Nûçe

Ebdulhekim Besar; ‘Sûriyê dibe 4 herêmên federe’

Ti bajarek li Rojavayê Kurdistanê nehatiye rizgarkirin. Hikûmeta Sûriyê li hemû bajaran heye.

Hevpeyvîn: Hêvîdar Ehmed

Serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û berpirsê pêwendiyên derve yên Encumena Nistimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Dr. Ebdilhekîm Besar behsa rewsa rojavayê Kurdistanê, pêwendiya ENKS û PYDê pistî peymana Hewlêrê, helwesta Tirkiyê li hember mafên kurdan li Sûriyê, metirsiyên serê birakujiyê û serê di navbera kurd û ereban li rojavayê Kurdistanê dike.

– Bi rastî niha kîjan bajarê Rojavayê Kurdistanê hatiye azadkirin?

– Ti bajarek li Rojavayê Kurdistanê nehatiye rizgarkirin. Hikûmeta Sûriyê li hemû bajaran heye.

‘Ti navçeya kurdî li Rojavayê Kurdistanê rizgar nebûye’

– Lê di medyayê de behsa rizgarkirina bajarên Kobanê, Efrîn, Dêrik û Amûdê tê kirin?

– Rizgarbûn nîsanên xwe hene. Bajarek gava rizgar dibe, êdî hikûmeta Sûriyê nikare lê vegere, niha li hemû bajarên kurdî, di nav de yên ku tê gotin hatine azadkirin, hêzên ewlekariyê yên Sûriyê hene, hêzên kustina xelkê di nava bajarên Kurdan de hene. Rast e, ala aliyekî destnîsankirî yê kurdî [mebest PYD ye] li ser hinek baregehên hikûmeta Sûriyê hatiye bilindkirin, lê kengî rêjîma Sûriyê bixwaze, dikare wan der bike. Niha jî rojane hikûmeta Sûriyê bi arezûya xwe diçe wan baregehan û tistên xwe dibin û vedigerin, bêyî ku ti kêseyeke wan hebe. Lewma ti navçeya kurdî li Rojavayê Kurdistanê rizgar nebûye.

– Yanî aliyê kurdî yê ku hûn behs dikin, karê wê tenê parastina baregehên hikûmeta Sûriyê ye?

– Fermangehên hikûmetê rizgar nebûne, hikûmet kengî bixwaze dikare here hundirê fermangehan. Niha jî bi tevgerên wî aliyê kurdî [mebest PYD] navdariya gelê kurd hatiye têkdan, ji ber ku ew nêrîn dirust kiriye ku hêzên kurdî hevkariya hikûmeta Sûriyê dikin. Rejîma Sûriyê, ku hinek deveran dixe jêr desthilata aliyekî kurdî, bêyî ku ti pevçûnek dirust bibe, ev ji bo Kurdan pirr xerab e. Gelê Sûriyê, nemaze yên ku soresê dikin, dibin dijminê Kurdan.

– Dezgeh û fermanberên fermangehên xizmetguzariyê wek berê dewam dikin?

– Hemû fermanber dewama xwe dikin, wek berê ti pirsgirêk nîne. Tenê ala PYDê li ser wan fermangehan hatiye hildan, ti guhartineke din çênebûye.

– Kî measê wan fermanberan dide?

– Heta vêga jî hikûmeta Sûriyê dide.
‘Hêzên kurdî û nemaze PYDê bi ser ti cih negirtiye’

– Tê gotin ku li her bajarekî, yan fermangehekê, gava hikûmeta Sûriyê vedikise, pêswext PYDê agahdar dike. Ti belgeya we heye ku hikûmeta Sûriyê ew bajar dane destê PYDê?

– Ti belge li ber destê me nîne, lê di pratîkê de wisa ye. Hêzên kurdî û nemaze PYDê bi ser ti cih negirtiye. Her cihek, gava hikûmet jê vedikise, di cih de hêzên PYDê lê bi cih dibin.

– Çima hûn wek ENKS naçin nava fermangehan?

– Rê nayê dayin em herin, hikûmeta Sûriyê di cih de bi çekan fermangehan ji me werdigire.

– Tê gotin ku 2 hezar gerîllayên PKKê hatine Rojavayê Kurdistanê, rast e?

– Nizanim hejmara wan çend e, lê çekdarên PKKê hene. Niha jî çekdarên xwe li ser sînorê navbera Sûriyê û Herêma Kurdistanê kom kirine, PYD jî dibêje em rê nadin yek çekdar ji Herêma Kurdistanê derbasî hundirê Rojavayê Kurdistanê bibe.

– Li kîjan cihî hêza xwe kom kiriye?

– Li pênc mexferên sînorî, ku berê artêsa Sûriyê li wan bû, niha radestî PKKê hatine kirin. Li gundên nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê hêzên wan hene û bingehên wan yên gerok hene.

– Yanî her hêzek ku ji Herêma Kurdistanê ji bo parastina bajarên kurdî here, ew rê li ber digirin?

– Erê, dibêjin em bi ti awayî qebûl nakin û rûbirûyê wan dibin.

– Ji xeynî PYDê, çekên ti partiyeke din a kurdî li Sûriyê hene?

– Na, tenê çekên PYDê hene.

– ENKS ji zêdeyî 15 partiyên kurdî pêk tê û PYD jî yek partî ye. Çawa hûn razî bûn ku birêvebirina bajarên kurdî 50 bi 50 be?

– Wekî El-Partî û ENKS gellek armancên me hene. Me dixwest gellek tistan bidin destê PYDê, her wek ku di peymana Hewlêrê de hatiye lihevkirin, ji bo bicihanîna armancên me. Yekem: girtina rê li ber serê birakujiyê. Duyem: dûrkirina PYDê ji rêjîma Esed. Sêyem: PYD di xizmeta gelê kurd de be. Ji ber van hersê xalan me gellek tist qebûl kirin.

– Ew tist di pratîkê de hatine cîbicîkirin?

– Na, heta niha nehatine bicihkirin. Rast e, di aliyê siyasî de hatine bicihkirin, lê ew kêse di pratîkê de hene û ji aliyê PYDê tên kirin, her weke xwe ne û nehatine guhertin. Heta niha jî her dibêjin em serbixwe ne û rênîsanderiyan ji kesî wernagirin.

‘PYD di pratîkê de li gor peymana Hewlêrê namese’

– Eger wiha be, bi dîtina we PYD bi peymana Hewlêrê pêbend nebûye?

– Dibêjin her biryareke ku ENKS û PYD bidin, ew girêdayî dibin, lê di rastiyê de ne wisa ye. Berî Peymana Hewlêrê, PYD ne ligel rûxandina rêjîma Esed bû. Niha biryar e xwenîsandanên hevbes dirust bibin û ev pêngaveke pirr bas e, lê di aliyê çekdarî de kêseyan dirust dikin.

– Lê PYDê niha xalên kontrolê danîne ji bo parastina deverê, gelo ev ne pêngaveke bas e

– Rast e, meseleya çekdarî hemû di destê PYDê de ye. Di nav bajaran û derdora bajaran de jî mefrezeyên PYDê û hikûmeta Sûriyê nêzîkî hev in, hikûmet jî deng nake. Lê eger em mefrezeyan deynin, wê hikûmeta Sûriyê serê me bike.

‘Ger ez biçim Sûriyê, wê rêjîma Sûriyê min bikuje’

– Rewsa Rojavayê Kurdistanê di vê qonaxê de zêde hestyar e, lê belê hûn li Basûrê Kurdistanê ne, ji ber çi?

– Pirraniya endamên komîteya navendî ya El-Partî li Sûriyê ne. Lîderên PYDê kengî bixwazin dikarin herin derveyî Sûriyê û tevlî kongreyan bibin, lê em nikarin herin Sûriyê, ez dixwazim herim wir û li wir xebatê bikim, lê niha herim, rêjîma Sûriyê ê min bikuje. Niha cemawerê kurd zêde ji PYDê dilgiran e û eger bi vî awayî bimîne, ev metirsiyeke pirr mezin e, ji ber ku Kurd diçin ba Artêsa Azad a Sûriyê, daku berevaniya xwe bikin. Xelk qebûl nake her roj rûmeta wan ji aliyê PYDê bê sikandin, hinek malbat hene bûkên wan ji nava malê hatine birin û hetikandin. Xelkê dadgeh dikin, xelk vê yekê qebûl nakin û neçar in berevaniya xwe bikin. Ciwanên Rojava pêwendiyê ligel me dikin û dibêjin eger ew kêse çareser nebe, ê tevlî artêsa azad bibin.

– Ew leskerên ku li herêmê hatine perwerdekirin, ew vegeriyane Rojavayê Kurdistanê? Li kû derê ne?

– Em li dijî serê birakujiyê ne. Ew leskerên ku li vir perwerde dîtine Kurd in û ji artêsa Esed reviyane. Erkê wan ne birakujî ye. Dibe ku gava vegerin Rojavayê Kurdistanê cihên stratejîk biparêzin, wek sentralên elektrîkê, fermangehên xizmetguzariyê û zeviyên petrolê.

– Ew hêz kengî vedigere rojavayê Kurdistanê?

– Pistî ketina rêjîma Esed.

– PYD qebûl dike ew hêz vegere?

– Peymana me heye û li gor wê peymanê divê çekdarên me jî di nav hev de bin, ji ber ku li gor peymana Hewlêrê divê karûbarên emnî bi hevbesî bên kirin. Gava em behsa karûbarên emnî dikin, çekdar û ne çekdar jî li xwe digire.

– Li gor peymana Hewlêrê, biryar bû hûn di medyayê de êrisî hev nekin, lê di rojnameyên Tirkiyê de we êrisî PYDê kir, ji ber çi?

– Min êris nekiriye, lê min behsa tistê ku heye kir, min got ti bajarek nehatiye rizgarkirin û esîrên ereb jî wê sêweya teslîmkirina fermangehên hikûmetê ji bo PYDê qebûl nakin. Niha dema çend rojan e hikûmeta Sûriyê 3500 parçeyên çek li ser Erebên nistecihên navçeyên Rojavayê Kurdistanê dabes kirine û dibêjin tevgerên PYDê qebûl nakin. Ev jî yek ji wan kêseyan e ku tên pêsiya me. Ev ji bilî serê Kurd û Kurdan, serê Kurd û Ereban jî dirust dike. Lewma em ji PYDê rica dikin li xwe vegerin û tevgerên xwe biguherin û êdî sîdetê bikar neyînin. Hikûmeta Sûriyê endamên PYDê dikuje, lê nikarin peyvekê bêjin û heta niha du-sê endamên PYDê ji aliyê hikûmeta Sûriyê hatine kustin. Lê eger Kurdek ji PYDê re bêje hûn sasîtiyan dikin, lê didin. Lê belê li hemberî rêjîma Sûriyê bêdeng in.

– Tê gotin berî çend rojan kadroyekî partiya we endamekî PYDê li Efrînê kust, sedema wê çi bû

– Na, ne wisa ye, bila belgeyan bînin ku kadroyê me bû. Lê sed belge li ber destê me hene ku PYDê endamê polîtburoya me Nesredîn Berhik kust. Lê daku birakujî li Rojavayê Kurdistanê çênebe, me tistek nekir. Lê dema ku ciwanekî li ser PYDê berî demekê li Efrînê hat kustin, ku em nizanin bi destê kê hatiye kustin, malbateke ku dostê me bûn tometbar kirin û 4 kes ji wê malbatê kustin.

– Niha bi rastî PYD partiya yekê ye li Rojavayê Kurdistanê, yan ev yek girêdayî çekdarbûna wan e?

– Eger PYD çekan deyne, ne partiya çaremîn û pêncemîn e jî.

– Pêgeha we wek El-Partî li Rojavayê Kurdistanê çend e?

– Bila hilbijartin bên kirin, wê demê diyar dibe em partiya çenda ne.

– Hûn çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin?

– Rejîma Esed diçe. Esed ser dike, eger bizane diçe, wek nunerê Elewiyan li Sûriyê ser dike û serekî mezhebî li Sûriyê dirust dibe, ew ser ne tenê li Sûriyê dibe, lê dibe ku Libnan, Îraq û Tirkiyê jî li xwe bigire.

– Kurd çawa dikarin xwe ji wî serî biparêzin?

– Eger birayên me yên PYDê pêbend bin bi peymana Hewlêrê û kêseyan dernexin, em dikarin bi hev re xaka Kurdan li Sûriyê biparêzin.

– Çiqas maye ji bo ketina Esed?

– Ne diyar e.

‘Bawer nakim Tirkiye bikare wisa bi hêsanî bêne nav xaka Rojavayê Kurdistanê’

– Hikûmeta Tirkiyê dibêje, em ne li dijî mafê Kurdan in li Sûriyê, lê em rê nadin PKK wê derê kontrol bike û bi navê PYDê herêmeke federe a din a kurdî li wir bê damezrandin, eger wiha bibe destêwerdanê dikin. Tirkiye dikare derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe?

– Bawer nakim bikarin û wisa bi hêsanî bêne nav xaka Rojavayê Kurdistanê. Em dijî her gaveke bi vî rengî ya Tirkiyê derdikevin. Lê em hêvîdar in PYD bi berpirsiyarî tevbigere, ji ber ku ne Tirkiye û ne dewletên din qebûl nakin ew dest deynin ser Rojavayê Kurdistanê. Divê berjewendiyên Kurdan berî berjewendiyên partîzanî bin. Peymana Hewlêrê jî biryar li ser daye, ku ala partiyan neyê hildan û tenê ala Kurdistan û ala soresa Sûriyê hebin. PYD jixwe ala soresa Sûriyê qebûl nake û ji bo ala Kurdistanê jî aleke wan a taybet heye, herwiha ala partiya xwe jî bilind dikin.

– Rojnameya Weten a Sûriyê belav kir, ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek ji Besar Esed re sandiye. Haya we jê heye ku nameyek wiha hatibe sandin?

– Bawer nakim serok Barzanî ti name ji Besar Esed re sandibe. Dibe ku, eger pirsyar jê hatibe kirin hûn desttêwerdanê di karûbarên navxwe yên Sûriyê de dikin, wî jî bersiv dabe. Lê qet bawer nakim nameyeke fermî sandibe.

‘Niha pêwendiya me ligel ENSê pirr bas e’

– Pistî ku Ebdilbasit Seyda bû serokê Encumena Nistimanî ya Sûriyê (ENS), ku Kurd e, helwesta ENSê li hember pirsa kurdî çawa ye?

– Dîtina ENSê diguhere û ber bi basbûnê diçe. Ev jî ji ber du tistan, yekem; dizanin em xwedî hêzek in û karîgeriya me heye. Duyem; Ebdilbasit Seyda wek siyasetmedarekî tistan bas dixwîne û têdigihe, ne wek Burhan Xelyûn e, ku ne siyasetmedar bû. Niha jî pêwendiya me ligel ENSê pirr bas e, biryar e di demeke nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê bikin û? em bi hev re gotûbêjan bikin.

– Dîtina we ji bo pistî rûxandina rêjîma Besar Esed çi ye, Kurd daxwaza çi dikin, federalî yan otonomî?

– Vêga gellek tist hene, yekem: rêjîma Esed çawa dikeve, gelo serê mezhebî rû dide? Di peymana Hewlêrê de jî me gotiye pistî rûxandina rêjîma Esed, divê sîstema ne navendî li Sûriyê bê çespandin. Ez wisa dibînim Sûriyê dibe 4 herêmên federe.

– Li Herêma Kurdistanê çi hêzeke siyasî hevkariya we dike, wek ENKS?

– Tenê serokê Herêma Kurdistanê hevkariya me dike û bi heman çavî berê xwe dide hemû aliyan. Serokê Herêma Kurdistanê saet bi saet dixwaze bizane li Rojavayê Kurdistanê çi rû dide, rews çawa ye. Niha ji ber rewsa Rojavayê Kurdistanê serok Barzanî bas ranaze û dixwaze bizane rews ber bi ku derê diçe, dixwaze Kurdistana Sûriyê bigihije mafên xwe.

– Wek ENKS, pêwendiya we ligel Amerîka û Brîtanya û dewletên rojava heye?

– Erê, pêwendiyeke me ya bihêz heye. Niha ligel Fransayê pêwendiya me heye û ew jî ligel mafê Kurdan in, dibêjin federalî mafê gelê kurd e, lê naxin nav destê me. Amerîka jî dibêje navê federaliyê neyînin, ji ber ku bi Ereban ne xwes e, niha Ereban bikin dost û di danûstandinan de daxwaza naveroka federaliyê bikin. Helwesta Brîtanya ne ron e, lê dibêjin em ligel mafên Kurdan dibin.

– Pêwendiya we ligel Tirkiyê heye?

– Erê, em du caran ligel cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê civiyan. Nerînên me ji hev dûr bûn. Bi gotina Tirkiyê, divê kêseya kurdî li Sûriyê wek Kurdistana Tirkiyê çareser bibe. Gotin ku mafê we hebe ku hûn bibin saredar û parlamenter û wezîr. Me jî got daxwaza me ew e ku mafên Kurdan di nav destûra Sûriyê ya nû de bên çespandin. Me ji hikûmeta Tirkiyê re gotiye ku ezmûna me wek ezmûna Herêma Kurdistanê dibe û di berjewendiya we de dibe eger pêwendiya we ligel Kurdên Sûriyê bas be.

– Ligel Îranê jî pêwendiya we heye?

– Em Îranê wek besekî ji rêjîma Esed dihesibînin û ti danûstandin û rûnistina me ligel Îranê nebûye.
——————————————–

Çavkani: Rudaw (Rojnameya Hefteyî, Kurdî)

Dengê Kurdistan

Back to top button