Nûçe

Partîya Demokrat a Pêsverû ya Kurdên Surîyê serdana HAK-PAR Istenbol kir

Roja 18.04.2016’a heyetek ji PDPKS serdana HAK-PAR Istenbolê kir. Serokê HAK-PAR ê wîlayeta Istenbolê Mustafa Aytas, bi hevalên xwe ve pêswazîya heyete kirin.

Aytas, ji bo vê serdanê dilxwesiya xwe dîyarkir û daxwaza pêsdabirina têkilîyên di navbera herdu partîyan anî ziman. Di hevdudîtinê de herdu alîyan li ser rewsa welat bi tevayî û ya xwe bi taybetî agadarî dan hev. Li ser rewsa sîyasî ya heyî, wan dan û standinên fikrî kirin. Aytas li ser navê HAK-PARê, buroya PDPKS a li Istenbolê vexwendine Kongra HAK-PARê. Hevalên Partîya Pêsverû dan xuya kirin ku ew ê bi dilxwesî bên Anqerê û di kongra HAK-PAR’ê de besdarîyê bikin. Civîna herdu partîyan bi dixwesî encam da.

Dengê Kurdistan

Back to top button