Nûçe

Cejna Newrozê li Stockholmê bi besdariya bi hezaran kes hat pîrozkirin

Dengê Kurdistan
STOCKHOLM-24-03/2013

Cejna Newrozê li Stockholmê bi besdariya bi hezaran kes hat pîrozkirin. Sahiya Newrozê ku ji alî Federasyona Komeleyên Kurdistan hat amadekirin, bi rawestina rêzgirtina ji bo sehîdan dest pê kir û bi xwendina gotarên siyasî û silavnameyên pîrozbahiyê dewam kir. Pistî gotara li ser navê Federasyonê ku ji alî seroka Federasyonê Sermîn Bozarslanê ve hat xwendin, nûnerê Komîta Hevkarî ya Hêzên Siyasî û nûnerên partiyên siyasî yên swêdî gotar xwendin û pistgiriya xwe nîsandan.

Di bernameyê da komên govendê yên zarokan ji KOM-CIWANê li ber muzika dahol û zirne reng dane sahê. Komeke hunermendan ji Zaxo bi serkêsiya Hacî Zaxoyî stran û miqamên kurdî pêskês kirin. Herweha koma Hesen Melle besdarî sahiyê bûn û heta derengê sevê stran û muzîka govendê pêskês kirin.

Di hola sahiyê de KOMKAR-Swêdê pêsangeha pirtûkan vekir, pirtûk û alên Kurdistanê firotin. Sahiya Newrozê bi xwesî û serfirazî gihîst dawiyê.

Dengê Kurdistan

Back to top button