Nivîsar

Çareserkirina pirsa kurd da ya sereke perwerda bi zimanê dê ye

Gotinên cîgirê serokwezîrê tirk Bûlent Arinç kurdara tistekî niskêva nîne, ku hevalên me wa pê silikîn, bi dewr û zemana dagerkirên
Kurdistanê /tirk, ereb, ecem/bi askere, bi her cûreyî xwestine zimanê kurdî ji saristanîyê rakin, bi zorê jî mabe bêrûmetkin, tunekin, çelkin.
Salên bîstî girtî, ji pey herba cihanîye yekemîn ra dema Kurdistan di nava çar dewleta da hate parkirin, wan heçar dewletan êdî bi dewletî, destûrî, bi pilan bi pêsîkêsya tirkîyê ne ku tenê tunekirina ziman lê tunekirina heyîtîya gelê Kurd ji xwera kirine armanca here sereke.
Dîrok sedeye… Her tist li ber çavên me pêk hatîye, em sedê bûyaran e, hewcê nivîsara zêde nîne.

Xezeba ku nav van heystê-nod salî da wan anîne serê gelê Kurd di nav morala merivatîyê da cî nabe. Heçara jî çeqas bêjî komkujî, Helepçe li ser sîngê Kurdistanê çê kirin. Û ya here xeter ewe ku gelên xwe jî kirin hevkar û hemfikir ji wan kirinên xweye xezeb û kirêt ra. Gelê wan jî wê pêvajoyê wek tistkî normal hasab dikin, pistgirtîya hukumdarên xwe dikin û hela sûc jî dikin istûyê kurdan.Ê

Eger ol yek nîbîya gelê Kurd di bin wê giranîyê, ber komkujyan, di nav sovûnîzm û nijarperestya hisk ya heçar dewletên xezeb da teyax nedikir yan wê undabiya yan jî niha dewleteke basqe bû… Di wî halî da, di tev wan mesyan tistekî qewata normal û ji aqila dere…

Gelê Kurd miletekî wusane ku çi halê zemet da jî bibe natewe, çiqas jî bindest bûye tucar serê xwe ber tu kesî xar nekirîye. Kurd eger tewya wê biskê. Kurdê sikestî ne kêrî êla xwe hatîye ne jî kêrî dagerkiran. Niha jî wusanê, kurdê ku bûye peyayê neyarê netewa xwe ne kêrî netewa xwe tê, ne jî ‘xweyê’ wî amintîya xwe ji wî tîne. Cî hat, eger wan ra ne lazim be, wek tistekî zêdeyî, bêrûmetî bêkêr davêje nav gemarê. Kal bavaên kurda berê da wan ra gotîyê: ‘ Ne kêrî dêrê tê, ne mizgeftê’.
Zimanê kurd zimanekî rojhilata navîn î herî kevnar e, ruh û îmana evdê kurd e, cîyê xwe nade tu zimanî… Heta pêncî-sêst sal berê jî kesî nikaribû ne kurda bitewîne, ne jî ziman wan, wan bide jibîrkirin… Dagerkiran ew yek ji kurda çêtir tê derxistin… Dîtîn ku zorê, bi kustin, zêrandin, sirgûnyê û zindankirinê nikarin kurda asîmle bikin û destê xwe avîtin perwerda zarokan. Ku zarotîyê da rohê kurdîtîyê, zimanê kurdî di nav wanda bikujin. Wanra ji hev hat…

Tê xanê cîgirê serokwezîr pilana asîmlekirna kurdan ya pêsîyê xwe. rind fêr bûye…

Dar dema mezine tewandina wê nabe, diskê. Eger bixwezî bitewînî, weke xwestina xwe cûre bidêyî, gerekê hê tere, nûye, çiqil sîne bitewînî û çi cûreyî bixwezî bi wî çûreyî jî wê mezinbe… Bi vê meselê jî wana derbeke mezin zimanê kurdî û gelê Kurd dan…
Wusane mercê ewlin yê safîkirina pirsgirêka kurd perwerdekirina zarokên kurde bi zimanê dê…Mektebên gund û bajarên kurda û cî- warên kurd bi girsêyî lê dijîn perwerde gerekê bê sert û merc bi zimanê kurdî be. Eger pirsa perwerdê neyê çareserkirin, her tist derewe…
Niha em bêne ser medenîbûnê…

Dewleta tirk çiqas jî dixweze xwe nîsan bide xwedêgravî wek dewleteke ewropî, pêsdaçûyî, modêrn, zor, rayedar jî wek evdine xwendî, bi perwerda pêsketî, zane, medenî, dêmokirat, giva alîgirê rêforman, lê bi rastîyê welat dimîne wek waeekî rojhilatêyî fikir tarî, rayedaran jî tek cilê xwe guhestine, serê payê pirê ji gemara osmanîyê û nijarperestîya kemalîzmê paqij nebûye…

Kê çi dixweze derheqa Kurda da dibêjin…
Destê wan naçe tistekî rem bikin, gaveke pozîtîv berbi çareserkirina pirsa kurda bavêjin.
Têkosîna gelê kurd jî di her warî da gihîstîye meheleke wusa ku xapandina kurda êdî nabe. Cihan jî ji delk û virên dewleta tirk û rayedarên wê hisyaye.

Safîkirina pirsa Kurd mîna hestîkî gewrîya tirka da maye, difetisîne, ne dikare hestî daqurtîne, ne jî dikare derxe bavêje. Mihandin hemin tune û tune. Hestî mezine, pir hiske. Yan gewrîyê biçire yan dêv… Zorê tist naçe pês. Careserî jî destê kurda e.

Eve sebeb, ku hukumata AKP wek rûvîya gavekî pêsda davêje, sê gava pasda.
Tirsa AKP wundakirina deshilatdayê ye…
Dimîne gelê Kurd ji vir-delkên AKP ê nexapin.
Du rê ber AKP ne, yan safîkirina pirsa Kurd yan undakirina deshiletdaryê.
Careserlirina pirsgirêka Kurd jî bê perwerda zimanê dê derew e.

12.02.2012

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button