Nivîsar

KNK yek Çewa?

Damezradina Kongreya Netewî ku nuha behsa wê tê kirin ku di 14-17 mehê destpêbike. Kongreya Netewî ji salên 1970 an vir ve di rojeva partî û rêxistinên Kurdan daye ku bikaribin li ser pirsa Kurd gotinên xwe yê musterek hebe. Destpêka salên 1980 an de jî gelek hewildan hate kirin, lê ji bo pêkanîna Kongreyek Netewî bi rewsa wê demê dest ne da.

Vê carê wek wext tu caran weka nuha xwe li ser gelê Kurd ferz nekiriye. Îro li dinyayê û li Rojhilata Navîn gelek guhartin çê dibin, Kurdistan û gelê Kurd jî di nav van guhartinanda ye. Lewra divê Kurd xwe ji bo hemû fersend û mecalan ûli hember hemû cure guhartinan amadebin. Rewsa îro ya heremê û ya Kurdistanê, Kongreya Netewî ji hemû caran pirtir xwe li ser Kurdan ferz dike. Loma ji bo Kongreya Netewî wextekî base. Lê ya girîn ewe ku Kongreyek çewa bê li darxistin û encamekî çewa bê bidestxistin.

Di destpêka Kongreya Netewî de hin tist hene ku divê bas bê ronîkirin. Divê di serî Kongreya Netewî berfireh bê girtin, hemû aliyên siyasî, dezgehên sivîl û rewsenbîrên Kurd bikaribin tê da cîh bigrên. Ku bi rastî jî netewî be. Divê hemû partî û rêxistin li ser gotinên mûsterek muwafiqbin, ango li ser daxwazên musterek lihevhatinek hebe. Ne ku bibe yê hêzek desthilat yan jî çend partî gotinên xwe li ser ferz bike.

Îradeya netewî gelê Kurd ne li bin sîbera dewletek dagirker yan jî hezekî dîyarde de be.

Li Sûriyê du sale serê navxweyî dom dike. Li Kurdistana Rojava rewsek taybet defaktoyek heye. Divê Kongreya Netewî, li ser siyaseta Kurdistana Rojava jî yek rêz bin. Berjevendîyên Netewî li pês hemû tistan bigre. Ji bo bidestxistina maf û azadiyên Kurdistana Rojava, divê hemû partiyî û hêzên siyasî yên Kurd rêz li yek û din bigrên û bi hevra kar bikin.

Divê Kurd nebin ajendeya tu dewletên dagirker û wesayeta wan li ser xwe qebûl nekin.

Divê KNK bibe mekanîzmayek ku partî û rêxistinên Kurdan hîn nêzîktirê hev bin. Divê pirsên xwe yên nav xwe bi rîya dîyalog û asîtiyane çareser bike. Divê Kongreya Netewî di biryarên xwe de rewsên cuda yên hemû besên Kurdistanê li ber çavan bigrê. Û di astê Dinyayê de, di astê heremê de û astê Kurdistanê de gotinê xwe yê musterek hebe.

Balkêş e ?
Close
Back to top button