Dawîya Serafettîn

Kemal Burkay
Ev hatina min a Tirkîyê ku hinek wek projeya Devletê, yan AKP nîsan didin, çîroka derewinan e. Yên ku m in nas dikin, jiyana min a 75 salî dizanin vê yekê jî bas dizanin.
Lê mixabin Serafettîn Elçî jî tevî karwana van çîrokbêjan bû.
Mirov bi gotinên xwe û kirinên xwe tên nirxandin. Di vî warî da gotinên min jî kirinên min jî eskere ne. Berhemên min û jîyana min li ber çavan e. Min tu car tistek ne gotiye û ne kiriye ku zirarê bide doza azadî ya gelê min.
Lê jîyana Serafettîn jî li ber çavan e. Di AP’ê (Partiya Edaletê ya dewletê ya xas) dest bi siyasetê kir. Pistra ji bo postê wezîrîyê derbazî CHP bû Ango wezîrîya vê dewletê kir, bû xwedî post û pere
Pistî 12 Îlonê jî careke din ji bo mebûstîyê li derîyê Baykal xist, pistra li derîyê Erbakan
Eger AKP rê bidana nuha mebûsê wê bû. Lê ev rê jê ra venebû vêcar xwe avête siya PKK-BDP
Dîsa jî Serafettîn fedî nake dev davêje min.
Serafettin serda jî parêzgerîya (awûqatîya) PKK dike û dibêje ‘PKK tenê êtirafçî û xayînên nav xwe dikuje ’
Êdî hewce ye ez tistekî bêjim?.. Gelo ez navê sedan û hezaran kesên bê gune bêjim ku PKK ji nav xwe û li derî xwe kustîye?
Xuya ye Serafettin ne tenê por, mêjû ji xirab bûye.
Gunehê xwe bi min neyne Serafettîn, bi xwe bîne!
Nexwesî jî, mirin jî dibêjin ’emrî îlahi ye’ û tê serê herkesekî. Lê min, sukur hîn aqlê min di cîda ye û sihheta min jî bas e.
Tu hevalekî minî kevn i. Min ne dixwast di heqê te da van tistan binivîsim. Sasî û kêmasîyên te gelek bûn lê dîsa jî min hêvî ne dikir ku tu xwe ewqas sas bikî, tevî karwana êrîsgeran bibî û xwe bêxî vî halî
Herhal tu jî zanî kes li dora te nema û hesabê Apoçiyan dikî, dixwazî cinazê te xelebelix be
Hîn xwedî postekî yi, pere û pûlê te gelek in; te dikaribû bi zora peran be jî xwedîyê tevr û bêran kirê bikî. Lê vicdan û durustî tistekî din e
Mewlana Celalettîn dibêje ‘Durustî tistekî ewqas buha ye ku li ba mirovên erzan nayê dîtin ’
Her usa jî gotineke pêsîyan heye: ‘Xwedê dawîya mirovan bas bîne!’
Berîya te jî ne ewqas bas bû, lê te dawîya xwe herimand, Serafettîn.
Dengê Kurdistan