Nûçe

PSK: Asitiyeke rasteqîn bi naskirina mafên wê yê neteweyî û demokratîk pêktê

Deklerasyon

Asitiyeke rasteqîn ya bi Gelê Kurd re, bi naskirina mafên wê yê neteweyî û demokratîk dikare pêk were.

Gelê Kurd, li Rojhilata Navîn gelekî herî kevnare ye.

Gelê Kurd ku nufusa wê bitîrî 40 milyonî ye, li ser axa welatê xwe yê parçekirî Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê ve hatiye parvekirin, dijî.

Pirsgirêka kurd ku di vê serdemê de mijara niqasê ye, di esasê xwe de; parçekirin û dagirkirina Kurdistanê ye, binpêkirina maf û azadiya ne û pêsîlêgirtina xweîdarekirina Gelê Kurd e.

Kurdistan, cara ewil di navbera dewletên Osmanî û Sefewî-Îranê de bi Peymana Qesrî Sîrin ku di 17ê Gulana 1639an de hat îmzekirin, hat dubeskirin. Pistre jî, pistî ku dewleta Osmaniyan di Serê Dinyayê yê yekan de têk çû, axa Kurdistanê carek din li ser Tirkiye, Iraq û Suriyeyê hat parvekirin.

Dewleta Osmaniyan, di 200 salên xwe yê dawî de li Kurdistanê di çarçoveya polîtîkayên merkezîbûnê de gav bi gav dawî desthiladariya herêmî yên mîritiyê kurdan anîn û ev yek bû sedemê çendîn serhildanên Gelê Kurd.

Pistî têkçûna Dewleta Osmaniyan ya di Serê Dinyayê yê Yekan de, di beseke wê de Komara Tirkiyê hat avakirin.

Herçendî hîmdarên Komara Tirk di pêvajoya destpêkê de bi kurdan re lihev kiribin û di vê çarçoveyê de sozê welatekî hevbes û wekhev dabin kurdan jî, lê pistî ku bi Peymana Lozanê hebûna xwe mîsoger kirin, Mistefa Kemal bi tevî hevalên xwe ji wan soz û qewlên xwe posman bûn û dest bi polîtîkayên înkar û tunekirinê kirin. Ew roj bû despêka pêvajoyeka hov ya kustin, qirkirin û tunekirinê ku heta nuha jî didome.

Rejima Kemalîst ku hemû mafên kurdan yên neteweyî û mirovî binpê kiriye û hê jî dike, ev 90 sal e ku Kurdistanê kiriye meydana ser û gogek ji agir. Hê di dema Osmaniyan de ji aliyê Partiya Îtîhat û Terakî ve polîtîkayên ‘Tirkkirin’ê hatin despêkirin û pistî avakirina Komarê, heman zîhniyetê bi armanca afirandina ‘netewe-dewlet’eke yekreng li seranserê Tirkiye û Kurdistanê dest bi helandin û tunekirina netewe, kêmnetewe, çand û olên cuda hat kirin. Armanca sereke jî ew bû ku Kurdistanê ji kurdan xalî bikin. Lê, Gelê Kurd li hember hemû êrisên hovane û polîtîkayên helendinê û tunekirinê serî netewand û berxwedaneke bêhempa nîsan da.

Ew serîhildan û berxwedana kurdan heta nuha jî didome. Pirdgirêka Kurd/Kurdistanê, hê jî pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye.

Bi Derbeya Leskerî ya 12ê Îlona 1980yî li Tirkiyeyê rejimeke mîlîtarîst û fasîst hat sazkirin û bi vê yekê, hin hêmahiyên demokratîk ku hebûn jî, hatin desteserkirin. Sîdet û terora dewletê ku li seranserê Tirkiyeyê û bi taybet jî li Kurdistanê bi sêweyeke hovane hat bikaranîn, besek ji tevgera kurd kasê olaxên bi sîdetê kir.

Ev polîtîkayên hovane û terora dewletê hemû rê û olaxên demokratîk û eskere yên tekosînê li ber kurdan dan xitimandin û yek rêyek vekirî hêstin ku ew jî, pistgirîdayîna li serê çekdarî bû ku ji aliyê PKKê ve hatibû destpêkirin.

Bê ku sedem, feyde û zerara wê binirxînî, PKKê bi destpêkirina tekosîna bi serê çekdarî ku nêzîgî 30 salî ye didomîne, li Bakurê Kurdistanê bûye hêzeke bandordar. Dewletê jî, heta nuha serê çekdarî yê PKKê wek hinceta pêsîlêgirtina demokratîzekirina civakê, parastina sitstukoyê, wesayeta leskerî û kûrtirkirina nijadpersetiyê nîsan daye.

Dewleta Tirk, bi heman hincetê bi hezaran gund daye sewtindin, bi milyonan kurd daye koçberkirin, bi deh hezaran kurd qetil kiriye, bi serd hezarak kurd di çerxên êskencan de derbas kiriye û zindanî kiriye. Da ku van kiryarên xwe yên hovane li xwe helal bike û di taxa navneteweyî de ji xwe re zemîneke ‘mesrû’ peyda bike jî, serê çekdarî yê PKKê wek teror daye nîsandan û qebûlkirin.

Bi qasî ku terora dewletê PKKê bihêz kir û mezin kiriye, serê çekdarî yê PKKê jî çerxa mîlîtarîst ya dewletê bihêztir kiriye.

Lê, ew polîtîkayên ku li gor mêzîna der û hundir ya raboriyê hatibû sazkirin, êdî bi vî awayî namesin.

Êdî ew dinyaya dûbask ku di wextê xwe de hebû, nemaye.

Ew ba û pêla guhertinê ku pistî têkçûna Sîstema Sosyalîst hat despêkirin, pistî besek ji Ewrupaya Navîn û Rojhilatê Ewrûpayê nuha jî li Efrîqa û Rojhilata Navîn bûye baxoz û pêl bi pêl statukoyên heyî hildiwesîne.

Pêvajoya bi Yekîtîya Ewrûpayê re, bi desthilatdariya Hikumeta AKPê re, li Tirkiyeyê bû despêka pêvajoya guhertinê. Li Iraqê Rejima Beas hat hilwesandin, Suriye kasê serê navxweyî hatiye kirin, Îran ligel zext û bandora derve herweha bi pêla mixalefeta navxweyî re jî rû bi rû ye û dûr-nêzîg dê ev pêl di bin qonaxa rejima hov de biteqe.

Êdî hatiye fêmkirin ku dewleta tirk, bi polîtîkayên red, înkar û tunekirinê nikare li Kurdistanê bi ser bikeve û pêsî daxwaz û tekosîna Gelê Kurd bigire. Ji ber vê rastiyê jî neçar maye ku polîtîkayên xwe nermtir bike û bighûrîne.

Sedemê vê guhertinê jî, ligel tekosîn û berxwedana li bakurê Kurdistanê herweha pêskeftin û deskeftiyên li Basûrê Kurdistanê ne.

Herçendî pirsgirêka wek Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê hê çareser nebûbin jî, lê kurdan li Basûrê Kurdistanê desthilatdariya xwe bidest xistine û dest avakirina welat kirine. Alaya Kurdistanê li her deverên welat hatiye daliqandin, bi tevî Parlamento, Hikumet, hêzên Pêsmerge, dîplomasiya navneteweyî, pêskeftinên aborî, perwerdehî, çandî û hwd. bûye navendeke baldar ku bala hemû dinyayê dikisîne ser xwe.

Çi guhertin û pêskeftinên li dinyayê û li Rojhilata Navîn û çi jî berxwedan û tekosîna Gelê Kurd êdi nema ku dewleta Tirk bikaribe bi polîtîkayên red, înkar û tunekirinê pêsî li maf û azadiya Gelê Kurd bigire.

De usa ku Serokwezîrê Hikumeta AKPê Teyîp Erdogan di sala 2005an da li xwe mikur hat ku pirsgirêka kurd qebûl dike û behsa pêvajoyeke nû kir.

Erdogan, di Tebaxa 2005an de di axaftina xwe ya li Amedê de ku pirsgirêka kurd, ne tenê ya aliyek e, ya herkesî ye û ya wî bixwe ye.

Pistî wê axaftina Erdogan, pirsgirêka kurd ji her aliyê xwe ve di raya gistî de hat niqaskirin.

Bi destê dewletê bi navê TRT 6 qenaleke televîzyonê hat vekirin ku 24 siet bi zimanê kurdî wesan dike.

Pistî vê, di 29ê Tîrmeha 2009an de ji aliyê Wezîrê Karê Hundir Besir Atalay ve hat ragihandin ku bi navê ‘pêvajoya rêlibervekirina pirsgirêka kurd’ pêvajoyek dane despêkirin.

Li hin zanîngehên li Kurdistanê besên bi zimanê kurdî hatin vekirin.

Êdî ew polîtîkayên red û înkarinê pûç bûn, pirsgirêka kurd dihat niqskirin û cûr becûr sêwazên çareseriyê dihatin pêsniyarkirin.

Li Tirkiyeyê heyamê tundbûna bendbendiya desthilatdariyê…

Qeyran û rizandina ku di salên 1990î de Siyaset û aboriya Tirkiyeyê girt nav xwe, pêdiviya bi guhertin û nûbûnê derxist holê.

Ji ber vê pêdiyê bû ku hemû partiyên kevn û statukoparêz, di hilbijartinê de ji aliyê civakê ve nehatin tercîhkirin.

Pistî ku partiyeke nû wek AKPê di hilbijartinên 2002an de bi sedî 35 dengên gel bû desthilatdar, hêzên mîlîtarîst û statukoparêz ketin nav tevgerê. Ev yek bû destpêka serê AKPê û hêzên mîlîtarîst û statukoparêz yên Kemalîst. Bi alîkariya Emerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û civaka li Tirkiyeyê Hikumeta AKPê roj bi roj xurtir bû û desthilatiya xwe qewîtir kir.

Herçendî di wê demê de Ocalan li Gravê Îmraliyê girtî bû û PKKê ser dabû sekinandin jî, lê derbarê çareserkirina pirsa kurd de çu pêngav nedihat avêtin.

Herweha, di wê demê de hêzên mîlîtarîst yên Kemalîst hê hêza xwe winda nekiribû û Gravê Îmraliyê di bin hukmê wan de bû.

Ew hêzên mîlîtarîst ku li ser hilwesandina Hikumeta AKPê planan çêdikirin, di sala 2004an de carek din bi PKKê ser dan destpêkirin.

Serê desthilatdariyê yê navbera hêzên mîlîtarîst û statukoparêz û Hikumeta AKPê roj bi roj gurrtir dibû…

Di çarçoveya wê ‘plana kaosê’ ku ji aliyê hêzên mîlîtarîst û statukoparêz yên Kemalîst hatibû amadekirin, de pêla tundiyê her diçû bilind dibû, çalekiyên li kolanan, êrisên bi guman yên wargehên leskerî, helwesta PKKê ya li dijî pêngavên erênî ku ji aliyê Hikumeta AKPê ve dihatin avêtin û hwd.

Lê, Hikumeta AKPê ligel van hemû plan û êrisan pasde gav navêt, berovajî pêvajoya dozên Ergenekon û JITEMê da despêkirin, gav bi gav planên hêzên mîlîtarîst û alîgirên wan eskere kir, di vê çarçoveyê de bi sedan serbaz, general û heta serpiristên gistî ketin ber lêpirsînê û hatin girtin û ev yek bû despêka pêvajoyek nû. Gav bi gav bandora hêzên mîlîtarîst ji gelek aliyan ve hat sikestin.

Wek di gelek waran de desthilatdariya Gravê Îmraliyê jî ket destê hikumetê û rayedarên sivîl.

Pêvajoya Osloyê û stratejiya ‘serweriya deveran’;

Di hilbijartinên 2011an de AKP carek din ji sedî 50 dengên gel girt û bû partiya yekem. Lê, hinek ji girtiyên doza KCKê û Ergenekonê ku ji aliyê BDPê, MHPê û CHPê ve wek namzet hatibûn nîsandan û wek parlamenter hatibûn hilbijartin, bû kirîz û siyaseta Tirkiyeyê da xitimandin.

Parlamenterên BDPê û CHPê sert danîn û gotin ‘heta ku ew parlamenter neyên serbestberdan, wê di wê sonda parlamenteriyê nexwînin’. Herçendî ev qeyran çend roj hat domkirin jî, lê ewil CHPê pasde gav avêt û pistre jî, BDPê li ser fermana Ocalan, pasde gav avêt.

Ocalan, di peyama xwe ya ku bi rêka parêzerên xwe sandibû, de diyar kir ku bi rayedarên dewletê re çend hevdîtin pêk anîne û li ser gelek mijaran lihev kirine. Herweha, dê heta 15ê Tîrmehê pêngavên erênî yên pratîk bên avêtin. Di berdewamiya peyama xwe de diyar kir ku ger di vê navberê de pêngavên erênî yên pratîk neyên avêtin, wê demê hun ê serê gel yê soresger bidin despêkirin.

Di 6ê Tîrmehê de carek din parêzer çûn serdana Ocalan û pistî vegerê peyama Ocalan eskere kirin. Ocalan, di peyama xwe de diyra kir ku di vê navberê de carek din bi rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîne û bi her awayî lihev kirine, ji ber vê yekê jî, êdî hukmê 15ê Tîrmehê nemaye. Lewra, wan li ser mijarên wek ‘konseya asîtiyê’, ‘konseya destûrê’ û wd. li hev kirine.

Pistre bi sêwyeke bi guman hat eskerekirin ku di wê demê de ne tenê bi Ocalan re, rayedarên MITê herweha berpirsên PKKê yên Qendîl û Ewrûpayê re jî çendîn hevdîtin pêk anîne û bi hev re protokol jî amade kirine.

Lê, di 14ê Tîrmehê de li bejahiya navçeya Farqînê di navbera çekdarên PKKê û artêsa tirk de sereke bi guman qewimî û 13 lesker hatin kustin. Herweha, çi ecêb e ku di heman rojê de ji aliyê DTKê ve li Amedê ‘Xweseriya Demokratîk’ hat îlankirin. Pistî van rûdanan jî, ji aliyê endamê konseya KCKê Duran Kalkan ve ‘serê gel yê soresger’ hat îlankirin. Bi vê pêvajoyê, PKKê ragihand ku ew, êdî ji vir pêve ji bo çareserkirina pirsa kurd ser esas digirin û bi navê straetijiya ‘serweriya deveran’ carek din ser êli Kurdistanê gurr bû.

Pistî van rûdanan, Ocalan nerazîbûna xwe eskere kir û ragihand ku êdî, naxwaze herdû alî jî wî wek taseron bikar bînin û weha got; ‘êdî tistê ku ez bikim, nemaye û ji îro û pêve ez xwe pasde dikisînim.’

Tê fêmkirin ku bi kustina 13 leskerên li Farqînê û îlankirina ‘xweseriya demokratîk’ hewldan û hevdîtinên Ocalan derketiye valahiyê û pêla ser carek din bilind bûye.

Herweha, di heman demê de serê li Suriyeyê, helwesta Îranê û Hikumeta Malîkî ya li serûbinkirina polîtîyan derve yên hikumeta AKPê derketin holê.

Li aliyek xeta Tirkiye, Erebîstan, Katar, Urdun, Emerîka û gelek ji welatên Ewrûpa û li aliyê din jî Îran, Suriye, Hîzbullaha Lubnanê, besek ji Hikumeta Malîkî, Çîn, Rusya û Venezuela bi ser Suriyeyê re sereke dijwar didomînin.

Berberiya van hêzan ku di serê navxwe yê li Suriyeyê de eskere bû û pêwendiyên PKKê ya bi dewletên herêmê re PKKê neçar hêst ku carek din ser germ bike.

Hewldanên hundir yên hêzên mîlîtarîst û statukoparêz û li derve jî yên Îran, Suriye besek ji Hikumeta Malîkî ku dixwestin AKPê qels bixin, PKKê jî ligel nerazîbûna Ocalan carek din pêla ser bilind kir. Duran Kalkan, sedemê vê yekê weha tîne ziman; ‘Bê guman ev pêvajo pêvajoya çareseriyê ye. Lê, ne pêvajoyeke siyasî, pêvajoya leskerî ye. Me du sal berê di stratejiya xwe de guhertin pêk anî. Em gihîstin wê qenetê ku heta AKP li ser hikum be çareseriya siyasî pêk nayê. Ji ber vê yekê jî me stratejiyek daye ber xwe ku desthiladariya AKPê hilwesînin.’

De usa ku pêla tundiyê bilind bû; operasyonên leskerî, cenazeyên Gerîla û leskerên tir, girtina siyasetmedarên kurd, êrisên bombeyî, hewldanên lînçkirina kurdan, êrisên nijadperest, tehdîtkirina girtina BDPê, niqaskirina cezayê îdamê, greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û wd.

Pistî ku greva birçîbûnê ya girtiyên PKKê gihîst roja 68an, Ocalan bi birayê xwe re peyamek sand û daxwaz ji girtiyan kir ku dawî li greva birçîbûnê bînin. Wek tê zanîn di heman rojê de dawî li grevê hat anîn.

Pêvajoya dawî; dema sekinandina ser û destkisandina ji çekan…

Pistî dawîlêanîna li greva birçîbûnê ya li zindanan, di navbera heyeta MITê û Ocalan pêvajoyek nû hat despêkirin ku wek ‘Pêvajoya Imraliyê’, ‘Pêvajoya Asitiyê’, ‘Pêvajoya Çareseriyê’ hat binavkirin.

Ev pêvajo, ji aliyê Erdogan ve hat eskerekirin ku armanca wan, çekên PKKê bidin danîn e û pist re wek ‘Pêvajoya Çareseriyê’ bi nav kir.

Ligel ku MHPê û CHP êli hember pêvajoyê berteke dijwar nîsan dan jî, lê ew pêvajoya ku ji aliyê hikumetê bi destê MITê hatibû despêkirin, bi gistî ji aliyê civakê ve bi sêwyeke erênî hat pêswazîkirin.

Wek PSK, wek ku berê jî me digot; carek din me dubare kir ku pirsgirêka kurd bi olaxên ser û tundiyê nayê çareserkirin. Me daxwaz kir ku divê PKK serê çekdarî bide sekinandin û bi tevahî dest ji çek bikisîne.

Elbet li hember zilm, zordarî, neheqî û dagirkeriyê hemû rê û sêwazên tekosînê mafekî rewa ye. Lê, em vê yekê rast nabînin ku hemû sêwazên tekosînê bi çek ve bê girêdan.

Herweha, em vê jî bêwate dibînin ku hin kes û alî, hêzên çekdar yên PKKê wek sîgorteya Gelê Kurd didin nîsandan.

Lewra, me dît ku hêzên çekdar yên PKKê nikaribûn pêsî li sewitandin û wêrankirina 4000 gundên kurdan, koçberkirina bi milyonan xelqê kurd, kustina bi hezaran kurdên sivîl û gerîlayên PKKê, girtin û êskencekirina bi deh hezaran mîlîtan û siyasetmedarên KCKê, girtina Ocalan û çendîn zordariyên li hember Gelê Kurd bigirin.

Êdî dema serê çekdarî nemaye. Tekosîna bi serê çekdarî, çi li gor sertên nav welat, li gor konjoktura li dinyayê û çi jî, li gor armanc û bernameya ku PKKê daye ber xwe, li hev nayê. Ji ber ku tekosîna bi serê çekdarî, zêdetrir ji berjewendiyên hêzên statukoparêz re bi kar tê. Herweha, rê li ber sêwazên demokratîk û asîtiyane digire û çareseriya pirsa kurd ya bi diyalog û olaxên demokratîk pasde dixe.

Ji ber vê yekê em agirbesa PKKê bi erênî dinirxînin û pisgiriyê didin biryara pasvekisandina hêzên çekdar.

Diyaloga Ocalan û MITê;

Bi çundina heyetên BDPê ya Îmraliyê û eskerebûna hin axaftin û diyalogan, hat dîtin ku hevdîtinên Ocalan û MÎTê di merhelyeke nû de ye û pêvajo hê zêdetir hatiye kemilandin.

Ocalan, di beseke nameya xwe ku di Newroza 2013an ya li Amedê de, hat xwendin de weha digot; ‘Îro êdî em di Tirkiyeyeke nû, li Rojhilata Nevîneke nû çavên xwe vedikin. Em ketine qonaxek nû ku divê êdî çek bedeng bimînin, raman û siyaset biaxifin. Ez li ber sahadiya bi milyonan ku guh didin vê banga min, dibêjim ku êdî heyameke nû dest pêkiriye, dema çekan xilas bûye, siyaset derketiye pês. Em ketine merhelaya ku divê êdî unsûrên me yên çekdar derkevin derveyê sînoran.

Pêwist nake ku em li ser wan dîtinên Ocalan yên din ku di nameya xwe de anîbûn ziman û rexneyê heq dikin, bisekinin û sîrove bikin. Lewra, ya giring ew bû ku ser bidin sekinandin û hêzên derxin derveyê sînoran.

Pistî vê banga Ocalan, rayedarên PKKê jî di demeke kin de bersiveke erênî dan û ragihandin ku bi gotina serokê xwe bikin û di vê çarçoveyê de pêngava ewil biryara agirbesê dan û pistre jî biryara pasdekisandina hêzên xwe yên çekdar dan. Û ji despêka meha Gulanê ve dest bi pasdekisandina hêzên kirine.

Wek tê zanîn, pistî girtina Ocalan jî, pêvajoyeke bi vî rengî dest pê kiribû û PKKê hêzên xwe kisandibû Basûrê Kurdistanê. Lê di wê demê de rayedarên dewleta Tirk, ji bo bi tevahî dawî li serê çekdarî bê, çu pêngaveke erênî neavêtin. Ji vê bonê jî, pistî 4-5 salan PKKê carek din dest bi ser kir.

Hikumetê, ji aliyê xwe ve armanca hevdîtina bi Ocalan re wek; ‘bi tevahî dawîanîna l iserê PKKê’ bi nav dikir. Ger bi sêweyeke samîmî li pist vê pêvajoyê bê sekinandin, rewsa navxweyî û derve jî ji vê yekê re guncav e.

PKKê jî ji aliyê xwe ve wek hercarî mezin dikir, wek propoganda bikar dianî û digotin; ‘Ev pêvajo ji aliyê Ocalan ve hatiye despêkirin û ev pêvajoya mizakereyên çareserkirina pirsgirêka kurd e.’

Bi ya me jî rast e; di navbera Ocalan û MITê de mizakereyek heye. Lê, ne mizakereya çareserkirina pirsgirêka kurd e, mizakerekirina devjêberdana serê çekdarî yê PKKê ye.

Lewra, Erdogan ji aliyê xwe ve usa dizane ku bi vekirina TRT 6ê û çend gavên din pirsgirêka kurd hatiye çareserkirin. Jixwe vê yekê bi awahî anî ziman; Êdî pirsgirêka kurd tune, pirsgirêka hemwelatiyên min yên kurd heye.’

Erdogan jî, wek yên beriya xwe pirsgirêka kurd bi PKKê ve girêdide û ji ber vê ye ku çareseriyê di tesfiyekirina çekdarên PKKê de dibîne.

Berî her tistî pêngaveke erênî ye ku dewleta tirk, wek muxatab Ocalan qebul kiriye û bi PKKê re diyalog daniye.

Bê guman yê ku çek di destan de ye û ser dike PKK ye, xweza ye ku ji bo devjêberdana çekan jî, muxatab PKK be.

Ger ev pêvajo bi devjêberdana çekan bi dawî bibe, dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd derfetên nû derkevin pês û rê û olaxên tekosîna legal, demokratîk bên vekirin.

Ji bo vê jî, berî her tistî divê hikumet wêrek tevbigere, dev ji wan polîtîkayên kevn berde û hin pêngavên berbiçav bavêje.

Divê naveroka wan hevdîtinên bi Ocalan û PKKê re ku ji aliyê rayedarên MITê ve li pist deriyan tên mesandin, êdî dest biguhurîne û bi muxatabên siyasî re bên domandin.

Hikumet û PKK vê pêvajoyê wek pêvajoya ‘çareseriyê’ bi nav dikin…

Çareserkirina pirsgirêka kurd, heta ku li ser esasê wekheviyê nebe û hemû mafên kurdan yên neteweyî neyê qebûlkirin, ne mumkun e ku çareseriyeke mayende bê peydakirin.

Ji ber vê yekê ye ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de ne tenê mirovek an rêxistinek, divê gelê kurd û rêxistin û derdorên siyasî bên muxatabgirtin.

Di vê çarçoveyê de di pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd de PSK jî aliyek e û muxatab e.

Asîtiya rasteqîn, lihevhatina Gelê Kurd û Dewletê ye…

Serîhildanên ku ji ber pirsgirêka pêk hatine, ji despêka avakirina Komara Tirkiyeyê û heta nuha didomin.

Sedemên vê yekê jî, dagirkirina Kurdistanê û binpêkirina maf û azadiyên Gelê Kurd e.

Dawîlêanîna tekosîna serê çekdarî yê PKK nayê wê wateyê ku pirsgirêka neteweyî ya kurd li ser esasê wekheviyê tê çareserkirin.

Pirsgirêka kurd/Kurdistanê beriya PKKê jî hebû, dê pistî PKKê jî hebe.

Girêdana pirsgirêkê ya bi tekosîna serê çekdarî yê PKK ve jixwe rast nîn e, lihevhatina bi PKKê re jî, wek ‘çareserî’ bi navkirin, ji bilî xwexapandinê tistek nîn e.

Dawîlêanîna tekosîna serê çekdarî yê PKKê pêngavek erênî ye, lê ne çareserkirina pirsgirêka kurd e. Tenê dikare bibe sedemê rakirina bendeke cidî li pêsbere riya çareseriyê.

Ji ber vê yekê ye ku vê pêvajoyê wek ‘pêvajoya asîtiyê’ bi navkirin, rast nîn e. Asîtiyeke bi vî rengî wateya asîtiya bi Gelê Kurd re.

Li gor me, Asîtiya rasteqîn bi naskirin û teslîmkirina mafên neteweyî û demokratîk yên Gelê Kurd dikare pêk were.

Em wek PSK, mafên neteweyî û demokratîk yên Gelê Kurd; xwebixweîdarekirina Gelê Kurd bi nav dikin.

Ger Gelê Kurd bixwaze bi gelên Tirkiyeyê re li ser esasê wekheviyê bijî, ew jî bi sîstemeke federalî dikare pêk were.

Ji bo vê yekê jî;

-Divê Kurdistan wek komareke cûda bê sazkirin, sepan û yasayên xwe yên esasî hebin,

-Divê li Kurdistanê Parlamentoyek hebe, endamên wêb i sêwyeke demokratîk bên hilbijartin û xebatên xwe yên qanûndanê di çarçoveya selahiyeta xwe de bi kar bînin.

-Divê hikumet û di hemû waran de yekeyên xwe yên îdarî hebin û ev yeke bi sêwyeke sefaf û vekirî bên venêhartin.

-Divê dezgehên xwe yên darêzê hebin û hemû karên darêzê ji aliyê van dezgehan ve bên birêvebirin.

-Divê hemû mafên wan gel, kêmnetewe û grûbên olî yên cûda ku li Kurdistanê dîjîn, bên mîsogerkirin.

-Divê ji alî ve bi Tirkiyeyê re wekhev û xwedî heman mafan be.

Di vê arçoveyê de Tirkiye nuha bi xwe jinû ve organîzekirinê re rû bir û ye. Di vê çarçoveyê de di nav civakê de daxwazeke gelek berbiçav heye.

Yekem car e ku sertên amadekirina makezagoneke sivîl kemilîne, hêzên statukoparêz û mîlîtarîst qels ketine û wesayeta leskerî hatiye sikestin.

Ev pêvajo dest dide ku pirsgirêka kurd, di çarçoveya me li jor behs kiribû de bi sêweyeke mayende bê çareserkirin.

Ger rayedarên Tirkiyeyê bi wêrekî tevbigerin û gav biavêjin, makezagoneke nû ku bê amadekirin, dikare pirsgirêka kurd jî çareser bike.

Ji bo vê yekê jî;

-Makezagona nû, divê li gor rastiya pirnetewe, pirdengî, pirçandî û pirzimaniya li Tirkiyeyê bê amadekirin ku nasname û hebûna Gelê Kurd jî qebûl bike.

-Makezagona nû, divê hemû maf û azadiyên Asuri-Suryanî, Ermenî, Laz, Gurcî, Elewî, Xiristiyan, Musewî, Ereb, Çerkez, Turkmen, Mihallemî, Êzîdî, Roman û wd. ku li Tirkiye û Kurdistanê dijîn, mîsoger bike.

-Divê Zimanê Kurdî wek zimanê resmî yê duduyan bê qebûlkirin.

-Makezagoneke nû ger li ser esasê mirovayetiyê bê amadekirin û welat li gor sîstemeke federalî ji nû ve bê organîzekirin, asîtiyeke rasteqîn û mayende dikare pêk were.

16 Hezîran 2013

Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK

Dengê Kurdistan

Back to top button