Nivîsar

Du gilî yek gotin

Ji berê da difikrim. Her tist bi plan û program dimesînin. Him problemên dinyayê him jî problemên mirovatiye. Ê me tenê lê temase dikin. We aj heye heyrano.! Kapitalistên dinyayê û karbidestên wan planên ne 2 sal 3 salan, planên 25 salan dikin. Ji pirsa enerjîyê bigir heya ekolojiye wusaye. De ji me ra çi lazim e? Ji me ra rê û olaxên demokratîk ku mirovên hisyar bikaribin bi rîya rêxistina xwe îfade bikin.

Yanî demokrasîyek çawa? Demokrasi, ya heye yan jî tûnne? Yekî gotubû “demokrasî wek jina hemle ye, jin yan hemleye, yan jî ne hemle ye.” Ne rast e heyran!.. Ji ber vê yekê demokrasîyek qe nebe wek li welatên rojava wek Swêd, Hollanda hwd. ji me ra divê. Niha rê û olaxên demokrasîye bi biryar û kiryaran dimesin. Ger biryarên tên çêkirin nedemokratik bin, hingê kiryarên we jî nedemokratîk in. Îro rewsa ku Kurd tê da dijîn rewsek bi vî avayî ye. Xên rewsa Kurdistana basûr di parçeyên din Kurd li nav rejîmên ne demokratîk dijîn. Niha em mecbûr qiraran bigrin ku bê qirar mirov nikarin bi rê bikevin. Loma berî her tistî li ser qirara xelasbûna Kurdistanê em yek bin. Kurd çi dibêjin ” hesp bi hevsaran, mêr bi qiraran.” Dê hadê…!

Rênas Sütcü

Balkêş e ?
Close
Back to top button