Çend Dîmen Ji Sefera Min Ya Kurdistana Azad (1)

Ez dixwazim hinek dîmenên wan 10 rojên ku min li Kurdistana Azad derbas kirin gel we parevekim. Ev cara sisyan bû, ku ez cûme Kurdistana Azad. Cara yekan 2007 ya dudan 2010 ya sisyan jî 2014 bû.
24.05 – 03.06.2014 da ez li wê derê bûm. Qet hatiye serê we, nizanim! Lê dema ku ez li balafirgeha Hewlêrê peya bûm, min wetrê ez li ser ewran bûm. Erd di bin lingên min da nerm bibû. Rojên min bi wê kelecanê va destpêkirin û hetanî dawîyê jî berdewam kirin, ji ber ku vê carê karê min yê eslî bû naskirina parlametoya Kurdistanê, dem û dezgehên ku bingeha dewletbûnê ne.
Niha ez dixwazim gelekî kurt roj bi roj, her 10 rojên xwe raxim ber cavan.
Berî ku ez dest bi babetê bikim, ez dixwazim bînim ser ziman ku ez mêvanê Berêz Xêrî Bozanî bûm (Rêveberê gishtî yê karûbarên Êzîdiyan li wezareta Ewqaf ya Herêma Kurdistanê) Gelek sipas ji bo wê malîvanîya wî.
25.05.2014 di berbanga sibê Berêz Sakir Barzanî, Sêx Zêdo û ez ji blafirgehê girtin û wê sevê li mala xwe kirin mêvan. Sibetirê ji pistî tastê em çûne mala mamoste Cemal Xeznedar. Me arsîva wî dît, lê dema wî kêm bû, divîyabû, ku ew here balafirgehê. Kek Sakir, Sêx Zêdo û ez em tevayî gel wî çûne balafirgehê. Ew çû Almanya, em jî zivirîn çûne ba Kek Xêrî Bozanî. Ji pistî hevdîtinê Kek Sakir em birin Otêlê.
Dr. Kurmanc hate otêlê, me hev û di dît, planek ji bo hevdîtinan çêkir. Êvar bû Dr. Kurmanc em birin mektebî sîyasî ya PDK, ba Qadir Xacax û Mihemed Heyran. Tevî wan berêzan û sagirtên wan, me sîva xwe xwar. Sohbeteka gelekî kêrhatî bû. Q.Qacax û sagirtan helbestên xwe xwendin.
Mamoste Qadir Qacax daxwazîyeka min anî cîh. Min dixwast ez rûnistineka parlametoya Kurdistanê bibînim. Berêz Qacax hema wî lezî telefon kir û ji bo 26.05.2014 an saet 11:00 dem girt. Ez wê sevê bi wê kelecanê va hetanî sibê ranezam. Sibetirê Berêz Xêrî Bozanî ji bo me sîyare sand, Sêx Zêdo Baedrî û ez, em tevayî çûne parlamentoyê.
Berêz Zagros Ahmed Kamal pêswazîya me kir. Berî ku rûnistina parlamentoyê dest pê bike, em tevayî çûn û me cîhê xwe girt. Serokê Parlamentoyê Berêz Yusif Mihemed Sadiq, cîhgirê wî Berêz Cefer Ibrahim û Sekreterê parlamentoyê berêz Fahredin Kadir cîhên xwe girtin. Berî ku dest bi rûnistina xwe ya vekirî bikin, serokê parlamentoyê bi formeka fermî em wek protokol silav kirin, xêrhatinîya me kir. Ev di jîyana min da, ji bo min xelateka bê hempabû. Ez di xewnê da bûm, lê di heman demê da jî rastîyek bû.
Niqasa wan li ser beyaneka sefîrê Iranê yê li Silêmanîyê ku, di Facebook da hatibû belav kirinê bû. Wan jî wek tirkan zimanê kurdî inkar kiribûn, kurdî kiribûn devokekî farisî. Lê tistê ku dilê mîrova pê xwes dibû, ew bû, ku hemû partîyan bi yekdengî, wa beyana bêwate, sermezar dikirin.
Dîsa tistê ku dilê mîrovan pê xwes dibû, ew bû ku parlamento rastî jî gelekî pirrengîn bû. 38 PDK. 24 Goran, 18 YNK, 10 Yekgirtû, 6 Komela islamî, 5 Mesîhî, 5 Turkman, 1 Ermenî,1 Komunist, 1 Hizbî Isl., 1 Hizbî Cotyaran, 1 Sosyalist. Lê hemû van rengan yek dengî pirsa zimanê kurdî niqas kirin.
Ji pistî rûnistinê navber dan. Kek Zagros em birin ba Berêz Cefer Ibrahîm (Cîhgirê Serokê parlametoyê) ji bistî silaveke germ, Berêz Cefer Ibrahîm got: “Werin ez we bibim ba Berêz serokê parlamentoyê.” Em tevayî çûne maqama Berêz Yusif Mihemed. Ji pishtî pêshwazîyê em derbasî oda mêvanan bûn. Wan bi siklekî fermî pêshwazîya me kirin, me jî dilxwesîya xwe anî ser ziman. Nêrîna min, ya li ser rûnistinê pirsîn. Min jî bi dilêkî rehet gelekî vekirî, kêmasî û her usa dilxwesîya xwe anî ser ziman. Lê min li ser navê kurdên diyasporayê ji wan xwest, ku hukumata herêmê kurdên dervayî welêt xweyî derkeve. Hejmara kurdên li Almanya ji me pirsîn. Me ji wan ra got, ku 800 hezar ta milyonekê kurd li Almanya dijîn. Gelekan cinsîya almanyayê girtîye, lê kurd hê jî wek ereb, tirk an jî farisan têne dîtin. Mafê dersa zimanê dayîkê li hemû eyaletan tune, ji bo civînên ku, gel rêxistin, kesayetî an jî berpirsîyarên gelên di têne sazkirinê gazî kurdan nakin, pirsgirêkên malbatan û cîwanan hene û hwd.
Bersiva Serokê Parlamentoya Kurdistanê dilê me xwes kir; got: ‘Kek Fettah, hetanî niha xebateke usa tunebû, lê me komisyonek pêkanîye. Di demeka kurt da wê dest bi karê xwe bike. Wê demê em ê gel kommel û rêxistinên diyasporayê têkilîyan daynin.’
Pistî nivro em çûne merkeza bajarê Hewlêrê ku bûye metropolekê. Mîrov hez û miraz dike, ku gav bi gav bigere, bibîne. Êvara derengî jî Dr. Kurmanc em birin Parka Samî Abdulrahman.
Dûmahik heye ..
Fettah Timar