Nivîsar

Tirsa neyaran

Di jîyana mirovan de tirs heye.Neyaran jî bi zorê Kurdistan parçe kirine. Pistê peymana Qesra Sîrîn,di sala 1639 de di nawbera împaratoriya Osmanî û Îranê de Kurdistan kirîne du parçe. Gelê Kurd di bin destê wan herdû zordestan da maye. Pistî serê cîhanê ya yekemîn gava ku nexsê Rojhelata Navîn hate guhartin;Kurdistan kirine çar parçe. Neyaran bi sînorên xwe welatê kurdan kirine hepisxane. Miletê Kurd jî di vê girtîxaneya mezin de jîyana xwe didomîne.

Gundên ku nêzî sînoran in, ji wan gundan gelek kes li ser sînoran birîndar bune û gelek kes jî mirine. Ji ber ku li vî alî û wî alîyê sînorên biyanî de tepînek hene. Gelek kesan jî bo azadîya miletê Kurd li vî alî û wî alîyî sînorên bîyanî de dijî neyaran ser kirîne û hatine kûstin. Bi teybetî dagîrkeran, gor qezanca bêrikên xwe miletê Kurd kûstine û birîndar kirine.

Belê neyaran Kurdistan kirine çar parçe û va jî zordestîya herî mezin e. Ez bawar dikim ku rojan rojekî, Kurd jî ji neyaran mafên xwe bigirin û neyar jî bedêla cirmê parçekirinê bidin. Bo vê yekê neyar tim ji zordestîya xwe ditirsin.

Sala 2003 de rejîma baas hate wergerandin û Kurdistana Basûr bû azad. Rewsa gelê Kurdistana Basûr gav bi gav pês da diçe. Em Kurd bi vê rewsê dilsa ne û serbilind in. Sê parçeyên din jî bo azadîya miletê Kurd têkosînê didin û ji bindestîyê heya niha xilas ne bûne. Zordestên sê parçeyên din jî ditirsin ku rojan rojekî ew jî mîna rejîma baas wergerin û cirmin xwe jî bikisînin.

Gelo tenê neyar ji parça bûnê ditirsin? Na na Kemal Kiliçdaroglu jî parçe bûnê ditirse. Kilicdaroglu wiha dibêje :’Partîya wî ne dijê fêrbûna bi zimanê dayîk e. Lê belê CHP bawer dike ku perwerdeya ku bi zimanê tirkî nebe,welat parçe dike.’

Ez jî wiha dibêjim:’Li Awistiryayê, di dibistanan de 21 zimanê ejnebî bûne zimanê fermî. Ji wan yek jî zimanê kurdî ye. Awistirya bi zimanên ejnebî tucar parçe ne bûye û bi mafê zimanan dayîn jî sînor nayên kisandin, ango welat parçe nabin.’ Di navbera gelan de sînor bûne proplema rojane.

Gelek welatên Ewropayî di navbera xwe de li ser sînoran kontrol rakirine. Lê belê qet welatekî sînorên xwe ne sikandiye. Kîngê bixwazin dikanin careke din kontrol bikin. Ango tenê mirovên xwe ji ser sînoran vekisandine û radar zêde kirine. Gor dîtina min jî bo welatan sînor pêvîst in.

Ez parçabûna Kurdistanê mîna lasê mirovekî dibînim. Dema ku mirovek çar caran emeliyatên mezin derbaz bike, tucar mina berê cansaxî sûnda nayê. Bo vê yekê ez jî wiha dibêjim: „Lasê Kurdistanê bi sînorên biyanî zêde xwîn winda kirîye. Di Kurdistana serbixwe de jî tucar ês kêm nabin.

Serxwebûn û yekitîya welat, wek hemû milletan heqê milletê Kurd e jî. Divê Kurd derheqa dahatûya xwe da bi xwe biryarê bidin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button