Nûçe

Elmanya – Konferansa Mehmet Bayrak li ser serhildana Sêx Saidê nemir

Çawa raya gistî jî dizane Komkarê îsal, di 90 salîya serhildana Sêx Said de çend rêzekonferans pêkanîn li hin bajarên Elmanyaye ku komelên Komkarê hene..Yek ji wan li bajerê Mannheimê û yek jî li bajarê Munihê roja yeksemê 22 subat 2015 da du civîn pêkanîn. Konferans, bi besdar bûna gelek kesan va sekevtî derbasbûn. Di herdu konferansan da wek gotarvan lêkoliner û niviskar birêz Mehmet Bayrak besdarbû. Birêz Bayrak pistî ku besdarvan bona sehîdên Kurdistanê rawestiyan, dest bi axaftina xwe kir. Bayrak, li ser bi destxistina belgeyên arsîvên dewleta tirk ku çawa gihistiye wan belgeyên derbarî serhildana Sêx Saidê nemir û jenosida Dersîme de behskir.

Birêz Mehmet Bayrak careke din bi belge û îsbat rave kir ku Tevgera Sêx Saidê nemir tevgerek millî ye ji ber ku rexistina Kürt Teali cemiyetî rexistina herî mezin a kurdan bûye. Di wextê da li Tirkiyê nêzikî 20 rêxistinên demokratîk ên Kurdan hebûne.û hemûyan ji bo azadîya gelê Kurd û Kurdistanê di nav hewldanê de bûne. Ya herî pêsîn li sala 1860 da wek rexistina Kurd û Ermeniyan hatîye damezrandin. Û rexistinên demokratik wek a xortan,a jinan,û a talebeyan jî hatine damezrandin. Ji wan du rexistin jî wek Partî hatine damezrandin.

Yek ji van Partîya Azadî serhildana Sêx Said amedekiriye.ku ev serhildan serhildaneke netewî ye.

Pistî ku birêz Bayrak axftina xwe bi dawî kir navberek xwarin vexwarine hat dayîn. Bayrak hinek kîtêbênn xwe bo xwendivanan îmze kir,.konferans bi pirs û bersivên besdaran hat bi dawîkirin.

Rênas Sütcü
Dema Nû/ Münih

Dengê Kurdistan

Back to top button