Nûçe

Piroznameya Kemal Burkay ya serê salê

Sersala we pîroz be!

Welatiyên hêja, hevalên delal,

Dawiya sala 2013 vaye hat û saleke teze dest pê dike.

Sala çûyî jî li welat û dinyayê bi bûyerên bas û nebas Derbaz bû. Li welat yek ji wan bûyerên bas ew bû ku ser sekinî û pêvajoyeke bi navê ‘çareserî û asitiyê’ dest pê kir. Hêvî ew bû ku PKK bi temamî dev ji sîlehan berde û hukumet jî bo çareseriya pirsa Kurd gavên mezintir bavêje. Lê mixabin hîn ne PKK dev ji sîlehan berdaye, ne jî hukumetê ji bo çareseriya pirsa Kurd gavên hanê avêtiye.

Her usa kar û xebata ku ji bo çêkirina destûreke teze hebû ew jî xitimî û dîsa destûra 12 Îlonê li ciyê xwe ye.

Li Tirkîyê van rojên dawî operasyoneke dadî dest pê kir dijî bertîl û gemariyê û bû sedemê gengesiyeke teze di navbera Hukumet û hin aliyên dinê da. Hukumet dibêje ev komployeke dijî wê ye ku bi destê hin komikên dizî ku di nav dewletê rêz bûne, pêk hatiye. Di vî warî da em dixwazin hertist bi rê olaxên dadmendî bimese, ango ger curmkar hene derkevin pês edaletê û eger di nav saziya dewletê da hin komên dizî û komploker hene bila ew jî eskere bin.

Çareseriya pirsan dadî, zelalî û demokratî ye. Divê dewleta Tirk pirsa Kurd li ser esasê wekheviyê çareser bike, da ku bigihîje asitî û demokratiyê û ji nexwesiyên han xilas be.

Hêvîdar im sala teze ji bo me, bo gel û welatê me û ji bo dinyayê guhartinên bastir bîne, di riya azadî û asitî da.

Sersala we pîroz be!

Kemal Burkay
Serokê Partiya Maf û Azadiyan

31 Çileyê Pêsîn, 2013

Dengê Kurdistan

Back to top button