Nûçe

PDKÎ: Dibe ku PKK û Îran bi hev re êrisî me bikin

Hewlêr (Rûdaw) ‘ Alîkarê Sekreterê PDKÎ Hesen Serefî diyar kir ku çi ji destê wan hat kirin ji bo ku di navbera wan û PKKê de ser çênebe lê mixabin ser derket. Serefî her wiha ragihand, dibe ku hêzên Îranê jî ‘bi kincên gerîlayên PKKê’ êrisî PDKÎ bikin.

Îro danê sibê li deverên sînorî yên Kelesîn, Xinêre û Seqerê, gerîlayên PKKê êrisî pêsmergeyên PDKÎ kirin. Li gorî agahiyên PDKÎ, heta niha 2 pêsmergeyên wan sehîd bûne.

Li ser serê han, alîkarê Sekreterê PDKÎ Hesen Serefî ji Rûdawê re got, helbet di wî serî de sehîd û birîndar hene lê heta niha em tam nizanin bêjin çend pêsmerge sehîd û birîndar bûne.

Hesen Serefî diyar kir ku wan pir hewl dan ji bo ku ser çênebe lê mixabin PKK hemû hewlên wan pûç kir û ser derket.

Wî rayedarê PDKÎ anî ziman ku hevdem digel êrisa PKKê li ser hêzên PDKÎ, Îranê jî hêzên xwe li ser sînor kom kiriye û got, ji ber wê jî dibe ku di navbera PKK û Îranê de hemahengiyek hebe.

Li gorî Hesen Serefî, dibe ku hêzên Îranê jî bi kincên gerîlayên PKKê tevlî serê han bibin.

Dengê Kurdistan

Back to top button