Nûçe

Duwemîn Konferansa Ciwanên Kurd ya Netewî bi dawî hat

Duwemîn Konferansa Ciwanên Kurd ya Netewî ku 15ê Adarê 2012an da li Hewlerê destpêkiribû, di 17ê Adarê 2012an de bi serfirazî gihîst encam. Ew Konferans Ciwanên her çar parçeyên Kurdistiyan hatibû organîze kirin. Konferansa yekemîn 2011an da li Amedê çêbibû.

Dengê Azad/Hewlêr
Konferans sê roj berdewam kir. Pîstî konferansê bi razîbûna besdarên Delegasyonê wek Encamnameya 22 xal hat destnîsankirin û jibo raya gîstî bi civînekê çapemeniyê hate askerekirin.

Encamnameya konferansê ku ji aliyê Lijneya Bilind a Konferansê ku ji aliyê Sukrî Demîr, Fûad Xanîbegî, Denîz Ronî û Simko Resîd ve hate xwendin, ev in;

Encamnameyê konferansa duyemin Netewî Ciwanên Kurd

Di yekemîn konferansa Netewî Ciwanên Kurd ku di 16-17 Adara sala 2011 lê bajajê Amedê Kurdistana Bakur hatibû çekirin. Biryar hat dayîn ku konferansa duwem li paytaxtê herêma Kurdistanê bê çekirin. Her ji ber vê yekê di rojên 15-17ê Adara sala 2012an de konferansa duwem li jêr navê ji bona yekkirina gotara Neteweyî Ciwanên Kurd bi besdariya Serokê Herêma Kurdistan û besdariya Ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê û Ciwanên Kazakistanê hate çekirin.

Pas guftugokirin, lekolîn li ser pirsên Neteweyî û pirsên taybet ya ciwanan û yekxistina yekhelwestî û yekkirina gotarê Netewî ku sê roj berdewam bû bi encam da konferans biryarên jêrê da.

1- Xortên Kurd divê li hemberê erîs û xeterên ku li ser her çar parçayên Kurdistanê hene, bisekine.

2- Em siyaseta asîmîlekirina zimanê sîrînê Kurdî hemû zaravayên xwe ve sermezar dikin û li zimanê xudan derdikevin.

3- Divê bi pêsdariya hemû aliyên siyasî yekîtiyê Netewî ya Kurd bê pêkanîn.

4- Di her çar parçeyên Kurdistanê de ji bona çareserkirina pirsa Kurdî pêwîste rêka asitî û demokratî û serdemî bê bikaranîn.

5- Ji bona ku Ciwanên Kurd xebatê xwe bi hêztir bikin, pêwîste federasyona Ciwan bê damezrandin.

6- Em dixwazin hemû zindaniyên siyasî ku li Tirkiyê, li Sûriyê û li Îranê ji ber pirsa Kurdî hatine girtin ku Serokê PKK Abdullah Ocalan û ew hevalên ku di komîteya Amedekariya Konferansa yeka da cih girtibûn ku di nav wan de ne bêne azadkirin.

7- Pêwîste her sal konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd û festîvala Lawên Kurdistan bêne çêkirin û pêwîste eger zirûf musaîd be konferansa sisê di Kurdistan a Rojava de were çêkirin.

8- Pêwîste bi hîç sêweyek serê birakujî neyê dubarekirinê û hemû alî vê serê birakujiyê sermezar bike.

9- Neteweyê Kurd jî wekî hemû neteweyên din xûdanê mafê çarenûsê xwe be.

10- Lazim e ezmûnê Herêma Kurdistan ber bi pês bibin û divê her çar parçeyên Kurdistanê pistgirî lê bikin û destkeftên wî wekî destkeftê netewî bizanin.

11- Pêwîste gelê Kurd li hemberê jenosîda siyasî, civakî û aborî û hunerî û çandî xebatê bike, ev karasatên ku li berê rûdabûn sermezar û protesto bikin.

12- Pêwîste di warê rewsenbîrî, edebî û hunerî de zimanê Kurdî bête pêsxistin û dewlemendtir kirin.

13- Pêwîste li hemberê siyaseta asîmîlekirina zimanê sîrîn a Kurdî, hemû Kurd bi zaravayê xwe biaxive û hewl bide ku zimanekî yekgirtiya Kurdî pêkbê.

14- Li hemberî qirkirina jinên ciwan û êrîsên li ser hemû jinan wekî mînak: li hemberî recm, darvekirin, fihûs, berdêl, têkosîn bê dayîn û ji bo azadbûna jinê tekosîn bê dayîn.

15- Banga me ji bo hemû hêzên navneteweyî ye; Em daxwaz dikin ku kîmyabaran û Enfalê wek roja qirkirinê li cihanê were naskirin û 16ê Adarê wekî roja jenosîd navneteweyî bê naskirin.

16- Konferans pistgiriya xwe li ciwanên Kurdên Rojava û Soresa azadîxwaziya Kurdistan a Rojava nîsan dide û kar û kirinên rejîma Esed û hevkarên wê protesto dike.

17- Konferans topbarana dewletên Tirkiyê û Îranê bo ser sînorên Herêma Kurdistanê protesto dike.

18- Alayê rengîn, alayê neteweyî ya Kurd e û pêwîste hemû alî rêz lê bigrin û li ser alayê hemû partiyan de be.

19- Konferans ji kîjan alî ve tê bila bê, tundûtijî û tirsandin û gefxwarina ronakbîr û nivîskarên Kurd li hemû Kurdistanê protesto dike.

20- Hemû rêxistin û endamên konferansê cih bi cih kirina hemû biryarên jorîn erkê xwe dizanin.

21- Roja 2ê Rêbendanê ku roja damezrandina Komara Kurdistan li Mahabadê ye, wekî roja neteweyî tê naskirin.

22- Ew 21 xalên jorîn wekî projeya Ciwanên Kurdistan pêskêsî konferansa netewî dikin.
Bijî Kurd
Bijî Kurdistan
Duwemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd
15-17ê Adar a 2012

Dengê Kurdistan

Back to top button