Nûçe

Civînek Li Ser Dewleta Kurdi Ya Serbixwe

Dema Nû-Wuppertal

Di 7’ê Îlona sala 2014’an da, nuner û endamên partiyên Kurdî û komelên demokratîk û nivîskar, ronakbîr û sahsiyetên Kurd, di civînek da, ku ji aliyê Komîta Dervayê Partiya Sosyalîst a Kurdistan ve hatibû amade kirin, hatin ba hev.

Besdarên civîna henê gengesî li ser karesata Sengal û ragihandina dewleta Kurdî ya serbixwe kirin, derbareyê babatên hanê bîr û baweriyên xwe pêskes kirin.

Di dawatnama ya Komîta Dervayê PSK da usa hatibû gotin:

“Berêzan,

Herwekî dizanin, pas bûyerên Musulê, ku bi dagirkirina bajarê hanê ji aliyê DAIS ve destpêkiri bû, Serokê Herêma Kurdistan hêja Barzanî babeta serxwebûna Kurdistanê bi xurtî xiste rojeva siyasiyê û derbareyê vê babatê da hinek gavên amelî jî avêtiye. Her usa li ser vê meseleyê gengesiyeka berfireh heye. Partiyên Kurdistanî, niviskar, hunermend û ronakbirên Kurd, saziyên demokratîk û sîvîl bîrûbaweriya xwe li ser babetê hanê pêskesê bîrurayê Kurd dikin. Di gelek bajarên Ewropî da ji bona pistgiriya halwesta hêja Barzanî çalakî têne encam dan.

Usa xuya ye, ku ragihandina dewleta serbixweyiya Kurdistan li Kurdistana Basurê, bûye xalên serekî di rojeva navçe û navnetewiyê da. Li navçeyê da gelek bûyer diqewmin, ku bi rastî ji bona Kurdan gelek girîng in. Bi gor bîr û baweriya me di pêvajoya weha da erkekî girîng heye li pêsiya ronakbîr û nivîskar û hunermendên Kurdên diyaspora û partî û rexistinên demokratîk û sîvîl.Ji bona vê yekê, bona gengesî kirina babatên jorî û destnisan kirina halwesteka hevbes, banga we civînê dikin, ku ci û tarîxa wê li jêrê ye.

Em bi besdarbûna we dê pîr kêfxwes bin.”

Pas giftugo, besdarên civînê li ser daxuyaniya civînê, ku ji aliyê komîsyona nivîsandina belavoka civînê hatibû amade kirin, gengesî û kirin û pejirandin.

Belavoka hanê wê bona hunermend, nivîskar, siyasetmedar, sahsiyet û partî û rêxistinên Kurd, ku besdarê civîna hanê nebûne, ji bona vergirtina pistgiriya wan jî bê sandinê.

Belavoka civînê pas çend rojekê dînê jî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Ingîlîzî û Elmanî ji bona bîrûrayê wê bê belav kirinê.

Pêwîst e bê gotin, dehata xwarin û vexwarina civînê, ku ji aliyê KOMJIN ve hatibû amade kirin, wê hesaba banka ya KOMKARê, ku ji bona alikariya sengalê hatiye vekirinê, bê sandinê.

Dengê Kurdistan

Back to top button