Nivîsar

Cejna Newrozê Pîroz Be Li Gelê Kurd

Meha Adarê bi hemû xwesî û nexwesîyên xwe têr û tijeye.

Newroz cejna netewîya gelê Kurd e. Ji bo gelê Kurd cejna Newrozê herî rojeke azad û kevn e. Dîroka Newrozê digîhije 2613 salan e.

2613-salan vir de ye ku gelê Kurd cejna xweya Newrozê di meha Adarê de pîroz dike û li sere çiyayan û li kuçe-kolanên Kurdistanê agirê Newrozê êvara 21ê Adarê dedadin û govend û staranên netewî li ser cejna Newrozê dibêjin û govenda digerînin.

Xwendevanên hêja û delal, pir hindik çîroka cejna Newrozê hûn diza nin, zemanê ber de, yanî 2613 an de, zulmekarek bi navê Dehaq hebûye, li wê herêma ku jêre dibêjin, Kurdistan û navçeyên der û dora çayê zagrozê û gola Ormîyê, heta ku dibêjin mazrapotamya.

Kawayê hesinkar jî mirovekî wê demê ku zana û têkhistibû. Kawayê camêr digot ez ê, çawa vî zulmekarî û xwînxarî yê Dehaq ji holê rakim. Kawayê hesinkar gote, divê ez pêskêsîya ku vê zulmê rakim bikim, hûnandinek pêwîste û girînge. Bi meha bi sala amadeya xwe kir Kawa û hevalên xwe, ji bo ku Dehaqê zulmekar ji desthiledarîyê bixin, bi rêk û pêk bi hawaeke nehînî gîhan amadeya ku li himberî Dehaq bikin û amedeyên xwe pêk anîn, Kawa û hevrêyên xwe.

Kawa bi hinik hevalên xwe girtin ser qesra Dehaq, êvara 21ê Adarê bû, Kawa ji hevalên xwere got, heger me Dehaq kust em ê agir dadin di qesrê de, wexta ku we dît ku me agir dada hûn fehmbukin ku me Dehaq kustîye, hûn jî li ser çîyan agir dadin û 21ê Adarê li herderê bila bibe cejn, bibe rojeke nû, yanî cejna Newrozê . Dehaq tê kustin êvara 21ê Adarê û 21ê Adarê gelê heremê û bi teybetî jî gelê Kurd cejna newrozê pîroz dikin, ji wê demê heta vê dema ku em tê denin gelê Kurd li vê roja ku nîrê zordestîyê hatîye xerakirin ji hêla qehremanê û mêrxasê Kawayê Hesinkar û hevrêyên wî ve.

Newroz li dijî zilm û zorê tadayi û xwînmijiyê nisana serkeftinê û azadiyê ye, Newroz hêza li berxedanê ye, ji zivistanê destpeka biharê ye. Newroz hêviya jiyanê ye, tov, bereketa jiyanê ye. Newroz agirê azadiyê yê heri mezin û heri xurte. Ev agir bi sevq û semala xwe, bi roni û tîrêjên xwe bi tarî û taristanan diqelêse. Newroz bûka azadiyê ye. Azadi bi Newrozê sah dibe, Newroz bi azadiyê kêfyxwes dibe .

Newroz diyariya Kawayê hesinkar a ji bo gelê Kurd û gelên cihanê ye. Cara yekemîn ev agir ji alî Kawayê hesinkar hevrêyên wîve hatîye pêxistin. Newroz ji bo zalim û xwînxaran mirin e. Ji bo bindest û mazluman dîlane, sahi ye, xwesi ye, firehi ye, devlemendi ye, serbesti ye û azadiye.

Newroz di rîya serxwebûn û azadiyê de tekosîn û li himerî zîndanan rohnahîye, li çiyan, li destan, li gund û bajaran serhildanê. Cejna Newrozê sahî, xwesî, seyrane ala vekhevî û biratiyê ye.

Newroze newroze, sibehê newroz e,
Keç û xortên kurdan wê sibehê bikin reqs û dîlan e,
Sibehê newroze cil û bergên xwesîk li xweke,
Newroze sibehê newroze, xwarin û sêranîyên xwes meriv hemû devil ken e.
Sibehê newroze li çolê gîha sîn dike, dar û ber dibiskuvin, Nêrgiz dibiriqînin,
Pîroz be newroz pîroz be, li gelê Kurd û Kawayê hesinkar . (s.omerî)

Agirê Newrozê her ku diçe ges dibe, xwes dibe, çirûskê xwe dibiriqîne, dixemilîne. Tu hêz wê nikari be vî agirî bitefîne, ev agir li serê hemû çiyayên Kurdistanê wê herdem di dema xwede bê dadan û vêkeve. Li hemû bajar, bajerok, gund deverên herçar parçê Kurdistanê agirê cejna Newrozê wê bê dadan, her ku diçe gestir dibe agirê Newrozê.

Ev agirê Newrozê nabe bê tefandin, ji ber ku ev di hisê gelê kurd de ye, di mejîyê me de ye, di bîra me de ye, di baweriya me de ye û di dilê me de ye. Ev agîr naye tefandin. Li seranserê cihanê, cejna Newrozê li gelê Kurd û Kurdistanê pîrozbe.

Balkêş e ?
Close
Back to top button