Nûçe

Li Munihê Newroza pîroz bi coseke mezin derbaz bû

Rênas Sütcü/Munih
Li bajarê Munihê ji aliye KOMKAR-München va sevek Newrozê di roja 16 adarê da, bi dirusma “Astî, Çekberdan û Rojavaya Kurdistan’ hat lidarxistin. Bernameya sahiya cejna Newrozê bi silavkirina besdaran dest pê kir. Pistî silavkirina besdaran, deqeyek rawestin bo gist sehidên Kurdistanê û bi taybetî bo sehidên Helepcê çêbû. Bi ser navê birêz Cristian Ude – serokê bajarê Munihê- birêz Yasar Fincan axaft. Yasar Fincan bi xwe endamê encumena bajarê Munihê yê SPD ye. Wî di gotara xwe de behsa giringiya bîranîn û pîrozkirina Newrozê kir û cejna besdaran pîroz kir. Herwisa Orhan Akman, endamê meclisa bajarê Munihê yê partîya Çep (die Linke)-jî axaftinek kir û pistgiriya xwe ji bo sahiya cejna Newrozê nisanda.

Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) birêz Kemal Bukay ji seva Newrozê ya Komkar-München ra mesaj sandibû. Mesaja Kemal Burkay bi cosek mezin hat pêswazîkirin. Herwisa mesaja sekreterê gistî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan birêz Mesut Tek jî hat xwendin. Cîgirê serokê KOMKAR-Almanya, birêz Rohat Geran jî di seva Newroze da bi navê Komita Birêvebir a Komkarê axaft. Pistî xwendina gotarên siyasî û mesajên pîrozbahiyê, bernameya çandî dest pê kir. Di sevê de helbestên birêz Kemal Burkay jî hatin xwendin. Hunermendên muzîka kurdî yên navdar Delîl Dilanar, Beser Sahin, Metin Kemal Kahraman, Mizgîn û Koma Hêvî, kilam û stranên ji hev xwestir pêskês kirin. Îsal jî li Munihê Newroza pîroz bi coseke mezin derbaz bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button