Çiyayê Sîpan dibe warê werzisa hilkêsvaniyê?

Resat Heliz/ Dengê Kurdistan-Agirî
Li gor ragîhandina rojnameya (vangazete.com) ya herêmî, projeyek tê amadekirin ji bo ku çiyayê xwesik ê Kurdistanê ji turîzma hilkêsvaniya Cîhanê re bê vekirin û pêskêskirin.
Sîpan (Sîpanê Xelatê), ku li ber perê bakûr ê Gola Wanê ye, bi 4058 mêtro bilindaya xwe ve, bedewiyeke bê hempa dide welatê kurdan, ji bo werzisên havîn û zivistanê ciyekî gelekî bi kêrhatî ye. Di gava pêsîn ya projeyê de, xaniyên çiya wê bên avakirin. Ew ê xwediyê gelek îmkanên mayîn û hêwirbûna hilkêsvanan bin. Ji bo turîstên çiyavan, wê li bilindahîya 3 hezar mêtroyî gelek xanî bên avakirin.
Li gor nivîsandina eynî çavkaniyê, ji bo amadekirina plana Serwerêya Çîyayê Sîpan, serlêdan li ba Wezareta Karên Spor û Avê hatiye kirin. Dema proje encam bide, turîzma çîya û zivistanê wê sûdeke mezin bide xelkê deverê. (*)
(*) Eger wek gelek îhaleyên din, hukumeta AKP vê projeyê bide dewlemendên rojavayê Tirkiyê, mimkun e gelê vê deverê zêde sûdeke aborî jê wernegre. Ji ber ku, sermaya ji derva hatî, gelek caran xebatkarên xwe ji metropolên rojavayê Anatoliyê tînin… Hatinîya komkirî jî dîsa ji rojavayê re tê vegerandin. (R.H)
Dengê Kurdistan