Civîna pistgirîya HAK-PAR’ê li Parîsê

Rizgar Amedî/Parîs
Komîteya pistgirîya HAK-PARê (Partîya Maf û Azadîyan) li Fransayê, di 23.05.2015 an da, derbarê helbijartinên 7 ê heziranê, civînek li Parîsê çêkir.
Pistî deqîqeyek rêzgirtin jibo sehîdên Kurdistanê, li ser navê komîteya pistgirîyê M. Alî Dêrsimî axaftinek kir. Dêrsimî di axaftina xwe da , li ser amanca vê civînê û giringîya alîkarîyê jibo HAK-PARê ragihand û got, ku tenê HAK-PAR li ser navê kurdan tev li helbijartinan dibe û doza mafên neteweyî û demokratîk dike. Jibo vê jî, divê em Kurdên li dervayê welat jî, erkê me ye, em alîkarîya HAK-PAR’ê bikin, her dengekî zêde ku bidine vê partîya azadîxwaz, wê têkosîna me bi hêztir bike. Nûnerê PSKê Kovan Amedî jî, ku wek axaftvan hatibû vexwendin, bi firehî bîr û rayên PSKê di heqê helbijartinan da ragihandin û li ser HAK-PARê, pêdivîya alîkarîyê ji bo xurtkirina kar û xebatên wê, pêsvabirina xebatên bi hev ra yên hêzên kurdistanî bi taybetî jî hêzên Kurdistana bakur peyivî. Li ser hin pirsên besdaran jî Kovan Amedî got, ’em pistgirîya hewlên serxwebûna Kurdistana basûr dikin û divê Kurdên li dervayê welat jî di vî warî da, çi bikeve ser milên wan divê bînin cîh. Jibo ku van gavên ber bi serxwebûnê xurtir bin û dewletên din jî qebûl bikin, divê berê her tistî kurdên basûr jî, pirs û kêseyên navxweyî çareser bikin, hêzên pêsmerge wek artêsa neteweyî bê sazkirin û aborî jî zêde girêdayê dewletên cîran û bîyanî nebin û berhemdar be’.
Kek Zîya Acar jî besdarê vê civînê bû, wî jî axaftineka kurt kir û got ; ev civînên hanê girîng in û divê bi berdewamî bin. Kurd heta bigihîjin mafên xwe yên herî rewa, divê hêzên welatparêzên kurd, çi li hundir, çi li derwayê welat, tekosîna doza neteweyî bê rawestan bidomînin. Kek Zîya Acar her wiha derheqê rewsa kurdên basûr li sengalê, ji milyonê pirtir penaberên kurd ku ji neçarî ji ber êrîsên hovane yên Daîsê, cîh û warên xwe dûrketine, hin agahî dan.
Dengê Kurdistan