KOMCIWAN Elmanya kongreya 7-min çêkir

KOMCIWAN Elmanya îsal 7-min kongreya xwe di roja 06.04 heta 07.04.2013 li bajêrê Duderstadt çêkir.
Roja êkê kombûna nûnerên KOMCIWANê bû. 30 nûner ji bajêrên Berlin, München, Wuppertal, Rhein-Ruhr, Mannheim, Hamburg, Leer, Bremen û Freiburg amade bibûn.
Di vê kombûnê da her bajêrekî li ser karê xwe yê sala cuyî axift û kêmasî û serkeftinên karê xwe anîn ziman.
Di roja duyê da KOMCIWANê Kongreya xwe ya 7-min çêkir. Di despêkê da bîranîn û rêzgirtin li cangorî û sehîdên Kurdistanê bi deqîqekê hate kirin. Bi afixtina KOMKAR ELMANYA kongre berdewam bû. Rohat Geran berpirsê KOMKAR Elmanyayê bi dilgermî silav kir hemû nûner û endamên KOMCIWANê û destxwesî û sipasî pêskêskirin. Taybetî karê sala çuyî, karekê serkeftî bû û cihê dilxwesîya Komkarê ye. Herwiha Rohatî daxwaz kir, kû sala bêt jî karê KOMCIWANê berdewam yê serkfetî û bihêz be.
Berpirsên KOMCIWAN Elmanya karê xwe yê salê pêskês kir û delîve da hemû nûnerên bajêran kû gengesîyê li ser karî bikin û ditinên xwe bêjin.
Di kongreyê da helbijartinên nû yên berpirsan jî hatin kirin. Evîn Koflî û Adir Tekin bo cara dûyê bûne berpirsên êkê. Cihgirê wan yên nû bûne Rohat Geran û Sertac Kurmanc. Bo berpirsên aborî (pare) Rojîn Cengiz û Serhat Etdöger hatin helbijartin. Herwiha
Sidar Alabay, Derya Etdöger û Barîn Kêsteyî bûne berpirsên nû.
Sipasîyên germ ji bo berpirsên kevin hatin kirin. Bi taybetî bo wan, ewên isal careka din di helbijartinê da amade nebûyîn, Özlem Alkan, Narîn Dogan û Serdar Altay.
Bo berpirsên nû yên KOMCIWANê em serfkeftinê û xwesîyê di karê nû da dixwazîn û çaverêy kar û armancên nû ne!
KOMCIWAN ELMANYA
Dengê Kurdistan


