Nivîsar

Di civaka kurdan da rola PSK

Li ser erdê cîhanê gelek milet dijên. Ji wan yeh jî gelê kurd e. Di navbera civakan de partiyên îlegal û legal hene. Partiyên ku bo gelên xwe pirsgirikan derdixinin jî hene. Lê belê piranî bo azadîya gelan û perwerde bûna gelan tên damizirandin.

Bi teybetî civak û parti bi hevdû ra girêdayî ne. Ango civak bê partî nabe û partî jî bê civak nabe.Miletên ku li ser erdê dinê bûne dewlet û pêsde ketine, hemûan ji yekê zêdetir partîyên xwe hene. Bê partî tu miletik pêsde naçe û nabe civaka sareza. Lê belê hemû partî jî gelan perwerde û azad nakin.

Ango bo gel mirin,kustin û piranî girîngin;ne tenê çareserî ne. Ya helên girîng perwerde bûn,pêseroja xwe zû dîtin,kamil bûn û bizaneyî têkosîn dayîn e. Bi teybetî van tistana jî bi mirovên zana va giridayî ne. Gor min berfireh fikirandin,têw kirina rengên heyî ye û pêseroja xwe zû dîtin e.

Ji ber vê yekê,ez çavên xwe li rewsên Partîyên Kurdistana Bakur digerînim û ji wan partîyên Kurd „Partiya Sosyalîsta Kurdistan „ dibînim. Piranîya mirovên Partiya Sosyalîsta Kurdistan li dervayî Kurdistanê û Kurdistana Bakur de partîya legal de û komelan de bizaneyî têkosînê dikin û kamilin. Ew bawarîya xwe bi xwe tînin,bi gotinên xwe û kirinin xwe va navbera gelê Kurd de wakû nimûne ne. Nas û dostên wan bi wan ra dilsane.

Ji ber ku mirovên Partiya Sosyalîsta Kurdistan sîstema federasyon û yekitîya gelê Kurd wakû rêber dane pêsîya xwe. Lê mixabim yekitîya gelê Kurd û sîstema federasyon jî zehf giran tê neqisandin. Heya ku civaka Kurd li Kurdistana Bakur kamil nebe sîstema federasyon û yekitîya gelê Kurd jî pêsda nakeve.

Mirovên PSK ê bêhnfirehîyê nisan didin û bizaneyî li pas doza xwe ne û dixebitin.

Ez bi xwe Partiye Sosyalîsta Kurdistan navbera gelê Kurd de wakû „Dibistana Sîyasî „nav dikim. Qedroyên PSK ê mamosteyên gelê kurdin. Mirovên ku çûne vê dibistana kamil bûne û bi zaneyî dixebitin. Bêhnfirehtî bûye hevalên wan û bi xwe bawarî jî buye quweta wan.

Qedroyên PSK ê wiha dibêjin:’Em Partiya Kurdistana Bakurin û tucar astengan bo parçeyên Kurdistanê ( Kurdistana Rohelat,Kurdistana Roava û Kurdistana Basûr )dernaxinin.Tikilîya me bi hemû partiyên Kurd ra bi bratî ye.’ Bo vê yekê Partiya Sosyalîsta Kurdistan li Kurdistanê tê hezkirin û bi qedir û qîmete.

Pist sê rojan Sekreterê Gistî ya Partiya Sosyalista Kurdistan (PSK) birêz Mesut Tek li Avusturya bû. Serdana firaksiyona Partiya Kesk a Avusturya ,serdana Partiya Sosyal Demokrat a Avusturya kir.Mesut Tek di hevditinan de bahsa bîr û bawerîya PSK li ser pirsa Kurd û careseriya wi kir û ji wan xwast ku givas bêxine ser hikumeta AK Parti dakû ji bona demokrasi û çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavên bêtir bavêje.

Pistra Mesut Tek serdana Nunertiya Hikumeta Herêma Kurdistan li Avusturya,serdana niviskar û dirokzanê bi navê deng,berpirsê Enstituta Kurdologia Avusturya Celilê Celil kir.

Roja înî yê bi berpirsîyarên rêxistinin Kurd li Wiyanê û roja semî yê bi der û dara KOMKAR-Avusturya civin çêkir. Ez jî bestarê civînan bûm û min gotinên Mesut Tek gûdar kir.

Bi rastî gor min gotinên Sekreterê Gistî ya Partiya Sosyalista Kurdistan Mesut Tek pirr girîngin. Ji ber ku li her çar parçeyên Kuristanê,partiyên Kurd hene. Girînge ku partiyên Kurd bi hevdû ra astengan dernexinin; parçeyên xwe de têkosînê bidin û bi biratî arîkarîyên hevdû bikin. Mirov mala xwe ,ji hemû kesan bastir nas dike û dibe sermiyana mala xwe.

Her wiha dîroka kurdan de cîyê Partiya Sosyalîsta Kurdistan kûre,bi riçalle û paqis e. Gor dîtina min PSK wakû hewca ye;bastire ku bi navê xwe li Kurdistana Bakur derkevî legalê û li pas doza gelê Kurd bisekinî. Base ku Partiya Sosyalîsta Kurdistan hey e.

Balkêş e ?
Close
Back to top button