Nûçe

Nelson Mandela wefat kir

Têkoserê azadî û astîyê; serokê berê yê Afrîka Basûr Nelson Mandela wefat kir. Mandela 95 salî bû.

Nelson Mandela wek sembolek cîhanî ê berxwedanê û azadiyê hatiye qebûlkirin. Rêberê ANC li çar alî dinyayê di dilê mîlyonan da cîhekî gelek bi rûmet û paye bilind standiye.

27 sal di zîndanê da

Di sala 1964`a da bi cezayê muebed ê hepsê ew avêtin zîndanê. Li dadgehê parastina xwe bi van gotina kiribû:

‘Di hemû jiyana xwe da, min xwe da vê têkosînê ji bo gelê Afrîkayê. Li dijî serdestiya spî min ser kir û li dijî serdestiya res serkir. Min dest ji îdeala avakirina civakeke demokratîk berneda, ya ku tê da mafê herkes wek hev hebe bi hevra di nav aheng û aramiyê da, bi qasî hev xwedî îmkan bijîn. Ev îdealek e ku ez dixwazim ji bona wê bijîm û ji bona wê bixebitim ta ku em bigihîjin armanca xwe. Ev îdealeke wisa ye ku, eger pêwîstî pê hebe, ez amade me cane xwe bidimê.’
Wek tê zanîn vî mirovê dilovan û mirovhez, di sala 1992`a da ‘xelata Astiyê ya Atatürk’ vegerandibû ji ber ku dewleta tirk zordesiyê li gelê kurd dike.
Wek hemû cîhana azadîxwaz û astîxwaz gelê Kurdistanê jî wê herdem vî têkoserê mezin bi rêz û rûmet bi bîr bîne.

Dengê Kurdistan

Back to top button