Nivîsar

Serefedîn rastiyê nabêje!

Welê xuyaye ku pistî vegera kek Kemal Burkay û bangkirina wî ji bo siyarkirina kurdan, tirseke mezin xistiye nav dil û hinavê hemû bêbext û sextekaran. Çi tirkên kemalîst û milletçi û çi jî kurdên sextecî, ev hemî ji Kemal Burkay û stexlînên wî acizin! Hemî pêkve bi bêbextî û derewan hêrisî wî dikin.

Belê, ne tenê dewleta kwîr ya Kemal Atatirkê dijminê milletê kurd, kurdên sextekar, ên ku xwîna gencên kurdan (gerilla) ji bo xwe wek menfaeta sexsî bi kar tînin û kesên ko hesûdên Kemal Burkayî ne û neyarên qewmê xwe ne, hemî ditirsin û naxwazin ku dengê Kemal Burkay ê rastiyê û heqîqetê bikeve guhê milletê kurd li Kurdistana bakur de. Birêz Kemal Burkay bi mêrxasî û qehremanî eskare dike ku destê rêvebirên PKK û dewletê di nav hevde ye. Bi rastî heqê wan heye ku bitirsin û bi kek Kemal re dijminahiyê bikin.

Bila bitirsin!

Ma perçêmikên ku tariyê de xwînimijîyê dikin, çewa dikarin hez ji ronahiyê bikin?.. Tirsok û bêbext kengê dikarin heqê camêran bidinê? Helbet ew ê bi gotin û derewan dijminahiyê bikin! Bila bikin, ev serê neqeba tariyê û ronahiyê ye!

Ji min re xerîb nehat dema min seh kir ku Serafedîn Êlçî hemî ew kustin û zilma ku PKK bi harîkariya dewleta tirko li ser milletê kurd kirî, ser`î dibîne û dibêje PKK bes xayinan dikuje!

Û serde jî, gunehê xwe bi halê xwe nayne, bi Kemal Burkay tîne!? De were!

Aferîn ji te re! Te merasimeke mezin ji bo cinazê xwe garantî kir!

Mirîdên Evdila Ocelanî wê tabûta te li ser destê xwe heta axa sar bibin! Lê pasê? Pistî ku ewrên res sûnve kisiyan, dinya bû sahî û ronahî û kurd bi rastiyê hesiyan wê çawa be gelo? Tu dibê qey wê li ber qebrê te ji te re duayên qenciyê bixwînin? Na! Tu welê bizane…

Ez ji mêjve Serafeddîn nas dikim. Ez pêsmergeyekî Barzanî û soresa îlonê me. (Yên ku bixwazin min û xebata min nas bikin, dikarin pirtûka bîranînên min ’50 sal li ser rêbaziya Berzanî ji bo azadiya Kurdistanê’ bixwînin.) Li sê parçên Kurdistanê (Iraq, Tirkiye û Surî) heta vê gavê kî kî ye, çîroka jiyan û xebata emsalên Serefeddîn çi ye dizanim. Ma me çi zîkeve ji bîr kir ku Serefeddîn derî bi derî geriya li ber partiyên tirkan ji bo ku bikin milletvwekîli. Ji xebata bi hevalên Kemal Burkay re got ew sosyalîst in ez bi wan re kar nakim. Çû cem partiya Atatirk CHP ya Denîz Baykalê ergenekoncî ku him fasit him jî çep bû! Xwe li Sirnexê qediman, lê qezenc nekir. Dû re Partiya Erdogan jî qîmet nedayê. Dawiyê de bû apocî!

Serefedîn heta îro cihna de xwe nizîkê Berzanî û PDK nîsan daye, di Tv, rojname û qezetan de gelek caran li cem serok Mesûd Barzanî xwe nîsan daye. Pistî azadbûna axa basûr, wî jî bi têra xwe parî xwarine. Xwedî pere ye . Avoqat e, milletvekilê partiya Demiral û wezîrê hukumeta Ecewît bûye… (!) . Ji ber hindê, hin ji kurdan bi çavê mezinahiyê lê mêyze kirine. Hin kesan ew wek lîderekî siyasî dîtine. Lê ne welê ye. Tu wextê azadiya Kurd û Kurdistanê jê re nebûye derd.

Ew van rojana kustina panzde hezar (15 000) gencên kurdan (li gor gotina serokê PKK Ocalan) ku bi ajantiyê hatine binavkirin normal dibîne. Kustina xwîska hevalê partiya xwe (cîgirê xwe Lutfî Xoce Baksî) jî qurbana xwe û milletwektiya xwe dibîne! Xwedê aqil, feraset, wijdan û cesaretê bide! Em çi bêjin…

Bi kurtî bêjim, ez gotin û kirinên Kemal Burkay teqîb dikim û dizanim. Emrê mi li dor heystê (80) salî ye, heta nuho min çi rast dîtiye ew parastiye. Mihneta min ji kesî nebûye û nîne! Wek xebatkarekî azadiya Kurdistanê min çewa rê û rêçika Barzanîyê nemir ji bo azadiya Kurdistanê rast dîtiye û pistgiriya wî û rêbaza wî kiriye û îro jî dikim; welê ez Kemal Burkay jî di riya rasteqîn ya azadiya miletê Kurd û Kurdistanê de dibînim. Loma hêvîdar im her kurdekî dilsoz û muxlis pistgiriya kek Kemal Burkay, paqijî û durustiya wî bike. Destê biratiyê û kurdewariyê dirêjî wî bikin. Bila bêbext, tacirên siyasetê, kesên hesûd û derewîn bi ser nekevin. Ez bawer dikim hemû Kurdên muxlis wê bibin yek, bi hev re em dîrokeka bi seref û serbilind çê bikin. Serkevtin ya milletê kurd e!

08.02.2012

Bavê Rewsen
(Mihemed Sen)

Bavê Rewsen

Balkêş e ?
Close
Back to top button