Nûçe

Ebdul Hemîd Derwîs û heyata wî ligel Serokê Komkara Erebî cîvîyan

Dema Nû-Hewlêr

Bi gor nuçeyek, ku dî dîmoqratî.net da belav bûye, dî 22.11.2011’an de li paytexta Misir Qahîrayê, Heyeta Sanda Encumena Nistimanî Kurdî li Surîya bi serokatiya Ebdul Hemîd Derwîs, ligel Nebîl Elerebî Emîndarê Komkara Erebî civînek çêkîrîn. Hate dîyar kirin ku ew civîn gelekî serkeftî bûye.

Serokê Sanda Encumena Nistimanî Kurdî li Suriya Ebdul Hemîd Derwîs, ew ês û zulim û zora ku li ser Kurd bi dehan sal hatiye mesandin, ji bo Emîndarê Komkara Erebî bi zelalî eskere kir. Sanda Kurd, her wiha yadasnameyek (daxwazname) bi navê Encumena Nistimanî Kurdî li Suriya pêskêsî Nebîl Erebî kirin.

ji alî xwe ve serokê Komkara Erebî dilxwesiya xwe bi ditina sanda Kurdî nîsan da û eskere kir ku Encumena Nistimanî Kurdî li Suriya bi xwe navnîsana Miletê Kurd e li Suriya û besekî serekî ye ji Oposiyona Surî û dibê ku besdar be di hemî diyalog û hevditinên Oposiyona Surî de.

Sanda Kurdî li Qahîra gelek hevdîtin kirine û wê bike li gel Komkara Erebî û aliyên din yên Oposiyona Erebî mîna Encumena Nistimanî Erebî û Encumena Ci Be Ci Kirina Nistimanî. Armanc ji wan hevdîtinan yekxistina rêza opozisyon û xwe amade kirin e ji bona qonaxa derbasbûyinê.

Dengê Kurdistan

Back to top button