Cihê HAK-PARê di siyaseta kurdî de
Ehemiyet û dewra kurdan û Kurdistanê di siyaseta navdiwelî ya Rojhilata Navîn de roj bi roj mezintir dibe. Li vêrê siyaset li du cepheyên dijber î hev de tête me sandin.
Cepheya yekê ya Amêrîka û alîgirên wê ye. Di wê de, gelên welatên bindest ên ku ji rejimên herêmê yên diktatorî bêzar bûne; hêzên dêmokrat û guhertinxwez, Tirkiye ( ya AK-partiyê), Kurdistana Federal a Basûr û hemû hêz û partiyên kurdan ên welatparêz cih digrin.
Di cepheya duwê de rejimên dîktator, di serî de Îran, Suriye, Tirkiye (ya Ergenekonê, CHP, MHP û PKK), Iraqa Nûrî Malikî, Hizbullah, Rusya û Çîn cih digrin.
Mixabin vê gavê yekitiyeke netewî ya herçar parçên Kurdistanê nîne. Lê hêzên netewî wek PDK-Basûr a di bin serokatiya serok Mesud Berzanî de û HAK-PAR a di bin rêberiya birêz Kek Kemal Burkay de û hin kom û kesên welatparêz ên dî, menfaeta miletê me di cepheya yekemîn de dibînin û tevdigerin. Eve jî ji xêr û berjewendiya miletê me re ye. Ji xwe di van 20 salên derbasbûyî de gelek eskere û zelal diyar bû ku, di serî de Amêrîkî û alîgirên wî yên rojavayî, menfaetên xwe yên gistî di parastina heq û huqûqên miletê Kurd de dibînin. Ewan êdî ji mêj ve bi hukumeta kurdî re danustendineke welê dikin wek welatekî serbixwe. Heku mirov di awirekî dîrokî de lê bimeyzîne, dibîne ku ev çi sansekî mezin yê nû ye li ber miletê Kurd vebûye.
Esasen kurdên ku li dîv PKK û dîvikên wê (wek BDP, PYD) diçin ne tê de, exlebê kurdan dizanin ku pêseroja gelê kurd di guhertin û vejîneke nû ya herêmê de ye. Rejimên baasî, kemalîst û xumeynîst û kevneperest, guhertinê naxwazin û ji bo domandina bindestiya kurdan û Kurdistanê harîkariya hevdu dikin. Îcar ku qismekî ji kurdan bi riya PKK li ser navê kurdan bi wan dewletên dagirker re dixebitin û li dijî menfaetên miletê Kurd tevdigerin, eve jî bêsansî û bedbextiyek e mezin e. Di vê rewsê de rola nezanî, xapîn, xapandin û hileyên dijmin mezin e. Li aliyekî dî, rola sistî, menfaetperestî û bêxeyretiya gelek kesên ku xwe ronakbîr dibînin jî heye. Gelekê wan ji bo ku riya rast nîsanî gelê kurd bidin xwe nalivînin. Besekî wan, bi hemdê xwe an jî bê hemdê xwe li sûna ronahiyê, tarîtiyê berdidin ser riya çareseriyê û dibin sedemê derengxistina azadiya gelê me.
Bêdengî û bêhelwestî zerar e ji bo pêseroja miletê me, lê di eynê wextê de rizîn û pûçbûna wan kesan bi xwe ye ku bêdeng û bêhelwest in. Her kesekî kurd, mêr û jin, kal û ciwan, feqîr û dewlimend dikare keda xwe biêxe nav xebat û berxwedana azadiya miletê Kurd.
Ez wek neferekî doza azadiya Kurdistanê, ji sêst (60) salî hir ve li ser rêbaziya Berzaniyê mezin , di nav xebat û siyasetê de me, min hîç wextekê hêviya xwe ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê winda nekiriye. Û îro qismek ji hêvî û xeyalên min pêk hatine; Di bin serokatiya serok Barzanî de besekî Kurdistanê nuho azad e. Li paytextê Kurdistana Basûr Hewlêrê nêzîkî sih (30) welatên cîhanê sefaretên xwe vekirine. Ji bo min ev hêvî û xeyalek bû ku îro bûye rastî.
Emrê min li ser 80 salî ye, nuho jî hêviya min ji bo zadiya herçar perçên Kurdistanê zindî ye, ji ber ku ez dizanim çerxa dîrokê berepês dizivire, guhartin çê dibin û çerxa miletê Kurd jî rast dizivire. Kurd êdî wê roj bi roj bibin hêzeke berbiçav li saha Rojhilata Navîn û Cîhanê. Lê divê em kurd xeletiyên ciddî nekin. Dost û dijminên xwe tevlîhev nekin.
Di vê babetê de, wek min li banî jî gotî, siyasetmedarên miletê me yên wek serok Mesud Berzanî û kek Kemal Burkay ku xwediyê eynî armancê ne (parastina menfaetên netewî yên miletê Kurd bi durustî ) li qada siyasî de, di yek cepheyê de hene û riya rast nîsanî tevgera siyasî ya miletê me didin. Baweriya min xurt e ku ew ê di salên pês de jî ji bona parastin û xurtkirina azadîya Kurdistanê, demokratiyetê, heq û edaletê xizmetên mezin bikin.
Em hemî dizanin ku di vê demê de li Kurdistana Bakûr erk û barekî giran ketiye ser milê Kek Kemal Burkay û HAK-PAR ê. Û pistî çend rojên dî kongra HAK-PARê dê çê bibe. Min gelek dixwest ku emrê min û îmkaniyêtên min dest bida û ez jî li gor taqeta xwe tevlî xebata wan bibûma, min jî rahîsta û barekî ser pista wan siviktir bikira…
Ez ji kongra HAK-PAR a bi serokatiya kek Kemal Burkay re ji nuho ve serkeftinê dixwazim, dibêjim bila li gelê Kurd pîroz be!
Bavê Rewsen