Cangorîyên Kurdên Feylî li Kopenhagê hatin bibîranîn

Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
Komela Kultûrî a Kurdên Feylî li Danîmark, bi minasebeta 7. Nîsanê, roja bibîranîna cangorîyên Kurdên Feylî, di roja 07.04.2013’an de li bajarê Kopenhagê, li salona Valby Kulturhus de merasimek li dar xistin. Merasim gelekî bi rêk û pêk derbas bû. Gelek kurd, ereb, tirkmen û partî û rêxistinên kurd û ereban tê de besdarî kirin û peyamên xwe xwendin, ku di nav wan de KOMKAR-DK jî hebû. Endamê parlamento ji Partîya Enhedslisten (Lîsta Yekîtîyê), Nikolaj Willumsen jî besdar bû û axaftinek kir.
Wek ku tê zanîn di 7.Nîsana 1980’an de rejima Bahs li Îraqê bi hinceta ku Kurdên Feylî alîgirên Îranê ne êrîs bir ser wan û ew di enfalan re derbas kirin. Mal û milkên wan ji wan stendin û bi dehhezaran bi darê zorê ji cih û warên wan derxistin û berên wan da wê çola ereban û ew ber bi Îranê ve sandin kirin. Di wê rêya dûr û dirêj de bi bi hezaran kes rastî zilm û zoreke hov û nedîtî hatin. Di rê de bi hezaran kal, jin û zarok hatin kustin û bi hezaran jî ji nêza û tîbûnê û zilm û tahdê canê xwe ji dest dan. Rejimê bi hezaran jî zilam û xortên wan binçav kirin, ên ku kustin her kustin û ên din jî nefî kirin û heta vê gavê jî her winda ne. Ango rejimê qetlîameke gelekî mezin anî serê Kurdên Feylî û Civaka Navnetewî jî wek her demê xwe kerr û lal û bê deng kir.
Pistî ku rejima Saddam Hiseyîn di sala 2003’an de têk çû, gelek ji Kurdên Feylî ji Îranê vegerîyan Îraqê, lê heta vê gavê jî hê mal û milkên wan li wan nehatîye vegerandin û hê jî ji gelek mafên xwe bêparin.
Heta vê gavê jî bi dehhezaran Kurdên Feylî li Îranê weke pênaber di bin sertên herî xerab de dijîn.
Dengê Kurdistan