Nivîsar

Dawetkirina Mesûd Barzanî Diyarbekrê

Receb Tayîb Erdoxan serokwezîrê Tirkan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dawetî Diyarbekrê dike. Hatina Mesûd Barzanî bakurê Kurdistanê û bi teybetî jî serkowezîrê tirkan R.T.Erdoxan wî ew dawetîye pir balkês, girîng û gaveke dîrokîye ji bo gelê Kurd li bakurê kurdistanê.

Felekê mala te xerabibe:

‘Îca çi hat bîram in; min ji xwere got wey xwedê mala te xerabike felekê, te çi anî serê me Kurdan, feleka xayîn û malwêran çima bi me kurdan re xayîn ketî, te çima herdem dolaba me berovajî gerand. Lê vaye ku dolaba me kurdan êdî sererast dibe, ma kê zanîbû ku serokê bermayên komara osmanya û ya tirkan, kurê mêrxas û sêrê serê çîya Kurdistanê û serokê ku di biçûkaya xwede heta ku çû ser dilovanîya xwe Mele Mistafa Barzanîyê Mezin, Serokê Herêma Kurdistanê brêz Masûd Barzanî, resmî têye dawetkirin, wey feleka ku îroj tu ji me Kurdan re li hevhatîye, dolaba xwe digerînî ji bo me kurda, mala te ava û gelek spas felekê’.

Pêsevazîya Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzan:

Divê hemû Kurdên bakurê Kurdistanê ji heft salî heta heftê salî li serok herêma kurdistanê xwedî derkevin û pêsevazîyê lê bikin.

Divê hemû rêxistin û dezgehên kurdî yên millî pêsevazîyê li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî bikin.

Divê bi def û zurn e, bi stranên gelirî û bi kincên xweye millî û folklora xwe gelirî pêsevazî bikin.

Divê ji bo derbikê be jî, platformeke akût dinava partîyên kurdan de, bêye damzrandin, hemû kurdan organîze bike, ji bo hatina serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî pêsewazî bikin.

Dawetkirina Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî:

Dibêjim, xewneke me hemû kurdan e, ji hêla Serokwezîrê Tirkan Receb Tayîb Erdoxan, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî dawetî Dîyarbekrê kirîye, pir bi maneye û gelek girîng, dîrokîye û pîroz e.

îca wê herdû alî, alîyê tirkan û yê Kurdan, wê li ser çi bi axifin, ji hêla sîyasî, yan jî ji hêla herêmî û tevlihevîya li Sûrî, mesela PKKê û pirsgirêka kurdan li bakurê Kurdistan wê çawa çareser bibe û meselên bazirga-aborî li herêmê. Hêvîdarim, ku wê gavin bas bêne avêtin, di vê hatina kekê Mesûd Barzanî de. Ji xwe em kurd azadîya welatê xwe dixwazin, em weke hevî dixwazin, demokrasîyê dixwazin. Tucarî me kurda çavê xwe bernedaye malê tu kesî, em azadîya welatê xwe û gelê xwe dixwazin.

Diyarbû dengbêjê gelê Kurd Sivan Perwer jî besdarî dewetîya Erdoxan Serokwezîrê tirkan dike:

Dîyar bû ku bi hatina Mesûd Barzanî Diyarbekrê, dengbêjê bi nav û deng yê Kurdan Sivan Perwer û Brahîm tatlîses jî dewtî vê meresimê dibe. Bi dengên xweye xwes û stranên xweye dalal Sivan Perwer û Brahîm stranên Kurd pêskêsî gel bikin li Diyarbekrê bikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button