirin, wan jî di komisyona çalakîyê da cî girt, lê gerek PKK û gerekse PYD besdarê çalakîyê nebûn. Wan pês çalakîyê diyarkirine ku ew bê posterê Abdullah öcalan besdarê tu çalakîyekî nabin.

Nêzîkî 400 kes besdarê çalakîyê bû û peyama hevbes hate xwendin.

Di peyamê da hate diyarkirin ku Kurdistan di nav çar welatan da hatîye dabeskirin, pistî dabeskirina Kurdistanê bûye sebeb ku Kurd di van her çar welatên dagirker da bûne wekî kêmnetew û herweha ji mafên xwe yê netewê bêpar mane, di bin zilm û zorê da dijîn.

Em partîyên Kurdistanî li dijî serê ne û dixwazin ku statuya Kurdistanê bê nasandin û Kurd ji mafên xwe yên netewî, çandî bêpar nemîne.

Dengê Kurdistan

Back to top button