Nûçe

PSK: Êrîsa bo ser Newrozê protesto dikin

Êrîsa Bo Ser Newrozê Protesto Dikin

Hikumeta AK Partî, berê merasimên Newrozê, ku di bin çavderiya BDP wê bihata pîroz kirinê, qedexe kir û pasê jî êrîs kire ser xalkê, ku dixwastin Newrozê pîroz bikin. Polêsên Tirk li Îstanbul û Amêdê bi bombayên qaz û avên bi tazyîk êrîs kir ser xalkê, pêsiya trompelên, ku ber bi meydana Newrozê dîçûn, girt. Nunerên BDP jî ketine ber êrîsa polêsan,

Polîtîkaya resmî ya dewlete heta 2-3 salên dawî qedexe kirina Newrozê bû, îro jî sayaseta hanê bi behaneya ’21 Adarê Roja Newroz e û pîroz kirin jî divê di vê roje da be’, tee mesandinê. Hikumeta AK Partî, bi vê halwesta xwe ve dixwaze siwe û tarîxa pîroz kirina gel destnisan bike, ku AK Partî berê, dijê ji vê halwestê bû.

Partiya êrisa polêsan bo ser pîroz kirina Newrozê mehkum dike. Em banga gelê xwe dikin, ku derheqê ajave û provakosyonê da hîsyar bin.

Berpirsên hikumeta AK Partî, alîkî va carekê dinê bahsa ‘siyaseta vekirinê’ û demokratizê kirinê’ dikin, alîkî va jî êrîs dike ser pîroz kirina Newrozê û bi vê kiryarên xwe ve hikumeta AK Partî pesîya xwe digre, zirarê dide xwe. Eger hikumet di siyaseta ‘demokratîze kirin’ û ‘vekirînê’ samîmî ye, divê dev jê erîsa hanê berde û ji bona ci be ci kirina daxwazên gelê Kurd gavan bavêje.

Ji bona, ku Newroz bê kêse û bi siweyê asitiyanê were pîroz kirinê, divê roja 21 Adarê bi fermî wekî cejn were îlan kirinê.

Partiya me banga berpirsên DBP dike, ku bi serwextî û bi pêgirî tevbigerin.

PSK, banga gel dike, ku daxwazên xwe yên netewî û demokratîk bi siweyê asîtî bilind bikin.

Partiya me banga hemu hêzên asitixwaz, demokrat û pêsverû dike, ku êrîsa hikumetê bo ser Newrozê protesto bikin, dengê xwe dijî kiryarên hanê yên hov û dij-mirovî bilind bikin.

18 Adar 2012-03-18

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button