Civîna Insiyatifa Kurdên Rojava

Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa û HEVALTÎ Bottrop, roja yeksemê 17.04.2016 an da civînek saz kirin. Mêvanê civînê berpisiyarên Insiyatîfa Medenî ya kurdên Basûrê Rojava bûn.
Armanca berpirsiyarên Insîyatîfê ew bû, ku ew di derheqa projeyên ku, wan dane ber xwe da rojavayîyan û tevaya kurdên welatperwer, yên ji herçar perçên kurdistanê, yê ku li Elmanyayê dijîn agadar bikin.
Wek insîyatifeke sivîl ango medenî, ew dixwazin du projan bimesînin. Proja wan ya yekan ew e, ku nasnama kurdên Basûrê Rojava derxin ber bi pês. Ew li dervayî welêt ji vê bêserîtiyê azad bibin. Komelên sivîl, yên ne di bin bandora partiyên sîyasî da, erka ku dikeve ser milê her kurdekî, her mîrovekî sivîl cî bi cîh bînin. Ew kesên ku debêjin em rewsenbîr in, hunermendin, nivîskar an rojnameger in, an jî karker in, dikarin ji bo pirsa welêt, ji bo cîvata kurdên Basûrê Rojava tistekî bikin.
Yehya Silo di nava gotara xwe da got: ‘Partiyên kurdî karê xwe dikin. Bas an jî xirab, em dikarin rexna li wan bigirin lê gelo wek mîrovê serbixwe, sivîl/medenî qet tistê ku em bikin tunin? Gelo em erka ku dikeve ser mile me tînin cîh? Niha bi hezaran va zar, jin û mêr hatine vî welatî. Gelo em dikarin alîkariyê bidine wan? Bi wî halî va, ku em bixwazin jî nikarin, ji ber ku em ji hevûdi bela belayî bûne. Komelên sîvîl tunin, dergehek tune, ku kurdê Basûrê Rojava xwe lê bigirin. Lema me dest avête vî karî. Em berê 20-30 kes bûn, lê niha em bûne hezaran. Me 40 cîhî civîn pêkanîn, gelek deveran komîte ji bo vî karî hatin saz kirinê’
Taybetî jî di van salên davî da hatina bi hezaran penaberan, ev rewsa bastirîn raxistiye ber çavan û rewsenbîr, hunermend, kesên ji derî partiyan dest avêtine vê pirsgirêkê.
Proja dudan jî, dorbisala 100 saliyâ peymana malwêraniya Kurdistanê, ango peymana Sykes-Picot e(16.05.1916). Ew dixazin bi çalakîyeke bi girseyî va, li bajarê Kolnê dijî wê peymanê dengê xwe bilin bikin. Berêz Serbaz got: Me nexwast ku ew roja ku ew peymana hatiye danîn, bê deng derbas bibe. Ji ber vê jî, me amadekariya xwe ji bo 14.05.2016 kir. Em hêvîya 5-10 hezar mîrovin. Pistgiriyeke xurt ji bo vê çalakîyê heye. Rewsenbîr, hunermend gotarvanên biyanî, wek saredarê Kolnê û gelekên di alîkariya xwe eskere kirinê. Gelek hunermendên Basûrê Rojava, Said Gabarî, Brader, Hesen Serif, Feqîyê Teyran ta îro nave xwe dane me.
Yehya Silo got: ‘Kilama me ya rojê `Welatê me Kurdistan e` ye. Sembolên di destên me da tenha Ala Rengîn e. Destûra sembol û alên partiya tune. Em hêvîya alîkariya tevaya kurda ne. Rojavayê Kurdistanê hetanî îro bibû baxçeyê li pist male ji bo hersê besên Kurdistanê. Lê îro Rojava roleke sereke dileyîze, dive em wek kesên medenî dengê xwe derxin. Niha jî em alîkariyê ji we dixwazin.
Ji pistî agahîyên dûr û dirêj, mêvanên besdar jî dîtinîyên xwe anîn ser ziman. Besdaran dilxwesî û pistgiriya xwe eskere kirin. Serokê Komela Pistgiriya HAK-PAR Ewropa li ser nave Komîta Kargêr pistgiriya xwe ji bo çalakiya 14.5.2016 an da eskere kir. Civîn bi pirs û bersivan va hate dawî.
Dengê Kurdistan