Nûçe

Newroz li Kopenhagê bi cosî derbas bû

Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag

Cejna netewî a Gelê Kurd, Newroz, wek hemû salan, îsal jî bi cosî û serkeftî li bajarê Kopenhagê hat pîroz kirin.

Di roja 22.03.2013’an de cejna Newrozê li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagê, li salona Korsgadehallen/Nørrebro hat li dar xistin. Newroz ji alîyê Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) ve hate organîzekirin.

Sahîya Newrozê di seat 17.30 de dest pê kir û heta dawîya sevê di nav kêf û sahî û coseke mezin de dewam kir. Bernameya sahîyê pistî bi sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ û rêzgirtina ji bo sehîdên Kurdistanê destpê kir. Girseyek mezin ji kurdên hemû besên Kurdistanê ên ji bajarê Kopenhagê û derdora wê besdarî sahîya Newrozê bûn.

Di sevê de li ser navê FKKD´ê gotarek di derbarê cejna Newrozê de û rewsa dawî li Kurdistanê hate xwendin. Herwekî din jî peyama serokê Gistê ê HAK-PAR’ê Birêz Kemal Burkay û peyama serokê gistê ê PSK’ê Birêz Mesut Tek, ku ji bo pîrozbahîya Newrozê sandibûn, di sevê de hatin pêskês kirin û silavên wan ji bo mêvanan hatin ragihandin. Ji bilî vê gotarek jî li ser nave Encûmena Nîstimanî a Kurd li Sûrîye (ENKS) hat pêskês kirin. Di peyamê de ENKS bal kisand ser rewsa dawî li Rojavayê Kurdistanê û daxwaz ji hemû besên Kurdistanê kirin ku nehêlin ku di nava kurdan de serekî birakûjî destpê bike û xwest ku hemû kurd di vê dema aloz de li Rojavayê Kurdistanê yekîtîya xwe biparêzin. Sîyasetmedar û endama parlamento a ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF), Özlem Sara Çekiç jî axaftinek kir, Newroza hemû kurdan pîroz kir û bîr û dîtinên xwe li ser rewsa dawî a li Kurdistanê û xasima jî a li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê anî ziman û hêvî û daxwazên xwe anî ziman ku ev pevajoya ku hatîye destpê kirin bi erênî encam bidê û ev serê heyî bi dawî bibê.

Îsal jib o sahîya Newrozê ev hûnermend hatibûn vexwendin: Ereb Osman, Hacî Zaxoyî, Nûrî Germîyanî û Dîya Ciwan.

Sahîya Newrozê bi girseyek mezin, serkeftî û di nava germîyeke mezin de derbas bû.

***

Saredarîya Kopenhagê li Agirê Newrozê xwedî derket

Îsal Agirê Newrozê bi amadekarîya Saredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagê, Verdenskulturcenter (Navenda Çandê a Cihanê), Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD), çend komelên Îranî, Afghanî, Belûcî û Tacikî, ku ew bi xwe jî wek kurdan Newrozê pîroz dikin, pêk hat û bi sêweyekî hevbes hat li dar xistin. Agirê Newrozê li hewsa ‘Verdenskulturcenter’ hate pêxistin û li dora agir, li ber dahol û zirnê govend hate gerandin. Pistre – ji ber sir û berfê – li hundir, li salonê bernameyek taybet hatibû amade kirin. Li wir jî axaftin hatin kirin û di derbarê cejna Newrozê de agahdarî hatin dayin. Pistre jî her welatekî govendên xwe dane nîsandan. Sahî û dîlanê heta dereng berdewam kir.

Wek ku tê zanîn Saredarîya Bajarê Mezin her sal ji bo komelên bîyanî li bajêr festîvaleke navnetewî li dar dixê. Armanc ewe ku di sala pês me de hemû welatên ku Newrozê pîroz dikin bi amadekarîya Saradarîya Bajêr Newrozeke mezintir û bi rêk û pêktir li dar bixin.

Dengê Kurdistan

Back to top button