Dilbixwîn Dara: Malpera Lêkolîn min ji kustinê re dike hedef

Rojnamevan Dilbixwîn Dara ku ji demekê vir da li Têlevîzyona RUDAWê dixebite, li wir bernameyan çê dike, beyanek derxist ku malpereke bi navê LÊKOLÎN de heqê wî da xeberên nerast belav dike, wî gunekar dike û ji bo êrisan wek hedef nîsan dide. Beyana Dilbixwîn dara usa ye:
Ev demeke malpereke anonîm ku nav li xwe dike Lêkolîn, ku goya malpera navendeke lêkolînên stratejîk e, bi navên xeyalî, bêbextî, derew, fitne û fesadiyan belav dike. Êrîsî çep û rast dike û di nava sev û rojekê de, pir bi zanebûn, hinek kesên ku ji xwe re kirine hedef, wan weke xayîn û ajanên dewletan bi nav dike.
Ev dibe sedema ku ew kes bibin hedefa êrîsên kustinê.
Yek ji wan derewên meshûr yên wê malperê ewe ku, qaso televîzyona Rûdaw ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, di demeke wiha de, kêmaqilek jî dizane ku pêwîstiya Rûdawê bi pereyên dewleta Tirk tune ye.
Divê êdî ew kes, qebûl bikin, tehemul bikin, ku hemû kanalên televîzyonê ne mecbûr in, bibin Ronahî û Stêrk, hemû rojnamevan jî ne mecbûr in, bibin rojnamervanên wan her du televîzyonan’, her kesekî ku li cihekî din kar kir jî, ne xayîn û dijmin e.
Ev malper, bi wan nivîsên xwe yên derewîn, gelek kesan ji êrîs û kustinê re dike hefdef. Her çiqas navê nivîskar weke her carê anonîm be û nenas be jî, lê belê xwedî û berpirsiyarên malperê diyar in.
Vê malperê di derbarê min de jî nivîseke ku roja 27.12.2013 seet 08.29, ya ku ji aliyê kesek nenas ve bi navê Goran Akreyî/Duhok ve hatiye nivîsandin, ku ji serî heta dawiyê, derew û bêbextî ne, belav kiriye, goya ez di sala 1995 de ji PKK cuda bûme û bi dewleta Alman re xebitîme. Kesê ku ew nivîs nivîsandiye, yan agahiyên sas wergirtine, yan jî hinekan bi zanebûn ew xapandine û xistine dafkê, ji ber ku di sala 1995 de, me MED TV li Belcîka ava kir û heta naverasta sala 1997 ez li wir bûm, min her roj nûçe dixwestin û programên televîzyonê çêdikirin.
Kesekî ku hinekî biaqil be jî, wê bizanibe, ku her gotineke ku di wê goya gotarê de hatiye derew û bêbextî ne, armanc ji wê tenê reskirina kesan e.
Nûçeyên derew yên ku di wê malperê de hatine belavkirin, jiyana min dixin xeterê, malperê rasterast ez ji kustinê re kirime hedef, ji ber vê yekê jî min li Almanya di warê qanûnî de serî li dadgehê daye. Eger ziyaneke biçûk jî bigihê min, ev malper û kesên ku li pist wê malperê ne û wan nûçeyên ku tenê derew û bêbextî ne amade dikin û belav dikin, berpirsiyar in. Her çiqas navên ku ew nivîs pê têne nivîsandin, xeyalî bin jî, lê xwediyên malperê, adrês, telefon û her tistê wê diyar in, ev jî ji bo ku mirov serî li riyên qanûnî bide, bes in.
Min avukat girtiye û prosesê dest pê kiriye.
Ji malpera Lêkolîn tê xwestin yekser wê nivîsa ku tev bêbextîye ji malperê derxîne.
Ji xeynî qelemekê di destê min de tistek tune ye, ne xwedan sîleh im, ne jî xwedan artêseke eskerî. Ev nêzîkî 25 salane ku di xizmeta gelê xwe û welatê xwe de, xebata xwe ya rojnamegerî dikim, ezê di heman riyê de û bi heman armancê xebata xwe, ku baweriya min pê heye berdewam bikim.
Dilbixwîn Dara/Avestakurd
– See more at: http://www.rojevakurd.com/nivisar/14865-Malpera-Lkoln-min-kutin-dike-hedef.html#sthash.SNUf4bij.dpuf
30-12-2013
Dengê Kurdistan