Nûçe

Li KOMKAR-Berlînê kursên Kurdî di sala 5 an de

Kursên Kurdî ku ev çar sal in bi rêkûpêk ji aliyê mamostayê kurdî Evdila Dirêj ve li KOMKAR- Berlînê tê dayîn, ket sala xwe ya pêncemîn.

Kurs her sal ji meha cotmehê dest pê dike heta dawiya meha hezîranê didome.

Di kursê da pirtûkên Kurdî Kurmancî 1û 2 û ferhenga Kurdî-almanî, almanî-kurdî û gelek materyalên din ên hînbûnê ku ji alîyê mamosta Evdila Dirêj ve hatine amadekirin, tên bikaranîn.

Her sal li dawîya kursê sayîyekî tê lidarxistin. Mamosta, besdarên kursê û mêvan besdarên vê sayîyê dibin û besdar bawernameyên xwe ji mamosta E. Dirêj werdigirin.

Heta niha 40 kes kurdî hîn bûne û bawernameyên xwe wergirtine.

Sayîya îsal di 21tîrmeh 2012 an da bi tevlêbûna mamosta, besdar û mêvanan li parka Thempelhofê çêbû. Pistê axaftin, xwarin û vexwarinê hunermend Ciwan Tengezar bi stranên kurdî, besdar û mêvan jî bi govenda kurdî sayîyê xemilandin.

Mamosta E. Dirêj, 7 bawernameyên destpêkê û 4 yên pêsketî dan besdarên kursê.

Sayî bi axaftin, muzîk û govend bi dawî bû.

Adaghdarî:
Kursa kurdî ya nû ji bo somestra 2012-2013 an:
Di 07 cotmeh 2012 an da dest pê dike.

KOMKAR Berlin
Paul-Linke-Ufer 44a
10999 Berlin

Dengê Kurdistan

Back to top button