Civîna nunerên rêxistinên Kurdistan li Vîenna

Di serdana xwa ya Avusturya da Sekreterê Gistî ya PSK Mesud Tek, duhî (06.12.2013) êvarê ligel nunerên rêxistinên Kurdistanê li Vîenna cîvînek çêkirin.
Nunerê Hizba Demokrata Kurdistana Îran-HDKÎ, nunerê PDK-Partiya Demokrata Kurdistan (Basur), nunerê YNK-Yêkîtiya Nistîmanî Kurdistan, nunerên Yêkitiya Siyasî a Kurd li Suriyê (Elpartî, Partiya Azadi û Partiya Yêkiti) û endamên Meclîsa Ciwanên Kurd besdar bûn. Civîn bi avayekî sohbetî bi rêva çû.
Mesud Tek di civîna da bîr û bawerî û halwesta partiya xwe li ser hikumeta Ak Partî, prosêya diyaloga MIT-Îmralî, serdana Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî bo Amedê û rewsa Suriyê û Kurdistana Basurê Rojava pêskesê nunerên rêxistinên Kurdistanê kir û beriva pirsên wan da.
Nunerên rêxistinen Kurdistanê, ku di civînê da amade bibûn, bîr û baweriya xwe li ser babatên cure bi cûre pêskesê hevdu kirin, di nava xwe da gengesiyeka sazger kirin.
Pêwîst e bê gotin endamên Komîta Avusturya ya PSK jî di vê civînê da amade bûn.
Dengê Kurdistan