Nivîsar

Çima Ser û Pevçûn?

Meqsedên ku meriv serdike û radibe hevdû gelek in. Serê navbêna malbata, êl û esîran li ser erdan-xakê, namûsê û ziyanên ku yek pezên xwe berdide nav rezên hevdû, zad û milkên cîranên xwe. Filankes, mirîskê wan, heywan û se-kûçikê me birîndar kirine, ser derbna dest pêdike, navbêna malbata, ciranên gund û cîranên wan gunda de. Û ev serê bê fêde û ku tenê zirarê bide civaka wî gelî-xelkî pêve tune. Tê bîra min ku li gundê me, ji bo xar, kab û qurûsan ku bi wan dihate lîstin ser û pevçûn derdiket û heta ku mirov jî dihatin birîndarkirin û dihate kustin, talî jî hevdû talan dikirin û heta ku ew malbatên sûcdar warê bav û kalên xwe terk dikirin.

Lê serê bo netewî û milî ku welatê meriv kolonî ye-bindest e, divê ku meriv rêxistinê xwe damzrîne ji bo ku serê wê rejima zordest bike, ji bo azadîya welatê xwe û gelê xwe, li berxwe bidin. Meriv serê xelkê neke, tenê serê rejimê bike. Mele Mistefa Barzanîyê mezin digot, em serê rejima Iraqê dikin, ne serê xelkê iraqê, em ji bo dew û doza xaka xwe ku azad bikin ser dikin, em ne dijminê gelê iraqê nin. Di bawerîya min de tistê ku Barzanîyê mezin gotîye, rast û durist e. Li hersê perçên Kurdistanê yên dinê ‘Îran, Surî û Tirkî’ divê weke gotina Barzanîyê mezin bi kar anîn.

Îca li bakurê Kurdistanê 25 milyon gelê Kurd heye heta dikare zêdetir be jî. Êdî dema ser û pefçûnê wextê xwe dagirtîye, dem dema têkiliya û danûsatandinê ye, ne dema sere û pefçûnê ye. Divê ku desthilata tirkan vê bibîne û xwe nexapîne, heta ku gelê Kurd li bakurê Kurdistanê neghê heqê xweyê mirovantî yê rewa, li Tirkîyê jî xwesî û aramî wê nebe. Divê ku rayedarên Komara Tirkiyê êdî nelîze-xwe nexapîne, weke sîyaseta ku di arsîva wande ye, sîyaseta kemalîzmê û tirkîzmê nelîzin, êdî wextê wê sîyaseta zingargirtî hatîye ku bavên cîhê zibil-çopê.

Hikumeta Erdoxan dikare meselên welatê Tirkiyê çarayê jê re bibîne, ji destên partîya wî tê, ji ber ku desthiledarî û hêza xurt di destê AKP de ye, bila raya gistî ne xapînin. Parlameto ji sedî sêstê wî di destê wan de ye, dikarin zagona bingehîn biguherînin, heq û hiqûqê hemû gelan û hûrgelan û olîyan di zagona bingehîn de bi cîh bikin. Bila ev kustin û wêran kirin ji holê rabe. Gelê Kurd û gelê Tirk bi hevre li ser asasê wekhevî, ku ew jî fedrasyon e, bibe mînaka Iraqa federal ku ji Kurdan û Ereban ava bûye, em Kurdê bakur jî wê dixwazin.

Heger desthiledarîya Tirkiyê dibêje, em û Kurd birayên hev in, em misliman in, tu ferqîya me û wan tune, ev hezar sal e ku em bi hevre dijîn, erê em bi hevre dijîn. Lê desthiledarîya Tirk pistî ku Komara Tirkîyê çêbû û we ber linigê xwe dît, we ew birayê xwe yê Kurd û Mislimanî ji bîr kir û we weke xwe kir, kemalîstno!.

Ji dev ehlaq û xuyîn xwe berê berdin, kemalistno!. Împaratorîya Osmanîya ehwaha berfire bû, lê talî çi hat serî, rojik ji rojan hûnê mohtacî gelê Kurd bibin û ana jî hûn mohtac dibin, basûrê Kurdistan û desthiledarîya Kurdan li ber çava ye, bazirganîya tirkan li basûr û sirketên wan di ser hezaran reye, di sala îsal de 8 milyar dolar hatina we ji basûrê Kurdistanê çêbû.

Lê heger em Misliman in û ev hezar sala derbas bû we tu heqê me Kurda ji heqê zman, kultir, bi zmanê xwe xwendin û herweha me Kurda qala heqê xwe ye rawa dikir we me davêtin zîndana û lêdanên ne mirovî we li me dikir. Na, ‘serê hezar newalî newalek e û serê hezar gotinikê jî gotinek e’ birano, em Kurd jî dixwazin azad bijîn li ser xaka bav û kalêne xwe, weke gelê Tirk. Na heger hûn qebûl nekin dew û doza gelê Kurd, wê berdewam bike, weke kub av û kalên me gotine, ‘wê ev hevîrê me û wê gelek avê biksîne’.

Desthiledarîya Tirkî dibêje, divê ku em terorê ji holê rakin. Erê bi qedrê xwedêdikin ev terora ku têye kirin sebebê vê terorê kî ye? Ez bi xwe dibêjim, sebebê vê terorê Komara Tirk û desthiledarîyên wê ne. Ana jî desthiledarîya komarê ku di destê AKPyê de ye, dikere vê terorê ji holê rake. Ji divla ku teror dûmbike, çaresekirina pirsgirêka gelê Kurd divê ku desthiledarî gavên maqûl bavêje, ev gavjî ev in:

1-Jê muhatabên mesela gelê Kurd kî ne, bi wanre dan û standin bê kirin.

2-Zagona bingehîn bêye guhertin û pirsa gelê Kurd di zagona bingehîn de bêye qebûl kirin.

3-Ser bêye sekinandinê, ji bo rîya dîyalogê bê vekirin.

4-Partîyên Kurdan weke resmî bi navên xwe lewha xwe resimî dalqînin, di resimyetê de.

5- Bi îradeya gelê Kurd û gelê tirk, ya hiqûqî parlamet hatine hilbijartin, parlamento pirsgirêka gelê Kurd karin çaraser bikin.

6-Partîyên Kurdan û sexsiyetên Kurdan jî muhatabên ji bo çareserîyê ne…

Heger bi hawayê ku li jorê hatîye nivîsandin nebe, wê êdî ‘ev hevîrê me pir avê hîn jî biksîne’. Û ez dibêjim wê ji welatên Eraba ku ana dibêjin, bihara Erebî wê tirkî ji wan hîn xerabtir bibe. Di talî de desthiledarîyên li herêmê çi tê serê wan, wê bêye serê vê komara desthiledarîya Tirkan. Ya hûnê pirsgirêka gelê Kurd çaraser bikin, yan jî ev cîhana nûh ku bûye cîhana teknolojîyê û înterneta ku di sanêyê de nûçe, zû meriv dighê hevdû. Pirsgirêka gelê Kurd pirsek heq e divê çareser bibe, yan jî qedera we jî hatîye, weke bihara Ereba, tirkno.

Wexta ku Evdila ji Sûrî derket û li welatan gerîye, talî çû Kenya û li wir hate girtin ew anîn teslîmî Tirkîyê kirin, ev sêzdeh sal derbas bû, Evdila serokê PKKê çend gotinên ku gelek balkês gotin. Di axaftina xwede Evdila weha got, ‘musedê bidin min ez di xizmeta we de bim û dîya min jî tirk e, ev gotinên hana hemû kes bas dizane,’ heta gelek hevalên Evdila ji wî qetîyan. Û ev kesê hana, Evdila hîn jî serokê partîya xwe ye, dewlet bi vî kesê ku wêçaxê, berî yazdeh salan çi gotîye ana jî dikare xizmetê bike û vî serê qirêj bisekinîne, ji ber ev kes di nav destê dewletê deye. Heger dilê meriv hebe meselê çareser bike gelek rehet e, ‘heger meriv bixwaze tenê tirî bixwe, ne hewceye ku meriv nehtorî bikuje’.

Ji divla ser û pevçûna, wek hevî, heq û hiqûq, mafê mirova li ser mingeha rasteqînî, weke bira meriv bi hevre bijî, heqê te çîye yê min jî bila ew be û weselam…

Balkêş e ?
Close
Back to top button