Di Unîversîteya Zaxoyê da konferansek serketî
23-25ê meha nîsanê 2013an de li Zaxoyê bi navê 1st International Scientific Comference University of Zakho’ (Konferansa Navneteweyîya Îlmî ya Unîversîteya Zaxoyê) konferansek hat amadekirin. Wek tê zanîn, Zaxo qezayek basûrê Kurdîstanê ye û girêdayîye wîlayeta Duhokê ye. Taybetiyek Zaxoyê jî ev e ku, ev bajêr li ser sînorê Tirkiyê û Iraqe yê, 10 km. dûrê Derîyê Îbrahîm Xelîl e.
Ji cuda-cuda parçeyên Kurdistanê, ji welatên cîran û ji çend welatên Ewrupa û welatên din, ji sedî zêdetir kes bêsdarê Konferansê bûbû.
Çend komîte jî hatibûn tesbîtkirin û kar û xebata Konferansê bi destê wan hat mesandin. Wek nimûne Organizing Comittee (Komîteya Amadekar), Scientific Comittee (Komitya Îlmî), Financial Comittee (Komiteya Darayî), Social and Media Comittee (Komîteya Têkilîyên Cîvakî û Medyayê) û Coordination Comittee (Komîteya Koordînasyonê).
Konferansê, 23yê mehê saet 10’an de bi axaftinên Rektorê Unîversîteyê Asst Prof. Lezgîn A. Cemîl û Serokê Komiteya Amadekar Prof. Omer A. M. Al-Habîb û çend kesên din dest pêkir.
Kesên ku di vê babetê de xwediyê mafê axafitnê bûn û qise kir, ji van yekê jî Prof. Dr. Orhan Hîkmet Azîzoxlu bû.
Prof. Azizoxlu bi xwe kurd e, eslê xwe ji Bedlîsê ye lê li Anqarayê ji dayikê bûye û xwe Anqarayî dihesabîne. Çiqas ku Kurdiya xwe bas nebû ji, wî axaftina xwe bi kurdî kir û hevalek wî jî zivîrand zimanê Îngîlîzî. Azîzoxlu wek sexs na, wek sazger û serokê Konseyê Unîversîteyan a Navneteweyî’ qise kir.
Agahdariya ku wî bi xwe dan me, ev sazî ji aliyê wî va hatîye damezrandin û li gel çend unîversîteyên welatên musilman peywendîyên xwe henin. Hukumeta Anqara, bi taybet jî Serokwezîrê Tirk Erdoxan pistgirî dide vê xebatê.
Babeta Azizoglu, Democratic Systems of Our Geography And Its Academic Effects’ (Cografya Me de Sistemên Democratic û Têsîra Wî ya Akademîk) bû. Lê Azîzoxlu gotina xwe de îslamîyet da pês û dîn wek dermana çaresiya pirsan nîsan da. Di vê babetê de gotina wî bi kurtayî usa bû:
Tistê ku me nêzikê hevdu bike û hevdu ra girê bide îslamîyet e. Eger em vê dînê esas bigirin, dikarin her alî de pêsve biçin. Wek hûn jî dizanin, hêzên ku niha serdest in, ew me îdare dikin. Lê bi reya îslamîyetê em dikarin bibin serdest û bandora xwe deynin ser wana.’
Bi rastî ew gotin, gotinek gelek balkês bû. Min û Dr. Salîh Akin e ku ji Fransayê hatîbû, me bi kurtayi li ser vê gotînê qise kir û biryar da ku em wî ra qise bikin û krîtîk bikin. Me xwest em bizanin ku argumentên wî çi ne? Bo çi hebûnên wek azadî û demokrasî na, îslamîyet me hevdu ra girê bide? Bo çi em wekheviyê na, bindestxistina gelên din xwe ra bikin armanc?
Axirî, dema xwarinê de em rastê hev hatin. Ez û wi em keleka havdu de runîstîbûn. Û zede nesekinîm, min pirsa xwe pirs kir.
Birêz Azîzoglu kerema xwe tu dikarî bêjî, Îslam çawa dikare gelan nêzikê hevdu bike, hevdu ra girê bide? Komel çava bi reya dînê pêsva biçe? Tistên din alîkî da, herêma me de gelên ne musilman henin, gava ku em Îslamîyetê esas bigirin, halê wan wê çava be?’
Ew pirs qet xwesa Azîzoxlu neçû lê dîsa jî bersivek da û Mabesta min gelên musilman bûn,’ got.
Lê mixabin tam vê demê de nasên wî hatin, me nikarî em sohbeta xwe devam bikin. Pirsên me yên din man.
Bi qenaata min, ev axaftin di konferansek usa de qet cih nebû, meriv dikare bêje bêmane bû.
Hêjmara babetên Konferansê gelek bûn. Bi dehan salonan de, bi dehan babet hatin pêsniyazkirin û li ser gengesî çê bûn. Babeta ku min li ser axifî Kurdên ku Kirmanckî (Zazakî) Diaxifin û Nasnameya Wan a Etnîkî’ bû. Lê di axaftina xwe da ez zêde li ser rewsa îroyînê (rewsa rojane) sekinîm.
Unîversîteya Zaxoyê, Universîteyek nû ye. Ev Konferans jî Konferansa wan a yekemîn bû. Çiqas ku hinek kemasîyên ku meriv dikare bîne ziman hebûn jî, bi gistî Konferans serketî derbaz bû. Bi taybetî jî ji bo danasandina Unîversîteyê gavek giring bû.
Mevandarî û dilgermîya raydarên vê xebatê, çiqas bêjîn ewqas bas bû. Serokê Zankoyê Asst Prof Dr. Lezgîn, Serokê Komîteya Organîzeker Prof. Omer, Cigirê Serokê Unîversîteyê Asst Prof. Dr. Abaulwahap Xalîd Musa û berpirsîyar û xebatkarên din, ji bo mesandina xebata Konferansê bi dil û can berxwe dan.
Ez dixwazim wek gotina dawî, jî bo va xebata hêja, jî bo mêvandariya bas, wan hemûyan ra sipas! Mala we ava be û her tim serketî bin,’ bêjîm.
Munzur Çem